Girtígeh ú Zimané Kurdí

Shervab Dogan

Girtígeh jihekí xwedí taybet e. Taybeta wé jhi rewsha wé ya dorpéckirí ú car hawirdor teng té. Ew der yek jihén ku giríngiya jhi bo ziman bé dayín e.

Shervab Dogan

Girtígeh jihekí xwedí taybet e. Taybeta wé jhi rewsha wé ya dorpéckirí ú car hawirdor teng té. Ew der yek jihén ku giríngiya jhi bo ziman bé dayín e.

Eger em bixwazin ku zimané me bi pésh bikeve divé ku em li hemú qadén jhiyané bi zimané xwe biaxivin, bixwínin ú binivísin. Lé belé li hinek qadan divé ku em her tim bi zimané kurdí biaxivin. Mínak, divé em li malén xwe, jihé karé xwe, li kuce ú kolanén xwe ú ya ku ez gelekí giríng dibínim divé ku li girtígehan tené bi zimané kurdí bé axaftin, bé xwendin ú bé nivísandin.

Hevalén Delal, cima li girtígehan tené axaftina zimané kurdí? Jhi ber ku é jhi bo zimané kurdí herí zéde éshé dikishínin, dijhwariyé dibínin, rastí neheqiyan tén ew kesén ku di girtígehé de ne. Jhi ber wé divé ku jhi me zédetir hevalén ku girtiyén siyasí ne ú jhi ber doza zimané kurdí, jhi bo azadiya gelé kurd hatine girtin divé girtígehan bikin dibistan ú wargehén zimané kurdí.

Lé mixabin jhi xeyní cend hevalén girtí pé ve hemú girtiyén din qet li ser zimané kurdí naxebitin. Dev jhi xebitandiné berdin welehí bi zimané kurdí naaxivin jhí. Ez van tishtan ne ku jhi seré xwe dibéjhim. Jhi bo ku min bi cavé xwe dítiye ú bi guhé xwe bihístiye.

Ez bi xwe li girtígeha Mérdín ú Amedé raketime. Ú ev nézí saleké ye ez dicim hevdítina girtígeha Midyadé. Li Mérdíné cend kesén ku bi kurdí diaxivin hebún, lé jareke din jhí bi piraní bi tirkí diaxivín. Lé belé li girtígeha Amedé ya típa D, hema hemú girtí bi tirkí diaxivín. Wele dema ez li wir búm min digot belkí ev der bajharekí tirkan e ú kurd lé tune ne. Jhi ber ku li girtígeha Amedé hemú jhiyana me bi tirkí bú.

Divé ku édí hún girtígehan bikin dibistanén zimané kurdí ú jhi hemú kesén derdoré re bibin mínak jhi bo péshxistina zimané kurdí. Ew derfet jhí hene. Li gelek girtígehén li heremé pirtúkén bi zimané kurdí, ferheng, rojhname ú kovaré ku nivísén kurdí té de jih digirin hene. Ú hevalén ku li gel hev in gisht kurd in. Kesén ku téne hevdítina wan jhí kurd in.

Wele heger ku girtiyén siyasí édí jhi bo ku zimané kurdí bi pésh bikeve nexebitin, divé wí wextí xwe pir bipirsin. Divé édí nebéjhin, "em jhi bo nasnameya kurdí hatine girtin". Divé édí nebéjhin, "em doza ziman, cand ú nasnameya kurdí dikin" Ez van tishtan jhi bo girtiyén ku derfetén wan hene dibéjhim. Li gor ku ez dizanim li girtígehé herémé ev derfet hene. Lé li girtígehén metropolan derfet hinekí kém in, astengkirin ú qedexekirina cavkaniyén bi kurdí ú qedexekirina axaftina bi zimané kurdí jhí bi piraní li girtígehén metropolan li ser girtiyan té meshandin.

Li gelek girtígehan nahélin ku rojhname, pirtúk, kovar ú nivísén kurdí tékevin desté girtiyan. Qedexe dikin. Li gelek girtígehan jhi bo ku girtí di telefoné de bi malbatén xwe re bi kurdí axivíne telefonén wan hatine qutkirin ú li rastí jezayé jur bi jur hatine. Li gelek girtígehan jhi bo ku girtí bi kesén ku hatine hevdítina wan re bi kurdí axivíne li rastí lédan ú jezayén hujreyé hatine. Li gelek girtígehan jhi bo ku di nameyan de hin hevokén bi zimané kurdí hene ew name nedane girtiyan ú nameyén girtiyan jhí rénekirine jhi derve re.

Hún hemú, van pékanínén jhi derveyí hiqúqé, van astengí, van neheqiyan dibínin. Lé mixabin li hember van pékanínan jhí hún hevalén ku niha di girtígehan de ne, hún jareke din jhí bi malbatén xwe re bi zimané tirkí diaxivin, hún bi kesén ku téne hevdítina we re bi tirkí diaxivin, hún bi hevalén xwe re bi tirkí diaxivin ú hún jhí weke dildarekí zimané tirkí, hún zimané tirkí bi pésh dixin, hún zimané kurdí jhí qels dikin. Ú jhi hemú kesén ku téne hevdítina we re hún dibin mínakeke cewt. (cend hevalén istísna én ku jhi bo zimané kurdí diaxivin ne di nav wan de ne!!!)
Édí divé ku em li hemberí van hemú zextan li zimané xwe xwedí derkevin ú jhi van cewtiyan vegerin. Édí divé ku girtígeh jhi bo péshxistina zimané kurdí bibin mínak jhi hemú derdoran re.. .
 
Cavkaní: Mallperra Azadiya Welat

Comments are closed.

Copyright © Kurdish Academy of Language all rights reserved