JEFEN: Roví ú mar

JEFEN: ROVÍ Ú MAR (Hevaltí divé rastí)

Rojheke gelek xedar
Búne bira roví ú mar

Li zozané wan
Nebariye berf ú baran

Xela rabúye, hishk búne ber ú dar
Wana beré xwe dane desht ú newal

Hatine ber cemekí mezin
Felaté avé lé bipezin

Mar daye girí
Sitérén cavan wek liba tirí

Roví jhé pirsí
“Xér e bira, cima ditirsí”

Roví bi dilekí shewití
Derdé xwe got ú tebití

“Birayé delal, hevalé mar
Weka bahr be ev newal”

Roví got: “Ma derdé te ci ye?”
Ava newalé ma bi seré te ketiye?

Mar bersiv da: Ma bira
Ez nizanim soberiya

“Ku tu herí
Ezé bimirim li ciya”

Mar keniya: Ma em ne bira ne
Em hevalé dila ne

Roví sitérén mar paqijh kir
Devé wí li ken kir

Go:” Bira tu xwe li stúyé min bilefíne
Qasek din em her du jhí li wí aliyé ne

Roví hat ber cem, xwe xwar kir
Mar li xwe siwar kir.

Hatin nava avé, mar stú jhidand
Nava roví qetand.
Roví go: “Birayé mar
Ev ci hal e ev ci heval

Mar bi dexasí keniya
“Ma min te xapand roví yé delal”

“Tu dizaní ez mar im
Jhi hevaltiya rebé ítíbar im”

Roví dest bi dekan kir
Cavé xwe girt ú dev vekir:

“Birayé mar tu dizaní, ez pir jhi te hez dikim
Ez dixwazimwan cavén te ramísim ú pashé bimirim”

Mar got: “Ma bira tishtekí jhé xera nabe, zanim
Ezé daxwaza te ya pashí bi jih bínim.”

Seré xwe aní ber devé roví
Jhi bo mací bike her du cavén wí

Roví devé xwe vekir
Di dexsa ramúsané, dev li seré mar kir

Wí fetisand, li ser ré rast kir
Hate ber seré wí xwe bi ser de xwar kir

Got. “Destbiraké mar tu cima weha mest í
Her tisht weha xwes e bi rashtí”

Jhi Rewshen

Post comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © Kurdish Academy of Language all rights reserved