Ídí dereng bú

Nivískar: Emeríké Serdar

Maia Tiblísí, li Kurdíya Cyrillic jhi Kurdíya yekgiré vegorríyé

Zaré mehela me gelek bún. Em sibé hetaní évaré jem hev bún, me tevayí dilíst. Ro dicú ava, lé lístika me hela kuta nedibú. Gele jara jhí, ílahí, bahara ú havína, wexta terí dikete, erdé ú me ídí nikaribú bilísta, em ber díwarekí rúdinishtin ú zaré nava meda mezin mera círok digotin, gilíyé gura ú deba dikirin.

Te hew dinihérí hevalekí me radibú ú digot: “Niha bavé min hatíye, exe herim malé” ú em jída dihíshtin, berbi malé ciqlas dikir. Wexta yekí kinjeke teze xwe dikir, dihat nava me ú ber xwera dicú. “Bavé min aníye”, – digot ú jhorda kinjé xweye teze diniherí.

Me geleka bi cevnebarí li wan dinihérí ú seré xwe dikire ber xwe. Bavé me ne wir bún, cúbúne ber sher. Sher desté me ú bavé me jhi hev qetandibú. Dayké me diha hishk desté me girtibún.

Bavé min jhí cúbú ber sher. Díya min bona min her tisht dikir, kinjé min, carxé min dirút.

Min dinihérí, wekí kinjé min ne mínaní kinjé hevalé min rindin, ew kalosha, sola pédikin, lé lingé min dacarixin. Ú ez berxwe diketim, xweda dishewtim.

-Tisht nake, kuré min, slametí zútirké bavé teyé bé ú kinjé teze kuré xweke, – díya min ber dílé min dadihat.

Lé ew “zútirek” nedihat. Car sal derbaz bún, lé ew nehat. Sher jhí kuta bú ,lé dewsa bavé min kagezekí resh hat. Rastíyé ez nizanim ew kagez resh bú yané na, wída ci nvísí bún, lé her tené min dít, díya min pashí wí kagézí resh gireda ú hésir jhi ceva xalí nebún.

Ú ez bé bav mezín búm. Díya min him min rabav bú, him jhí dé.

Bína ber wé her tené ez búm. Wexta ezí malda búma, lé ne ber cevé wé búma, min didít, wekí cawa cevé xwe min digeríne ú, gava ez didítim, cevé wé bi shabún tijhí bún.

Díya mine tere-jan emré xwe dabún ser min ú temamíya bextewaríya xwe nava min dadidít. Ew sibé hetaní évaré dixebtí, dicercirí, hezar telí-tengasí didítin anjax ebúra mala meye bicúk dikir. Wí caxí min fem nedikir, wí caxí ezí zar búm.

Heywané me tunebú. De, gundé cíyada heywané ké tunebe, ardúyé wan jhí tune. (Gundé meda wí caxí ardú her tené sergín bún. Ez ú díya xwe dicún, me colé pesarí top dikirin. Ewé shalkeke mezin dida ber xwe, em besté diketin ú me pesarí berev dikirin. Min top dikir, dikire pésha díya xwe. Wexta pésha wé tijhí dibú, cewalé ser milé xwe dida min, wekí derí bigrim, ewé jhí pésaríyé pesha xwe valayí cevél dikir, ez didame ber, lé bi xwe dicú dísa topke. Wexta cewal tijhí dibú, deré wí girédida ú dikete ber, min ra digot, wekí cevél ser pishtéda xarkim. Jarna qewata me nedigihíshté. Wí caxí me cewal nav hevra dikir, kash dikir, dibir ber kevirekí. Ew dikete ber, milé xwe bené cevélra dikir. Min jhí hevekí qasí qewata xwe komek didayé ú ewé cewalé pesaríya pisht dikir ú digote min.

-De, bide peshíya díya xwe, em herin, kuré min.

Min dida péshíyé, lé ew baré gran li pishté, pey min dihat. Hertim usa bú: ezí péshíyé, ewe pey min, wekí time ber cavé wé bim, min bibíne.

Jareké jhí em cúné cíyé pesaríya. Dísa cewalé pesaríya pishta díya min bú, ez jhí péshíya wé dihatim. Wexté em jhi cíyé peya bún, cawa qewimí, lingé min jimití, ez erdé ketim, tulol búm. Eger hevekí jhí tulol búma, ezé kendélda biketama. Hetaní niha jhi ez nikarim tegmínkim, wekí díya min bi ci lezé, bi ci zorayé cewalé pishta xwe avít, xwe min ragíhand ú ez girtim. Ewé her tené karibú dest bavéjhe delinga shelé min, deling qelshí, lé ewé péra gíhand jhorda xwe bavejhé ser min. Hetaní niha jhí dengé qarína wé ber guhé mine. Péra-péra ez rakirim, dame ber dilé xwe ú derxistime seré ré. Bína wé dicikíya, rúnisht ú ez jhí dame ber síngé xwe. Ez bernedam, síngé xweva guvashtim ú giríya,. Cawa digiríya, her cevek hiltaní hezar hésir dibarand. Épéjeyí giríya. Hey digríya , hey min dinihérí. Cevé wéda cawa undakirin ú shabúna dítina min teví hev búbú.

Wí caxí min nizanbú, wí caxí ezí nizanbú.

Wexte shilí-shoyé derbiharé bú. Ez cúbúm wí beré cemé kéleka gundé me ú min pícok dichínin. Épéjeyí jhi cém dúrketibúm, gava baraneke usa barí, te béjhí sherbika jhorda dikirine xwar. Hetaní ez revím hatim gihíshtme ber cém, ava wí gur búbú, jhi kenar derketbú, búbú léyí, ew der dabúne ber xwe. Ez ditirsyam bikevime cém, derbaz bim. Ú wí alí cém sekní búm. Cara min hatibú biríné ú digríyam. De nizanim díya min nava wé xushe- xushéda cawa dengé giríyé min bihístbú ú min dí wé cawa direve té. Gihíshte ber cém, péra-péra da nava avé. Lingé wé shimití, ket, avé léda bir. Kúre-kúra min bú, ez jhí kenaré cémra teví wé berjhér dicúm. Qe nizanim bi ci qewaté ewé xwe kenarra gíhand, desté xwe avíte zinér ú derket. Gihíshte min, bi wan kinjé shilava ez dame ber dilé xwe ú qerefíska rúnisht. Jhi avé tirsíyayí bú, turush nedikir min derbazke. Em man hetaní barané vekir. Rex kenar ket hetaní jíkí bi fesal dí ú ez derbaz kirim.

Ceqe-ceqa dev-dirané min bú, min dirijifand. Lé evé, té béjhí, serma nedikir: ez diha síngé xweva guvashtibúm. Ez germ búm, min ídí nedirijfand.

Wí caxí min nizan bú, wí caxí ezí nezan búm. Pashé min fem kir, wekí agiré hiskirina dé ez germ kirime. Min pashé té derxist.

Sal derbaz bún, ez mezin búm. Min mekteba orte kuta kir. Gotí herim íntama bidim ú ídara xwendinéye bilindda béme qebúlkiriné. Ezé herim, lé díya min? De díya mine, wé bimíne, mala wé, halé wéheye. Ezé jhí nema jhéra bishínim, wexté hésabúna bém bibínim.

Siba ezé herim, wé shevé xew nekete ceva, kinjé min hazir dikir, tivdíra min didít. Cevé wéda him shabún hebú, him jhí xem. Shabú, wekí kuré wé dice, dixúne, cawa wé digot: “wé bibe merí”. Berxwe diket, wekí kure here, jhé dúrkeve, idí herro ber ceva níbe.

Bi wan cevé sha ú xem jhí ez verékirim. Hetaní binetara gund min rahat, pashé hate rúyé min, xatiré xwe jhi min xwest ú vegeríya. Hevekí cú, sekní. Ú sekiní hetaní ez cúm, nepeníyéda xar búm.

Búme xwendekar. Neme dihatin ú dicún. Le nemé wé diha gelek bún. “Bína te jhi nemé te té , lao”. Timé wa dinvísí. Ezí jahil búm, ezí béxem búm.

Wexta hésabúna wedgeríyame malé, bi hizret ez pac dikirim, seré min dadaní ser síngé xwe, zúr dibú li min dinihérí, té béjhí bi ceva dixwest hizreta dilé xwe jhi min hilde. Bi ceva motajé min bú ú bi ceva jhí jhi min tér nedibú.

Ci xwarina min hiz dikir, ew cédikir, kéleka min rúdinisht, nan berda nedicú, zúr dibú min dinihérí. Derheqa maléda, der-jínar, gundda min ragilí dikir ú, té béjhí , bi dil tegmín dikir, wekí dixwazim derheqa cida zanibim, derheqa wé yekéda jhí min ragilí dikir.

Rojhtira mayín kinjé xweyé búktíyé xwe dikir, rex min diket ú em dicún mala xalé min. Ciqas shabú, ciqas kurbar bú, wekí ez rex wéme. Té béjhí bengzé wé meríyara digot: “Hún dibínin xortekí cawa jhi koré miní tayé-tené derketíye. Ha rex dé ketíye, dice mala xalé”!.

Wí caxí qet fikra min ra jhí derbaz nedibú, wekí díya min ciqasí bíra min dike, cika ezé kengé bem. Dibe, wexta ezí he li malim, ew xewnéda min dibíne, min ra xeber dide, bona min ber xwe dikeve. Ezí jahil búm, ezí béxem búm, tegmín nedikir, wekí díya mine ezíz, díya mine zéríyayí, temamíya alav-agiré dilé xwe daye min. Min hela hé nizanbú hizkirina dé cíye.

Sala duda ez verékirim. Cevé wéda saw hebú. Le min tegmin hedikir. Dísa hetaní binetara gund min rahat, xatiré xwe jhi min xwest ú vegeríya. Cend gava cú, sekiní. Pishta xwe min dakir. Nexwest ez hésiré wé bibínim. Pé pésha shalké cevé xwe temiz kir ú lez zivirí, hat gihíshta min. Ídí nedigiríya, lé cevé wé shélú búbún. Min kir, nekir venegeríya, go ezé bém hetaní te dikim avtoyé, verédikim. Vé jaré díya min ber cevé min diha belengaz búbú, diha zéríyayí dihate kivshé, mínaní beré lezo-bezo níbú. Saweke mezin cevada hebú. Min tegmín kir, wekí dilé díya min jhi tishtekí ditirse, le min qutar nekir jhé bipirsim. Min bipirsíya jhí tu jara nedigot. Qet xema dilé xwe dikire dilé kur?

Hetaní ber abtobúsé min rahat. Teyax nekir, xwe avíte pésíra min ú giríya. Kela dilé min jhí tijhí bú, hésir jhi cevé min hatine xaré. Gava hésiré min dítin, tirsíya, gaveké jhi min dúrket, zúr bú, min nihérí. Pashé min rakire sher ú bi devé ken ez berékirim.

Cend meh ketne orté. Jab kir, wekí ez herim. Évaré dereng gihíshtme malé. Díya min nexwesh nava jíyadabú. Wexta derda cúm, zivirí, alíyé min nihérí. Cend hésir ser súreté wéra gulol búne jhéré. Stúyé wé alíyé min daxar bú. Ez cúme rúa, min desté wé pac kir, kéleké rúnishtim, da xeberdané. Min lénihérí díya min nikare pakí xeberde. Min ragotin, wekí jhi tirsé ev nexweshí gihíshtíyé. Shev radizé xewíné dibíne, wekí min ber cevé wé sherjhé dikin. Dike qarín ú jhi nava jíya banz didé. Wé rojhéda dehgé díya min té biríné. Mení ez búme.

Ew cendek bú ez kéleka díya xwe ranedibúm. Stúyé wé alíyé min datimé xar bú, zúr búbú cevé min dinhérí, hésir bún jhorda dihatne xaré, lé zar nedigeríya. Bi ceva min ra xeber dida, bi ceva dilé min dihesíya. Wexta ez radibúm, nava malé dicúm-dihatim bi ceva min digeríya ú, gava ez didítim, té béjhí, cevé wé rehet dibún,. Kenké cevé wé gran dihatne ser hev. Émeké ditemjhí. Min tiré razaye. Lé nishkéva cevé xwe vedikir péra-péra dísa min digeríya ú bi ceva gazí min dikir, wekí bém, kéleké rúném. Jara kutasíyé desté min hilda da ser cevé xwe. Épéje wext desté min berneda. Cevé wé bin desté min dadireqisín. Min tegmin kir, wekí kefa desté min dadireqisín. Min dít bin desté min ra hésiré wé hatin, daketin ser súret. Desté min ser ceva aníya díya min sar bú. Min desté xwe hilda, dít, cevé wé ketine hev. Desté min ser ceva díya min tegdír da.

Dayé jan, té bibaxshíní, ezí wí caxí jahil búm, ezí wí caxí nezan búm. Pashé her tisht fem kir, her tisht tegmín kir, her tishtí hesíyam ú qímet kir, gava ez búme bav. Lé ídí dereng bú.

salla 1975:an

Post comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © Kurdish Academy of Language all rights reserved