Rewsha perwerdehiya kurdí li bashúr-rojhavayé Kurdistané ú li Súriyayé

Jan Ézídxelo, 18/11/2006

Ziman bingeha búneweriya gelan e. Jhi lewra jhí, parastina zimén parastina gel e ú azadkirina wí jhí gava herí mezin di réya azadkirina welét de ye. Jhi ber ku tené ziman dikare nasnameya me ya neteweyí biparéze, ew jhi beré de ú ta niha rúbirú bi cewsandin, qirkirin ú pishaftiné re maye. Dijhmin ú dagírkerén kurd ú Kurdistané, bo ku kurdan jhi jíwaré wan rahélínin, péshí dest bi wérankirina zimané wan kir ú wek serenjameké ne tené bi xak ú welaté xwe lé bi zimané xwe jhí hatin dabesh kirin. 

Jan Ézídxelo, 18/11/2006

Ziman bingeha búneweriya gelan e. Jhi lewra jhí, parastina zimén parastina gel e ú azadkirina wí jhí gava herí mezin di réya azadkirina welét de ye. Jhi ber ku tené ziman dikare nasnameya me ya neteweyí biparéze, ew jhi beré de ú ta niha rúbirú bi cewsandin, qirkirin ú pishaftiné re maye. Dijhmin ú dagírkerén kurd ú Kurdistané, bo ku kurdan jhi jíwaré wan rahélínin, péshí dest bi wérankirina zimané wan kir ú wek serenjameké ne tené bi xak ú welaté xwe lé bi zimané xwe jhí hatin dabesh kirin. 

Wérankirina zimén té wateya hésankirina hilkéshana rehén netewetiyé. Jhi bilí wé jhí, qedexekirina zimanekí dibe sedema kavilkirina yekítiya jivakí ú psíkolojhík jhi wí gelí re. Jhi bo ku em karibin astengeké li péshiya pirojheyén erebkirin, fariskirin, tirkkirin ú jhinetewxistiné deynin, divé gava me ya péshín parastin, férkirin ú perwerdehiya bi zimané zikmakí be. Tené ew gav wé bibe destpéka hilweshandina bingehén ídiyolojhík ú di heman demé de wé bibe lédaneke mezin jhi komeleya ramaní ya tuxmperestí, jhi dijhmin ú dagírkerén kurdan re. 

Rewsha perwerdehiyé ya gishtí: 

1- Rewsha férkirin ú férbúné:

Rewsha férkirin ú férbúné bi gishtí ne li ser hev e ú di rewsheke aloz de derbas dibe. Bi gotineke tené mirov dikare béjhe ku zimané kurdí li bashúr-rojhavayé welét negihíshtiye asta zimané perwerdehiyé, ne tené jhi ber astengí ú problemén ku ew di férkiriné de dibíne, lé jhi ber ku hín ew baweriya durust bi zimané dé tune ye. Jhi bilí ku ti sazí yan réxistinén taybetí ú lipésh nín in ku bi ví barí rabin, ne rébazén (metodén) tékúz ú durust hene, ne jhí zimanzan ú pisporén calak hene ku ré li ber mamoste ú xwendevanan vekin. Problema mezintir ew e ku ti vín ú daxwaziyeke gishtí ú li asteke bilind ne li jem milet ú ne jhí li jem réxistinén siyasí cébúye da ku bi xwe li férkirin ú férbúné bigerin. Ew tisht, di nérína min de, jhi dúrbúna miletí jhi cand ú kultura xwe hatiye. Teví ku zimané me qedexe ye ú férkirin yan jhí férbúna wí wek tawaneké jhi aliyé rejhíma Súriyayé de té bi nav kirin jhí, lé ti kes jhí nín in ku bi rastí tishtekí di ví aliyí de cékin. Ew jhí jhi ber ku ta niha bingeheke xurt nehatiye danín ku milet baweriya xwe pé bi zimané xwe bíne ú bizanibe ku ew bi réz ú rézik ú yek jhi dewlemendtirín ú kevintirín zimanan e. Ew jhí tené bi réya hishyarbún ú xwenasíné pék té. 

Divé em bizanibin ku zimané erebí zimané herí bandoreke neyíní li ser zimané me lístiye ye. Ew ziman e ku li piraniya deverén Kurdistané rojhé pénj jaran bang pé dibe ú di nav jivaka me de rojhé pénj jaran di méjhí de té gerandin ú herí kém du jaran té xwendin. Lewra ew ne tené zimané serdest e lé zimané ol ú ayíné ye jhí; anku, mirova/é kurd bé hishyarí (ínglizí: unjonsjiously) peyvén erebí bi kar tíne ú durusttir, watedartir ú jihgirtítir dibíne. Zimané erebí hédí-hédí ú pishtí péshketina tekníkí xwe dixe nav jhiyana rojhane ú xwe digihíne her maleké. Enjamén ví tishtí ci di aliyé mejhí-hishiyarí de ú ci di aliyé psíkolojhíkí de diyar ú bercav in. 

Ne zimanzan ú saziyén ku kesén pispor té de jih bigirin ne jhí pirtúk ú rébazén zimané kurdí li bashúré-rojhava peyda dibin. Lewra divé pir hewldan hebin da ku em di prosesa férkiriné de bingeh, dírok, firehí ú xweshbúna zimén bi shagirtan bidin nas kirin. Ev tisht jhí wé bibe sedema hezkirin ú rézgirtina shagirtan/kesan jhi zimané xwe re. 

Di derbaré férkiriné de, ti sazí yan jhí partí ví karí bi awayekí berfireh nakin. Lé di van demén dawiyé de hinek hewildan hene. Di vé pirsé de, bi taybetí partiyén siyasí, ger bixwazin wé ví karí hinekí pésh bixin jhi ber ku péshí pédiviya miletí bi naskirineke gishtí jhi zimén re heye. Bi her awayí divé rewsha férkiriné di vé parceyé de bé guhertin. Péwíst e ci kes, réxistin, sazí, komele ú partiyén li bashúr-rojhava hene díwar ú sínorén tirsé derbas kin ú dest bi xebateke rastí ú berfireh bo férkirina zimané kurdí bikin. Eger her kes xwe bide aliyí jhí, jhi xwe rewsh jhi vé bashtir nabe. Jhi ber wé jhí, divé bétékiliya di nav kes ú dezgehén ku xebata férkiriné dikin de bi tékiliyén xurt béne guhertin ú partí jhí bi awayekí calak beshdarí vé xebaté bibin. 

Pishtí bidawíanína her kurseké férbúné, hinek jhi kes, kom, komele ú partiyan bawernameyeké didin shagirtan, lé hiné din jhí wí tishtí péwíst nabínin. Herdu aliyan jhí nérínén xwe yén juda hene. Kesén vé bawernameyé didin dibéjhin ew wek hézeké dide shagirtan ú zimané dé bi wan shéríntir dike; lé yén nadin li ser wé baweriyé ne ku ev tisht wé bibe kelemek li péshiya férbúna zimané dé ú gava shagirt férí típén zimané xwe bú bila hestek pé re cé nebe ku wé/í tishtekí béhempa bi jí aniye, bi taybetí jhí kesén vé bawernameyé didin ne kesine akademí ne. Di nérína min de jhí, nérína duyemín akadímítir ú zanistítir e. Eger kesek ne akdemí be, cawa dikare bawernameyeké bide? Gelo jhi mafé wé/í ye? Ew kesa/é ku bawernameyé distíne, li ser kíjhan rébazé (metodé) férí zimén búye ú shashítí di wé rébazé de hene yan na? Eger du kes li gor du rébazén jihé fér bibin, wé cawa di rézimén de bi gishtí ú di zaraweyén zimaní de bi taybetí bigihin hev? Ev pirs hemí bé bersiv dimínin. 

2- Astengiyén révecúna (piroseya) férkiriné:

Astengiyén sereke yén ku li péshiya birévecúna férkiriné radiwestin bercav in ú her kesek ku di ví warí de kar dike dizane. Jhi wan, yek kémbúna tékiliyan, du dilsariya réxistinén siyasí ye. Jhi bilí wé jhí, her kes, réxistin ú partí, ci qas karé wan kém be jhí, li gorí xwe rébazeke férkiriné datíne yan jhí her yek jhi wan pirtúka kesekí nas bi kar tíne. Ev tisht dibe sedema judahiya férkiriné. Tevlí ku shashítí bi me gishan re derbas dibin, lé divé rébazeke hevbesh were hilbijhartin ú her kes li gorí wé bimeshe; eger na jhí, pirsgirék wé bi demé re kúrtir ú aloztir bibe. Derbaré vé meselé, péshinyaza min ew e ku desteyek li seranserí bashúré-rojhava saz bibe. Jhi xwe divé her aliyek jiyé xwe té de bigire ú ew deste wé karibe rébazeké/hin rébazan yan amade bike yan jhí yeké/hinekan jhi yén heyí sererast bike ú wek rébaza/rébazén férkiriné bipejhiríne. 

Férkirina zimané kurdí li bashúr-rojhavayé welét ú li bajharén dí yén Súriyayé wek Heleb ú Shamé di rewsheke giran re derbas dibe; anku, kurs li malan tén dayín ú hem mamoste hem shagirt ú hem jhí xwediyén malé di bin shert ú merjén tirsé de waneyan didin. Jhi xwe bandora vé yeké jhí li ser psíkolojhíka férker ú shagirtan xuya ye. Di vé dawiyé de, anku pishtí 2005′an, hin kesén ku di bin bané K. M. C-é de dixebitin, boyí astengiyén li hember férbúna zimané kurdí kémtir bikin, kar bi rengekí nú bi ré ve birin, ew jhí férkirina xwendekaran di hundiré zaníngehan de ú amadekirin ú belavkirina pelén férkirina/férbúna zimané kurdí di nav xwendekaran de ú kurdan bi gishtí. Her kesí nas kir ku bandora vé yeké pir eréní bú/ye. Jhi bilí wé jhí, ev shéweya nú gelek pirsgirék careser kirine, lé dísa nikaríbún pirsgirék bi gishtí careser bikirana. 

Jhi bo ku em astengiyan derbas bikin, péwíst e férkirin bi ré ú rébazine nú béte kirin; anku, divé em hemí rébazén jhi beré de ú ta niha di férkiriné de hatine bi kar anín di ber cavan re derbas bikin ú rébazeké li gorí rewsha zimané kurdí jhé derínin. Ew jhí jhi ber ku piraniya rébazén hatine danín yan jhi boyí férkirina zimanén mirí (wek latíní) hatine cé kirin yan jhí jhi férkirina zimané duyem Z2 (L2 /Sejond Language) re hatine danín. Lé bi gishtí, wek ku bi piraktíkí derbas dibe, té xuya kirin ku pédiviya shagirt an jhí xwendekaran bi tishtine bingehín heye, wek danzanína dírok ú kevnahiya zimané kurdí, xweshikahí ú nermbúna wí, pirkirin ú dagirtina genjíneya peyvan, dannaskirina sedemén judahí ú navén zarav ú shéwezaran ú dannaskirin bi zaraweyén (térmén) nú. Ev tisht hemú wé alíkariyeke mezin bi péshxistin, belavkirin, férkirin ú parastina zimané kurdí re bike. 

Em dikarin bibéjhin ku pirsgiréka sereke jhi nasnekirina taybetmendiyén zimané kurdí férkirina razber (abstrakt) e. Zimané dé beriya ku bé xwendin di pir qonaxan re derbas dibe, yek jhé, ú ya herí péshí bihístin e; pishtre hewldana bilévkirina dengan, bilévkirina du dengan, hewldana derxistina kíteké, du kítan ú ta digihe hevok ú komekan. Eger em vé révecúna péshketina zimané dé di ber cavan re derbas nekin, em é nikaribin astengiyan jhi péshiya zimané xwe rakin. Ev jhí bash dide xuya kirin ku zimané zikmakí jhi aliyé xudiyén wí ve bi awayekí abstrakt nayé pejhirandin, lé eger tékilí bi zimanekí biyaní re be ev pirsgirék dernakeve. 

3- Perwerdehí lé férkirina típan:

Péshí, perwerdehiya bi zimanekí té wateya xwendina beshén jurbijur bi wí zimaní; anku, gava em béjhin perwerdehiya bi zimané kurdí, divé em deynin pésh cavén xwe ku ev perwerdehí beshén cand, dírok, kelepúr, folklor, wéjhe, jiyografí, ziman ú réziman ú gelek tishtén din yén girédayí wí gelí té de hene. Ev tisht jhí, bi taybetí li bashúré-rojhava, ne bi ví rengí ye. Li wir bi gishtí tené férbúna típan heye, ta ziman jhí bi gishtí nayé férkirin, anku férkirina rézimén gelek hindik e. 

Lewra férbún ú férkirina zimané kurdí li bashúr-rojhavayé Kurdistané, ú li Súriyayé bi gishtí, hín jhi férkirina típan derbas nebúye; anku, mirov nikare céra perwerdehiyé bibe. Eger em dixwazin zimané xwe biparézin divé em férkirina wí hildin asta férbúna zimén ú rézimén ú pishtre asta perwerdehiyé. Eger ti projhe ú karén me yén rasteqín di ví warí de nebin, em é nikaribin li ser perwerdehí ú parastina zimané xwe biaxivin. Ew jhí ne jhi reshbíniyeké té, lé divé em rewsha zimané xwe wek heye lé binérin. Perwerdehiya bi zimané kurdí ta niha dibe dengvedanek jhi bang ú konferansén jurejur re. Eger rewsh bi ví rengí bidome, gelek héviyén gesh wé ték bicin, jhi ber ku gelek kes ú komikén bicúk yén ku bo férbúna zimén saz dibin, di bin bandorine juda-juda de tén vemirandin. 

Eger konferans, sazí yan jhí dezgeh komíteyeke taybet bi amadekirina rébazeke tékúz ú akademík saz bike, gelek kes wé desteké bidin ú, li gor baweriya min, wé li piraniya deverén welét were bi kar anín. Jhi xwe ev yek jhi barén bingehín yén konferansé ne. Di ví warí de divé em hinekí li ser gelén ku zimané xwe, pishtí li ber tékcúné bún, vejhandiye rawestin ú húrnihértineke kúr jhé re cékin, jhi wan zimanan: ibraní, kataloní, …hwd. 

4- Pishaftin ú xwepishaftin (asímilasiyon ú otoasímilasiyon li bashúré-rojhava:

Pishaftin an jhí asímilekirin di wateya xwe ya ferhengí de té wateya “piroseya ku tishtekí, komeké yan jhí gelekí di hundir tishtekí, komeké yan jhí gelekí de dipishéve”. Ev pirose ne tené li car parceyén welét té bi kar anín, lé li parceyén bicúk ú deverén li Ermenistan ú Gurjistané jhí, ú jhi bilí wé jhí li Kazaxistan, Azerbeyjan, Turkmenistan ú kurdén ku beré li devera Kurdistana Sor dijhiyan jhí. Li her jihekí ku kurd lé dijhín, stratejiya pishaftiné li ser wan dimeshe, bi taybetí li welatén dagírker ku kurd té de dúrí jiyografiya Kurdistané dijhín wek kurdén Anatoliya Navín ú gelek deverén din li Tirkiyeyé, kurdén feylí li Bexda ú deverén din én kombúnén bicúk lé peyda dibin, kurdén Xurasané li Írané, kurdén Érívan ú derdora gola Sívané ú li Súriyayé jhí kurdén Shamé, Horan, ciyayé Kurdan a ciyayén bilind li Latqiyé, Idlibé, Hemayé, kurdén Jisré, Helebé ú Babé ú gelek deverén din. Pishaftin an jhí asímilasiyon siyaseta herí qiréjh e ya ku li ser gelé kurd dimeshe. Ev pirose jhí ta ku bigihe armanjén xwe di gelek qonaxan re derbas dibe. Qonaxa herí dawí jhí ew e ku ew gel xwe jhi xwe ya kevin diparéze ú li dijhí xwe radiweste; anku, her tishtí ku taybetmendiyén wé/í ya beré tíne pé li dijh radibe. Di vir de dest bi qonaxeke nú dibe ew jhí nav lé bú oto-asímilasiyon an jhí xwepishaftin. 

Derbaré rewsha bashúré-rojhava ú deverén derveyí wé ku kurd té de dijhín, herdu rewsh jhí hene. Li bashúré-rojhava pishaftin bi réyine pir nújhen dimeshe; anku, dezgeh ú saziyén rejhímé bi shéweyine nú pishaftiné bi ré ve dibin, jhi dibistanan dest pé dike ú ta bi erebkirina bajhar ú bajharokan ú bi awayekí fireh (herí dawiyé li ciyayé Kurménj). Lé gava em hinekí té de kúr bibin, em é bizanin ku tékiliyén kurdan bi sé bajharan ve tén girédan, anku tékiliyén Jizír, Koban ú Efríné bi Sham, Reqa ú Helebé ve girédayí ne. Ev jhí té wé wateyé ku hukar ú bandoreke rojhane ya erebí li ser zimané kurdí heye. Ev jhí ré li péshiya pishaftiné vedike, anku serdestiya zimané serdest xurttir dike. Lé gava em bala xwe bidin deverén din yén derveyí Kurdistané, yan jhí yén ku jhi deverén kurdí hatine birín, xwepishaftin an jhí oto-asímilasiyon gelekí xuya ye, bo nimúne kurdén ku nema zimané xwe dizanin kurdén Osmano li gundén SELMA li Latiqiyé nézíkí 26 gundan e, jhé Eqreb, Henjúr, Esílé, … ( E. W. Zekeriya, Esha’ir al-sham, Dar al-fikir, cap. 2 jild. 2, pel. 659, sal 1983) li Hemayé gelek gundén kurdan hene, wek KIYANÍ ew jhí car gund in li bajharé Hemayé bi xwe jhí gelek élén kurdan hene, her sé élén mezin: BERAZÍ, MILÍ Ú MURAD in ú yén din jhí wek Zehím, Kojan, Shéxo, Dolaní, Resho, Sofí, Kurdí, Bozan, Orfelí, Shemdínan, Hiséno Qaso, Beko, Shéxaní, … ev hemú jhí jhi maldarén Hemayé ne. Li derdora Jisré, li devera QESATIL nézíkí 25 gundan hene, ew bi xwe car élén mezin lé hene jhé JINAWIRO, li Himsé kurdén derdora Dirékísh ú kela Husné (ew beré bi “kela Kurdan” dihate bi nav kirin). Li Idlibé gelek gund ú élén kurdan hene ú hemú jhi xudiyén wí bajharí bún, wek élén Bermeda, Henano, Shehban axa ú gelek élén din. Li bajharén mezin li Shamé li Taxa Kurdan – a ku sínora wé jhi rojhhelat jhi navbera deshtén Berzé ú Qabún, jhi rojhava Ebí Jerish, jhi bakur Qasiyon ú jhi bashúr cema Yezíd, (Izidín Mela, Hey Al-Ekrad fí medínit Dímeshq, Aso. Jhi A. V. Kremer) – rúdinin, Ew hemí jhi sedsalan de li wan deveran e ú bi awayekí gishtí hatine pishaftin, lé tishté balkésh ew e ku ti guhdan jhi aliyé réxistinan ve jhi wan deveran re níne, anku ne kursén zimén li wir cédibin ne jhí ti calakiyén dannaskirina ziman ú canda kurdí li wir saz dibin. Bi gishtí mirov dikare béjhe ku ev li derveyí hesabén kurdan e. 

Ev nimúneyén li jhor hatine diyarkirin hemí di qonaxa pishaftin ú xwepishaftiné re derbas búne. Lé kurdén ku nú kocí Shamé kiriye, taxine nú jhi xwe re ava dikin, bo nimúne taxa ZORAVA, ew hemí jhí bi kurdiyeke pak diaxivin. Gelo ta kengí ew é bi kurdí biaxivin? Li bajharén din wek Helebé ku niha wek navenda herí calak jhi kar ú xebatén kurdí re té dítin, hinek jhé di qonaxa yeké re, hiné din jhí di qonaxa duyemín re derbas dibin. Deverén wek Siryan, Eshrefiyé, Shéxmeqsúd, Bistan basha, Bihédín ú deverén din rúbirú bi pishaftin ú xwepishaftiné re mane. Di ví warí de pédiviyí bi karekí fireh bo parastina zimané kurdí heye, ew jhí divé bi hishiyarkirina gel ú férkirina zrokan destpé bike. 

Li ser rewsha vé dawiyé, hin tishtén balkésh ú dilésh jhí hene. Yek jhi wan, hin hewildan jhi aliyé lurdén ku bi awayekí réxistiní nézíkí ol ú baweriya íslamí dibin ve derdikevin holé. Ew hewldan jhí li ser bingeha ku típén aramí (erebí) típén pirtúka íslamí ya píroz e, jhi lewra divé ew típ béne bi kar anín. Jhi milekí din ve ú tishté herí balkésh ew e ku, xuyaye Tevgera Islah ú Teqedum a ku li bashúré Kurdistané, dixwaze nérínén xwe hédí-hédí derbasí nav kurdén bashúré-rojhava bike. Ev tevger pishtevaniya xwe jhi dijhminén kurdiyé digire ú daxwaza wé jhikurdíxistina ézídiyan e ú herí dawí daxwaza wan a belavkirina típine taybet heye, jhé re dibéjhin “Típén Zimané Ézídí”. Ew típ jhí bi xwe nézíkí avéstayí ne. Tevlí ku van herdu nérínan jiyé xwe negirtiye, lé eger em tené bi axiftin ú daxuyaniyan nézíkí van herdu tishtan bibin, rewsh wé gelekí xerabtir bibe. 

WEK ENJAMEKÉ:

Rewsha zimané kurdí li bashúré-rojhava jhi parceyén din ne bashtir e ú pédiví bi kar ú xebatén nú heye, ew jhí bi xebatén jihé-jihé pék nayé. Lewra:

Divé bang li hemú kes, komíte, komele, sazí ú partiyén kurdan yén li bashúré-rojhava bé kirin ku ew dest bi karine hevbesh bikin ú di heman demé de divé jhi hemúyan bé xwestin ku di jivín ú daxuyaniyén xwe de tené zimané kurdí bikar bínin. Pishtre, eger péwíst be, jhi bo zimané erebí wergera wé bé kirin. 

Divé em pishaftin ú xwepishaftiné wek metirsiya herí mezin li ser zimané xwe bibínin, jhi ber ku zimané me hín jhi qonaxa metirsiyé derneketiye. 

Em karibin komíteyeke taybet bi shopandina pirsgirék ú awayé birévecúna siyaseta pishaftiné saz bikin, bo nimúne kesén van herdu nérínan bi ré ve dibin. Ew komíte wé bikaribe eger ú sedemén juda yén ku gel berve pishaftiné dibin jhí nas bike. 

Guftúgoyeke diréjh ú akademík li ser rewsha férkirin ú férbúna zimané kurdí ú astengiyén li péshiya péshketina vé piroseyé li bashúr-rojhava bé kirin. 

Péwíst e em bi hev re astengeké li péshiya pishaftin ú xwepishaftina kurdén bajharén mezin (kurdén Helebé ú Shamé), her weha kurdén ku li deverén din li Súriyayé dijhín deynin. 

Péwíst e xebateke mezin bé kirin da akademiyeke zimané kurdí bé ava kirin. Jhi barén vé akademiyé: amadekirina lékolínén li ser zimané kurdí ú shéwezarén wí (bi hemú shéwezaran), amadekirina kursén zimén jhi her shéwezareké re ú ya herí giring jhí, shéwezaran berve yekkirina típ, réziman ú zaraweyan (térman) ve bibe. Ev lékolín ú vekolín divé herí kém bi zimanén kurdí, íngilízí, fransí ú almaní bin. 

Té xwestin ku em bi hev re ú bi alíkariya pisporén zimén, ci kurd bin ci jhí kesén biyaní bin, zimané xwe berve zimané perwerdehiyé ve bibin. 

Tishté dí jhí pédiviya me bi serjhimareke gishtí jhi rewsha zimané kurdí re heye, bi taybetí jhi wan kesan re ku li derveyí jiyografiya welét dijhín ú dúrí zimané xwe ketine. 

————————— 

Tébíní: Bo agahí ú tébíniyén kesén ku rawestan nekirine karé xwe, SPAS. 

Min ev nivís bo “Konferansa Zimané Kurdí” ya ku di 2006-an de li Amedé bi ré ve cúye, amade kir ú li wir xwend. Lé pishtre bo belavkiriné, min hin tisht sererast kirin, hin agahí jhí fireh kirin.