Rewşa perwerdehiya kurdî li başûr-rojavayê Kurdistanê û li Sûriyayê

Can Êzîdxelo, 18/11/2006

Ziman bingeha bûneweriya gelan e. Ji lewra jî, parastina zimên parastina gel e û azadkirina wî jî gava herî mezin di rêya azadkirina welêt de ye. Ji ber ku tenê ziman dikare nasnameya me ya neteweyî biparêze, ew ji berê de û ta niha rûbirû bi çewsandin, qirkirin û pişaftinê re maye. Dijmin û dagîrkerên kurd û Kurdistanê, bo ku kurdan ji cîwarê wan rahêlînin, pêşî dest bi wêrankirina zimanê wan kir û wek serencamekê ne tenê bi xak û welatê xwe lê bi zimanê xwe jî hatin dabeş kirin.

Can Êzîdxelo, 18/11/2006

Ziman bingeha bûneweriya gelan e. Ji lewra jî, parastina zimên parastina gel e û azadkirina wî jî gava herî mezin di rêya azadkirina welêt de ye. Ji ber ku tenê ziman dikare nasnameya me ya neteweyî biparêze, ew ji berê de û ta niha rûbirû bi çewsandin, qirkirin û pişaftinê re maye. Dijmin û dagîrkerên kurd û Kurdistanê, bo ku kurdan ji cîwarê wan rahêlînin, pêşî dest bi wêrankirina zimanê wan kir û wek serencamekê ne tenê bi xak û welatê xwe lê bi zimanê xwe jî hatin dabeş kirin.

Wêrankirina zimên tê  wateya hêsankirina hilkêşana rehên netewetiyê. Ji bilî wê  jî, qedexekirina zimanekî dibe sedema kavilkirina yekîtiya civakî  û psîkolojîk ji wî gelî re. Ji bo ku em karibin astengekê li pêşiya pirojeyên erebkirin, fariskirin, tirkkirin û jinetewxistinê deynin, divê gava me ya pêşîn parastin, fêrkirin û perwerdehiya bi zimanê zikmakî be. Tenê ew gav wê bibe destpêka hilweşandina bingehên îdiyolojîk û di heman demê de wê bibe lêdaneke mezin ji komeleya ramanî ya tuxmperestî, ji dijmin û dagîrkerên kurdan re.

Rewşa perwerdehiyê  ya giştî:

1- Rewşa fêrkirin û fêrbûnê:

Rewşa fêrkirin û  fêrbûnê bi giştî ne li ser hev e û di rewşeke aloz de derbas dibe. Bi gotineke tenê mirov dikare bêje ku zimanê kurdî li başûr-rojavayê welêt negihîştiye asta zimanê perwerdehiyê, ne tenê ji ber astengî û problemên ku ew di fêrkirinê de dibîne, lê ji ber ku hîn ew baweriya durust bi zimanê dê tune ye. Ji bilî ku ti sazî yan rêxistinên taybetî û lipêş nîn in ku bi vî barî rabin, ne rêbazên (metodên) têkûz û durust hene, ne jî zimanzan û pisporên çalak hene ku rê li ber mamoste û xwendevanan vekin. Problema mezintir ew e ku ti vîn û daxwaziyeke giştî û li asteke bilind ne li cem milet û ne jî li cem rêxistinên siyasî çêbûye da ku bi xwe li fêrkirin û fêrbûnê bigerin. Ew tişt, di nêrîna min de, ji dûrbûna miletî ji çand û kultura xwe hatiye. Tevî ku zimanê me qedexe ye û fêrkirin yan jî fêrbûna wî wek tawanekê ji aliyê rejîma Sûriyayê de tê bi nav kirin jî, lê ti kes jî nîn in ku bi rastî tiştekî di vî aliyî de çêkin. Ew jî ji ber ku ta niha bingeheke xurt nehatiye danîn ku milet baweriya xwe pê bi zimanê xwe bîne û bizanibe ku ew bi rêz û rêzik û yek ji dewlemendtirîn û kevintirîn zimanan e. Ew jî tenê bi rêya hişyarbûn û xwenasînê pêk tê.

Divê em bizanibin ku zimanê erebî zimanê herî bandoreke neyînî  li ser zimanê me lîstiye ye. Ew ziman e ku li piraniya deverên Kurdistanê rojê pênc caran bang pê dibe û di nav civaka me de rojê pênc caran di mêjî de tê gerandin û herî kêm du caran tê xwendin. Lewra ew ne tenê zimanê serdest e lê zimanê ol û ayînê ye jî; anku, mirova/ê kurd bê hişyarî (înglizî: unconsciously) peyvên erebî bi kar tîne û durusttir, watedartir û cihgirtîtir dibîne. Zimanê erebî hêdî-hêdî û piştî pêşketina teknîkî xwe dixe nav jiyana rojane û xwe digihîne her malekê. Encamên vî tiştî çi di aliyê mejî-hişiyarî de û çi di aliyê psîkolojîkî de diyar û berçav in.

Ne zimanzan û saziyên ku kesên pispor tê de cih bigirin ne jî pirtûk û  rêbazên zimanê kurdî li başûrê-rojava peyda dibin. Lewra divê pir hewldan hebin da ku em di prosesa fêrkirinê de bingeh, dîrok, firehî û xweşbûna zimên bi şagirtan bidin nas kirin. Ev tişt jî wê bibe sedema hezkirin û rêzgirtina şagirtan/kesan ji zimanê xwe re.

Di derbarê fêrkirinê de, ti sazî yan jî partî vî karî bi awayekî berfireh nakin. Lê di van demên dawiyê de hinek hewildan hene. Di vê pirsê de, bi taybetî partiyên siyasî, ger bixwazin wê vî karî hinekî pêş bixin ji ber ku pêşî pêdiviya miletî bi naskirineke giştî ji zimên re heye. Bi her awayî divê rewşa fêrkirinê di vê parçeyê de bê guhertin. Pêwîst e çi kes, rêxistin, sazî, komele û partiyên li başûr-rojava hene dîwar û sînorên tirsê derbas kin û dest bi xebateke rastî û berfireh bo fêrkirina zimanê kurdî bikin. Eger her kes xwe bide aliyî jî, ji xwe rewş ji vê baştir nabe. Ji ber wê jî, divê bêtêkiliya di nav kes û dezgehên ku xebata fêrkirinê dikin de bi têkiliyên xurt bêne guhertin û partî jî bi awayekî çalak beşdarî vê xebatê bibin.

Piştî bidawîanîna her kursekê fêrbûnê, hinek ji kes, kom, komele û partiyan bawernameyekê didin şagirtan, lê hinê din jî wî tiştî pêwîst nabînin. Herdu aliyan jî nêrînên xwe yên cuda hene. Kesên vê bawernameyê didin dibêjin ew wek hêzekê dide şagirtan û zimanê dê bi wan şêrîntir dike; lê yên nadin li ser wê baweriyê ne ku ev tişt wê bibe kelemek li pêşiya fêrbûna zimanê dê û gava şagirt fêrî tîpên zimanê xwe bû bila hestek pê re çê nebe ku wê/î tiştekî bêhempa bi cî aniye, bi taybetî jî kesên vê bawernameyê didin ne kesine akademî ne. Di nêrîna min de jî, nêrîna duyemîn akadîmîtir û zanistîtir e. Eger kesek ne akdemî be, çawa dikare bawernameyekê bide? Gelo ji mafê wê/î ye? Ew kesa/ê ku bawernameyê distîne, li ser kîjan rêbazê (metodê) fêrî zimên bûye û şaşîtî di wê rêbazê de hene yan na? Eger du kes li gor du rêbazên cihê fêr bibin, wê çawa di rêzimên de bi giştî û di zaraweyên zimanî de bi taybetî bigihin hev? Ev pirs hemî bê bersiv dimînin.

2- Astengiyên rêveçûna (piroseya) fêrkirinê:

Astengiyên sereke yên ku li pêşiya birêveçûna fêrkirinê radiwestin berçav in û her kesek ku di vî warî de kar dike dizane. Ji wan, yek kêmbûna têkiliyan, du dilsariya rêxistinên siyasî ye. Ji bilî wê jî, her kes, rêxistin û partî, çi qas karê wan kêm be jî, li gorî xwe rêbazeke fêrkirinê datîne yan jî her yek ji wan pirtûka kesekî nas bi kar tîne. Ev tişt dibe sedema cudahiya fêrkirinê. Tevlî ku şaşîtî bi me gişan re derbas dibin, lê divê rêbazeke hevbeş were hilbijartin û her kes li gorî wê bimeşe; eger na jî, pirsgirêk wê bi demê re kûrtir û aloztir bibe. Derbarê vê meselê, pêşinyaza min ew e ku desteyek li seranserî başûrê-rojava saz bibe. Ji xwe divê her aliyek ciyê xwe tê de bigire û ew deste wê karibe rêbazekê/hin rêbazan yan amade bike yan jî yekê/hinekan ji yên heyî sererast bike û wek rêbaza/rêbazên fêrkirinê bipejirîne.

Fêrkirina zimanê  kurdî li başûr-rojavayê welêt û li bajarên dî yên Sûriyayê wek Heleb û Şamê di rewşeke giran re derbas dibe; anku, kurs li malan tên dayîn û hem mamoste hem şagirt û hem jî xwediyên malê di bin şert û mercên tirsê de waneyan didin. Ji xwe bandora vê yekê jî li ser psîkolojîka fêrker û şagirtan xuya ye. Di vê dawiyê de, anku piştî 2005′an, hin kesên ku di bin banê K.M.Ç-ê de dixebitin, boyî astengiyên li hember fêrbûna zimanê kurdî kêmtir bikin, kar bi rengekî nû bi rê ve birin, ew jî fêrkirina xwendekaran di hundirê zanîngehan de û amadekirin û belavkirina pelên fêrkirina/fêrbûna zimanê kurdî di nav xwendekaran de û kurdan bi giştî. Her kesî nas kir ku bandora vê yekê pir erênî bû/ye. Ji bilî wê jî, ev şêweya nû gelek pirsgirêk çareser kirine, lê dîsa nikarîbûn pirsgirêk bi giştî çareser bikirana.

Ji bo ku em astengiyan derbas bikin, pêwîst e fêrkirin bi rê û rêbazine nû  bête kirin; anku, divê em hemî rêbazên ji berê  de û ta niha di fêrkirinê de hatine bi kar anîn di ber çavan re derbas bikin û rêbazekê li gorî rewşa zimanê kurdî jê derînin. Ew jî ji ber ku piraniya rêbazên hatine danîn yan ji boyî fêrkirina zimanên mirî (wek latînî) hatine çê kirin yan jî ji fêrkirina zimanê duyem Z2 (L2 /Second Language) re hatine danîn. Lê bi giştî, wek ku bi piraktîkî derbas dibe, tê xuya kirin ku pêdiviya şagirt an jî xwendekaran bi tiştine bingehîn heye, wek danzanîna dîrok û kevnahiya zimanê kurdî, xweşikahî û nermbûna wî, pirkirin û dagirtina gencîneya peyvan, dannaskirina sedemên cudahî û navên zarav û şêwezaran û dannaskirin bi zaraweyên (têrmên) nû. Ev tişt hemû wê alîkariyeke mezin bi pêşxistin, belavkirin, fêrkirin û parastina zimanê kurdî re bike.

Em dikarin bibêjin ku pirsgirêka sereke ji nasnekirina taybetmendiyên zimanê kurdî fêrkirina razber (abstrakt) e. Zimanê dê beriya ku bê xwendin di pir qonaxan re derbas dibe, yek jê, û ya herî pêşî bihîstin e; piştre hewldana bilêvkirina dengan, bilêvkirina du dengan, hewldana derxistina kîtekê, du kîtan û ta digihe hevok û komekan. Eger em vê rêveçûna pêşketina zimanê dê di ber çavan re derbas nekin, em ê nikaribin astengiyan ji pêşiya zimanê xwe rakin. Ev jî baş dide xuya kirin ku zimanê zikmakî ji aliyê xudiyên wî ve bi awayekî abstrakt nayê pejirandin, lê eger têkilî bi zimanekî biyanî re be ev pirsgirêk dernakeve.

3- Perwerdehî  lê fêrkirina tîpan:

Pêşî, perwerdehiya bi zimanekî tê wateya xwendina beşên curbicur bi wî  zimanî; anku, gava em bêjin perwerdehiya bi zimanê kurdî, divê  em deynin pêş çavên xwe ku ev perwerdehî beşên çand, dîrok, kelepûr, folklor, wêje, ciyografî, ziman û rêziman û gelek tiştên din yên girêdayî wî gelî tê de hene. Ev tişt jî, bi taybetî li başûrê-rojava, ne bi vî rengî ye. Li wir bi giştî tenê fêrbûna tîpan heye, ta ziman jî bi giştî nayê fêrkirin, anku fêrkirina rêzimên gelek hindik e.

Lewra fêrbûn û  fêrkirina zimanê kurdî li başûr-rojavayê Kurdistanê,  û li Sûriyayê bi giştî, hîn ji fêrkirina tîpan derbas nebûye; anku, mirov nikare çêra perwerdehiyê bibe. Eger em dixwazin zimanê xwe biparêzin divê em fêrkirina wî hildin asta fêrbûna zimên û rêzimên û piştre asta perwerdehiyê. Eger ti proje û karên me yên rasteqîn di vî warî de nebin, em ê nikaribin li ser perwerdehî û parastina zimanê xwe biaxivin. Ew jî ne ji reşbîniyekê tê, lê divê em rewşa zimanê xwe wek heye lê binêrin. Perwerdehiya bi zimanê kurdî ta niha dibe dengvedanek ji bang û konferansên curecur re. Eger rewş bi vî rengî bidome, gelek hêviyên geş wê têk biçin, ji ber ku gelek kes û komikên biçûk yên ku bo fêrbûna zimên saz dibin, di bin bandorine cuda-cuda de tên vemirandin.

Eger konferans, sazî  yan jî dezgeh komîteyeke taybet bi amadekirina rêbazeke têkûz  û akademîk saz bike, gelek kes wê destekê bidin û, li gor baweriya min, wê li piraniya deverên welêt were bi kar anîn. Ji xwe ev yek ji barên bingehîn yên konferansê ne. Di vî warî de divê em hinekî li ser gelên ku zimanê xwe, piştî li ber têkçûnê bûn, vejandiye rawestin û hûrnihêrtineke kûr jê re çêkin, ji wan zimanan: ibranî, katalonî, …hwd.

4- Pişaftin û xwepişaftin (asîmilasiyon û otoasîmilasiyon li başûrê-rojava:

Pişaftin an jî  asîmilekirin di wateya xwe ya ferhengî de tê wateya “piroseya ku tiştekî, komekê yan jî gelekî di hundir tiştekî, komekê yan jî gelekî de dipişêve”. Ev pirose ne tenê li çar parçeyên welêt tê bi kar anîn, lê li parçeyên biçûk û deverên li Ermenistan û Gurcistanê jî, û ji bilî wê jî li Kazaxistan, Azerbeycan, Turkmenistan û kurdên ku berê li devera Kurdistana Sor dijiyan jî. Li her cihekî ku kurd lê dijîn, strateciya pişaftinê li ser wan dimeşe, bi taybetî li welatên dagîrker ku kurd tê de dûrî ciyografiya Kurdistanê dijîn wek kurdên Anatoliya Navîn û gelek deverên din li Tirkiyeyê, kurdên feylî li Bexda û deverên din ên kombûnên biçûk lê peyda dibin, kurdên Xurasanê li Îranê, kurdên Êrîvan û derdora gola Sîvanê û li Sûriyayê jî kurdên Şamê, Horan, çiyayê Kurdan a çiyayên bilind li Latqiyê, Idlibê, Hemayê, kurdên Cisrê, Helebê û Babê û gelek deverên din. Pişaftin an jî asîmilasiyon siyaseta herî qirêj e ya ku li ser gelê kurd dimeşe. Ev pirose jî ta ku bigihe armancên xwe di gelek qonaxan re derbas dibe. Qonaxa herî dawî jî ew e ku ew gel xwe ji xwe ya kevin diparêze û li dijî xwe radiweste; anku, her tiştî ku taybetmendiyên wê/î ya berê tîne pê li dij radibe. Di vir de dest bi qonaxeke nû dibe ew jî nav lê bû oto-asîmilasiyon an jî xwepişaftin.

Derbarê rewşa başûrê-rojava û deverên derveyî wê ku kurd tê  de dijîn, herdu rewş jî hene. Li başûrê-rojava pişaftin bi rêyine pir nûjen dimeşe; anku, dezgeh û saziyên rejîmê bi şêweyine nû pişaftinê bi rê ve dibin, ji dibistanan dest pê dike û ta bi erebkirina bajar û bajarokan û bi awayekî fireh (herî dawiyê li çiyayê Kurmênc). Lê gava em hinekî tê de kûr bibin, em ê bizanin ku têkiliyên kurdan bi sê bajaran ve tên girêdan, anku têkiliyên Cizîr, Koban û Efrînê bi Şam, Reqa û Helebê ve girêdayî ne. Ev jî tê wê wateyê ku hukar û bandoreke rojane ya erebî li ser zimanê kurdî heye. Ev jî rê li pêşiya pişaftinê vedike, anku serdestiya zimanê serdest xurttir dike. Lê gava em bala xwe bidin deverên din yên derveyî Kurdistanê, yan jî yên ku ji deverên kurdî hatine birîn, xwepişaftin an jî oto-asîmilasiyon gelekî xuya ye, bo nimûne kurdên ku nema zimanê xwe dizanin kurdên Osmano li gundên SELMA li Latiqiyê nêzîkî 26 gundan e, jê Eqreb, Hencûr, Esîlê, … ( E.W. Zekeriya, Eşa’ir al-şam, Dar al-fikir, çap.2 cild.2, pel.659, sal 1983) li Hemayê gelek gundên kurdan hene, wek KIYANÎ ew jî çar gund in li bajarê Hemayê bi xwe jî gelek êlên kurdan hene, her sê êlên mezin: BERAZÎ, MILÎ Û MURAD in û yên din jî wek Zehîm, Kocan, Şêxo, Dolanî, Reşo, Sofî, Kurdî, Bozan, Orfelî, Şemdînan, Hisêno Qaso, Beko, Şêxanî, … ev hemû jî ji maldarên Hemayê ne. Li derdora Cisrê, li devera QESATIL nêzîkî 25 gundan hene, ew bi xwe çar êlên mezin lê hene jê CINAWIRO, li Himsê kurdên derdora Dirêkîş û kela Husnê (ew berê bi “kela Kurdan” dihate bi nav kirin). Li Idlibê gelek gund û êlên kurdan hene û hemû ji xudiyên wî bajarî bûn, wek êlên Bermeda, Henano, Şehban axa û gelek êlên din. Li bajarên mezin li Şamê li Taxa Kurdan – a ku sînora wê ji rojhelat ji navbera deştên Berzê û Qabûn, ji rojava Ebî Ceriş, ji bakur Qasiyon û ji başûr çema Yezîd, (Izidîn Mela, Hey Al-Ekrad fî medînit Dîmeşq, Aso. Ji A.V. Kremer) – rûdinin, Ew hemî ji sedsalan de li wan deveran e û bi awayekî giştî hatine pişaftin, lê tiştê balkêş ew e ku ti guhdan ji aliyê rêxistinan ve ji wan deveran re nîne, anku ne kursên zimên li wir çêdibin ne jî ti çalakiyên dannaskirina ziman û çanda kurdî li wir saz dibin. Bi giştî mirov dikare bêje ku ev li derveyî hesabên kurdan e.

Ev nimûneyên li jor hatine diyarkirin hemî di qonaxa pişaftin û xwepişaftinê  re derbas bûne. Lê kurdên ku nû koçî Şamê  kiriye, taxine nû ji xwe re ava dikin, bo nimûne taxa ZORAVA, ew hemî jî bi kurdiyeke pak diaxivin. Gelo ta kengî ew ê bi kurdî biaxivin? Li bajarên din wek Helebê ku niha wek navenda herî çalak ji kar û xebatên kurdî re tê dîtin, hinek jê di qonaxa yekê re, hinê din jî di qonaxa duyemîn re derbas dibin. Deverên wek Siryan, Eşrefiyê, Şêxmeqsûd, Bistan başa, Bihêdîn û deverên din rûbirû bi pişaftin û xwepişaftinê re mane. Di vî warî de pêdiviyî bi karekî fireh bo parastina zimanê kurdî heye, ew jî divê bi hişiyarkirina gel û fêrkirina zrokan destpê bike.

Li ser rewşa vê dawiyê, hin tiştên balkêş û dilêş jî hene. Yek ji wan, hin hewildan ji aliyê lurdên ku bi awayekî rêxistinî nêzîkî ol û baweriya îslamî dibin ve derdikevin holê. Ew hewldan jî li ser bingeha ku tîpên aramî (erebî) tîpên pirtûka îslamî ya pîroz e, ji lewra divê ew tîp bêne bi kar anîn. Ji milekî din ve û tiştê herî balkêş ew e ku, xuyaye Tevgera Islah û Teqedum a ku li başûrê Kurdistanê, dixwaze nêrînên xwe hêdî-hêdî derbasî nav kurdên başûrê-rojava bike. Ev tevger piştevaniya xwe ji dijminên kurdiyê digire û daxwaza wê jikurdîxistina êzîdiyan e û herî dawî daxwaza wan a belavkirina tîpine taybet heye, jê re dibêjin “Tîpên Zimanê Êzîdî”. Ew tîp jî bi xwe nêzîkî avêstayî ne. Tevlî ku van herdu nêrînan ciyê xwe negirtiye, lê eger em tenê bi axiftin û daxuyaniyan nêzîkî van herdu tiştan bibin, rewş wê gelekî xerabtir bibe.

WEK ENCAMEKÊ:

Rewşa zimanê kurdî  li başûrê-rojava ji parçeyên din ne baştir e û pêdivî  bi kar û xebatên nû heye, ew jî bi xebatên cihê-cihê  pêk nayê. Lewra:

Divê bang li hemû  kes, komîte, komele, sazî û partiyên kurdan yên li başûrê-rojava bê kirin ku ew dest bi karine hevbeş bikin û di heman demê de divê ji hemûyan bê xwestin ku di civîn û daxuyaniyên xwe de tenê zimanê kurdî bikar bînin. Piştre, eger pêwîst be, ji bo zimanê erebî wergera wê bê kirin.

Divê em pişaftin û xwepişaftinê wek metirsiya herî mezin li ser zimanê  xwe bibînin, ji ber ku zimanê me hîn ji qonaxa metirsiyê  derneketiye.

Em karibin komîteyeke taybet bi şopandina pirsgirêk û awayê birêveçûna siyaseta pişaftinê saz bikin, bo nimûne kesên van herdu nêrînan bi rê ve dibin. Ew komîte wê bikaribe eger û sedemên cuda yên ku gel berve pişaftinê dibin jî nas bike.

Guftûgoyeke dirêj  û akademîk li ser rewşa fêrkirin û fêrbûna zimanê  kurdî û astengiyên li pêşiya pêşketina vê piroseyê li başûr-rojava bê kirin.

Pêwîst e em bi hev re astengekê li pêşiya pişaftin û xwepişaftina kurdên bajarên mezin (kurdên Helebê û Şamê), her weha kurdên ku li deverên din li Sûriyayê dijîn deynin.

Pêwîst e xebateke mezin bê kirin da akademiyeke zimanê kurdî bê ava kirin. Ji barên vê akademiyê: amadekirina lêkolînên li ser zimanê kurdî û şêwezarên wî (bi hemû şêwezaran), amadekirina kursên zimên ji her şêwezarekê re û ya herî giring jî, şêwezaran berve yekkirina tîp, rêziman û zaraweyan (têrman) ve bibe. Ev lêkolîn û vekolîn divê herî kêm bi zimanên kurdî, îngilîzî, fransî û almanî bin.

Tê xwestin ku em bi hev re û bi alîkariya pisporên zimên, çi kurd bin çi jî  kesên biyanî bin, zimanê xwe berve zimanê perwerdehiyê  ve bibin.

Tiştê dî  jî pêdiviya me bi serjimareke giştî ji rewşa zimanê kurdî re heye, bi taybetî ji wan kesan re ku li derveyî ciyografiya welêt dijîn û dûrî zimanê xwe ketine.

—————————
Têbînî: Bo agahî û têbîniyên kesên ku rawestan nekirine karê xwe, SPAS.

Min ev nivîs bo “Konferansa Zimanê  Kurdî” ya ku di 2006-an de li Amedê bi rê ve çûye, amade kir û li wir xwend. Lê piştre bo belavkirinê, min hin tişt sererast kirin, hin agahî jî fireh kirin.