Marogulov ú alfabeya wí ya Latíní

Marogulov kí ye? Ísahak Marogulov, péshengé elfabeya kurdí ya bi Latíní ye. Lé belé kurdén Bakur pir ew nebihístine. Di der baré berhemén wí de ú di der baré alfabeya wí de. Min xwest ez hinekí di der baré wí de agahiyan berhev bikim an híní jhiyan ú keda wí bibim. Lé di ínterneté de mixabin tené cend heb nivísar hebún. Ew jhí péshí bi tirkí hatine nivísandin. Ew nivísar jhí jhi pirtúka bi navé “Jhi Díroka Gelé Kurd 13 Pelén Balkésh (Kurt Halk Taríhínden 13 ilginc yaprak)” hatine girtin. Pirtúk a Rewshenbír Jelílé Jelíl ú jhi Wesanxaneya Evrensel Basin Yayin, bi wergera nivískar Hasan KAYA di sala 2007’an de hatiye capkirin. Bi rastí, divé zimanzan li ser vé yeké bisekinin ú níqash bikin.

Marogulov kí ye? Ísahak Marogulov, péshengé elfabeya kurdí ya bi Latíní ye. Lé belé kurdén Bakur pir ew nebihístine. Di der baré berhemén wí de ú di der baré alfabeya wí de. Min xwest ez hinekí di der baré wí de agahiyan berhev bikim an híní jhiyan ú keda wí bibim. Lé di ínterneté de mixabin tené cend heb nivísar hebún. Ew jhí péshí bi tirkí hatine nivísandin. Ew nivísar jhí jhi pirtúka bi navé “Jhi Díroka Gelé Kurd 13 Pelén Balkésh (Kurt Halk Taríhínden 13 ilginc yaprak)” hatine girtin. Pirtúk a Rewshenbír Jelílé Jelíl ú jhi Wesanxaneya Evrensel Basin Yayin, bi wergera nivískar Hasan KAYA di sala 2007’an de hatiye capkirin. Bi rastí, divé zimanzan li ser vé yeké bisekinin ú níqash bikin.

Min got bila jareké jhí ez balé bikishínim ser vé mijhar ú ví mirové qedirbilind bi nivísareke kurdí bi bír bínim jhi bo xwendevanén Diyarnameyé.

Té Gotin ku;

Ísahak MAROGULOV lawé Fahred é ku bi eslé xwe Asúrí ye. Di sedsala 19’an de jhi Írané kocí Ermanistané kiriye. Ú li gundé Divín ku bi ser Erívané ve ye bi jih búne. Marogulov di sala 1868’an de hatiye diné. Pishtí ku dibistana mamostetiyé qedandiye di sala 1888’an de péshí li gundé Shatexté ya Nahjívané ú dú re li gundé Qemerlí mamostetí kiriye. Jhi ber ku her sal bi malbata xwe re dice Zozané Elegezé nava malbatén kurdan bi zarokén wan re férí kurdí dibe ú wekí zimané xwe yé zikmakí xwesh hín dibe ú dipeyive.

Di sala 1905’an de jhi bo mamostetiyé wí didin gundé Zoré, gundé kurdan. Li gor lawé wí gotiye, li vir amadekariya alfabeya zimané kurdí dike. Di salén 1920’an de shiyarbún ú péshketina kurdén Sovyeté rú daye. Di wan salan de jhi bo zimané miletén hindik, dewlet dixwaze alfabeyan cébike. Jhi bo vé pirsgiréké Dewleta Sovyeté, wezífeyé dide dewletén Qafqasyayé ú jhi mirovén píspor lijhneyeké ava dikin ú dest bi xebatén jhi bo amadekirina alfabeyén hindikahiyan dikin. Jhi bo gelek miletan (tirk, kurd, asúrí, oset) biryara Alfabeya Latíní té stendin ú jhi zanayén wan neteweyan dixwazin ku li himberí dengan típan peyda bikin ú wekí rapor péshkéshí lijhneyé bikin.

Jhi bo vé yeké péshí zanyarén mína Orbellí ú N. MARR xebitíne lé bi ser neketine. Di wé demé de Marogulov jhí xebateke zexm dike jhi bo Alfabeya Zimané Kurdí. Di sala 1928’an de li gor deng ú fonetika turdí alfabeyeké amade dike ú péshkéshí lijhneyé dike. Jhi alí lijhneyé té pejhirandin ú péshkéshí devletén Qafkasya dikin. Di sala 1929’an de dewletén Qafqasya bi fermí vé alfabeya MARAGULOV dipejhirínin. Pishtí ku alfabe té pejhirandin. Marogulov dest bi danasína alfabe ú zimané kurdí dike. Mamosteyén kurd dide hev du ú vé alfabeyé férí wan dike. Li nava kurdan digere ú shaní wan dike.

Lé belé di sala 1930’yí de ev alfabe jhi alí wan Sovyetan ve té betalkirin. Di sala 1941’é de bi biryareke li Ermenistané alfabeyeke kurdí bi típén kirílí té amadekirin ú pejhirandin. Ne tené alfabeya kurdí alfabeyén ku bi latíní hatine amadekirin gishan betal dikin ú derbasí alfabeya kirílí dibin. Ev béyí vína kurdan ú her wiha neteweyén din pék té.

MAROGULAV heta mirina xwe (6 rezber 1933) li ser alfabe ú zargotina kurdí dixebite. Di kovareke Rúsí “wéjhe ú canda rojhhilat” nivísareke zanistí li ser alfabeya kurdí diweshíne ú ev nivísar pir balé dikishíne. Heta ku dimire jhí li ser ziman ú zargotina kurdí gelek pirtúk ú dosyayan amade dike.

Wekí ku van salén dawiyé mirovén ku behsa Marogulov kirine, gishan heyf ú mixabinek aníne zimén. Jhi ber ku di heman dem ú salén ku Marogulov xebitiye Jeladet Bedirxan ú hevalén xwe jhí, li ser alfabe ú rézimané kurdí xebitíne. Lé ci ku haya wan jhi hev du cénebúye ú níqash ú xebata wan jhi hev du súd wernegirtiye. Li gor ku xuya ye alfabeya Marogulov jhi 37 típan pék hatiye. Tu xisara níqashan tune ye ú xisara vé alfabe ú xebatan jhí ez dibéjhim tune ye, tené wé súdé bide zimané kurdí.

Cavkaní: “Jhi Díroka Gelé Kurd 13 pelén balkésh (Kurt Halk Taríhínden 13 ilginc yaprak)” Jelílé Jelíl, wesanxaneya Evrensel Basin yayin, wergér, Hasan KAYA , 2007.

Jhéder: Ciya Mazí (cmazi@hotmail.com) mallperra Diyarname.com, 5/11/2008