TZP-Kurdí: jhi bo ziman dakevin qadan

Aktuelbún: 31/8/2008

Aktuelbún: 31/8/2008

Tevgera Ziman ú Perwerdehiya Kurdí (TZP-Kurdí) bi shíara ‘édí bes e em bi zimané xwe perwerdehé dixwazin’ 2’emín Konferansa xwe pék aní. Di konferansé de bang li dewleté hat kirin ku ‘Divé Tirkiye édí nasname ú zimané kurdí nas bike’. Di konferansé de hat gotin ku dé jhi bo ziman mítíngan pék bínin ú bila kurd jhi bo ziman dakevin qadan TZP-Kurdí 2 sal beré jhi bo péshígirtina asímílasyona li ser zimané kurdí, xebat ú péshvebirina wí hat avakirin. TZP-Kurdí 27-28’é tebaxé bi beshdariya 60 delegeyan li Amedé 2’yemín konferansa xwe pék aní.

Di konferansa 2-yé de bang li dewleté hat kirin ku ‘Divé Tirkiye édí nasname ú zimané kurdí nas bike’.

Di konferansé de der baré nasname ú zimané kurdí de biryarén giríng hatin girtin ú her wiha xebatén TZP-Kurdí yén 2 salan, asímílasyon ú otoasímílasyona li ser zimané kurdí hatin níqashkirin.

KOKA KURDí KúR E

Di konferansé de delegeyan destníshan kir ku hezar sal in gelé kurd li ser axa Mezopotamyayé dijhí ú zimané kurdí jhí xwedí bingeheke qaíím e. Delegeyan diyar kir ku jhi Baba Tahiré Hemedaní heta Ehmedé Xaní, jhi Evdila Goran heta jegerxwín bi sedan wéjhevanan bi ví zimaní berhemén xwe péshkésh kirine ú li hemberí zordariyan salé bi dehan berhemén xweshik tén péshkéshkirin.

Delegeyan di axaftinén xwe de anín ziman ku wéjheya kurdí ya devkí (dengbéjhí) li hemú jíhané hatiye nasín ú wiha got:

"Zimané kurdí jhi çírokan heta gotinén péshiyan, destanan xwedí dewlemendiyeke çandí ya kúr ú berfireh e. Heta niha destanén wek Kela Dimdim, Xejé ú Siyabend, Mem ú Zín, jembeliyé Kuré Míré Hekaryan ú Binevsha Narín, Zembílfirosh ú bi dehan destanén din bi xweshikiya zimané kurdí ve gihíshtine íro."

Di konferansé de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyé jhi 20 mílyonan zédetir kes zimané kurdí bi kar tínin. Her çiqas jhi aliyé girseyeke evqas mezin bé bikaranín jhí jhi ber ku her tim rastí polítíkayén ínkar ú asímílasyoné té jhi hemú mafén ziman ú çandí mehrúm maye. Li hemberí hemú kirinan gelé kurd zimané xwe parastiye, ber xwe daye ú bi derfetén xwe ve ziman heta íro aniye."

Di berdewama axaftiné de wiha hat gotin: "Dewleta tirk hé jhí li gorí sersala 20’emín netew-dewleté tevdigere. Dem édí dema yek ziman, yek çandí nín e, dema pirzimaní ú pirçandiyé ye. Pirzimaní édí wek dewlemendiyeké té qebúlkirin. Di qanúnén navneteweyí de asímílasyon wek sújé mirovahiyé té qebúlkirin. Ligel van hemúyan rayedarén Tirkiyeyé li gorí zíhniyeta sedsala 20’emín tevdigerin. édí gelé kurd jhí hatiye asta ku van polítíkayan qebúl neke. Divé Tirkiye dev jhi van polítíkayén kevn berde ú ziman ú nasnameya kurdan nas bike." AMED

Di konferansa TZP-Kurdí de ev biryar hatin girtin

Di delegasyona konferansa TZP-Kurdí de hat gotin ku bila kurd jhi bo bi zimané xwe perwerde bibin dakevin kuçeyan ú vé daxwaza xwe bi riyén demokratík pék bínin. Li gorí daxwazén TZP-Kurdí hin biryarén çalakiyé girtin. Di konferasan TZP-Kurdí de ev biryar hatin girtin:

1- jhi bo çareseriya zimané kurdí divé pirsgiréka kurd bé çareserkirin. jhi bo wé çareseriya herí bash Xweseriya Demokratík e. Delegasyona konferansé bang li dewleté dike ku mafé Xweseriya Demokratík a gelé kurd bé nasín.

2- Delegesyona Konferansé bang dike ku dewlet zimané kurdí bi awayekí fermí nas bike ú bila bikeve bin mísogeriya makeqanúné.

3- Divé zimané kurdí jhi kreshan heta zaníngehan bibe zimané perwerdehé. Hemú astengiyén li péshiya zimané kurdí bén rakirin. jhi ber vé yeké divé perwerde jhi desthilatdariya dewleté derkeve bikeve desté gel. Delegasyon jhi bo wé dixwaze ku gav béne avétin jhi bo vé gava yekem divé li zaníngehan besha Kurdolojhí ú Enstítuyén Perwerdehé bén vekirin. Her wiha jhi bo perwerdehiya bi ziman ú wéjheya kurdí jhi bo mamosteyén kurd kurs bén vekirin.  

4- Delegasyoné bang li dewleté kir ku asímílasyonén li ser ziman bén rakirin, jhi bo kurdí judahiya pozítíf pék bé.

5- Delegasyon balé dikishíne navén herém ú jihén kurdan én hatine guhertin ú delegasyon dixwaze ku navén kurdí yén oríjhínal bi awayekí fermí béne nasín ú béne bikaranín.

6- Delegasyon, péshígirtina íbadeta kurdí ya dewlet pék tíne wek ínkara Xwedé ú Qurané bi nav dike ú bang li dewleté dike ku bila astengiyén li péshiya íbadeta kurdí bén rakirin.

7- Delegasyon dé bi slogana ‘édí bes e em bi zimané xwe perwerdehé dixwazin’ bi teví sazí ú dergehan hin çalakiyén demokratík pék bíne. jhi bo vé jhí dé di 10’é íloné de li élihé bi beshdariyeke berfireh mítíngek bé lidarxistin.

8- Delegasyona TZP-Kurdí jhi bo çalakí pék bén bangí hemú saziyén kurdan dike. Her wiha bangí kurdan dike ku bi rihé seferberiyé beshdarí di serí de li mítínga élihé ú yén din bibin.

9- Delegasyona konferansé bal kishand ser helwesta Hikúmeta Heréma Federal a Kurdistané fermíkirina zaravayé soraní. Hate gotin ku ev yek tu faydeyé nade gelé kurd ú yekitiya wí. Berevajhí vé yeké, ev yek zirareke mezin dide yekitiya gelé kurd ú di xizmeta dijhminén gelé kurd de ye. Lewre bang li Hikúmeta Heréma Kurdistané kir ku dest jhi vé biryara xwe berde ú digel zaravayé soraní zaravayé kurmanjí jhí di hemú qadén fermí de bi kar bíne.

Azadiya Welat