Israra “Zimanek yekgirtí” Stalínízm e

Múrad JIWAN   
Mallperra NetKurd.com 4/2/2008

Múrad JIWAN   
Mallperra NetKurd.com 4/2/2008

Wezíré perwerdeyé yé hukumeta Kurdistané Dilshad Ebdurrehman di hevpeyivína xwe de ya ku duh rojhnameya Kurdistaní Nwé pé re kiriye, bi mixabiniyeka mezin hebúna perwerdeyé li devera Bahdínan a bi zaravayé kurmanjí  xeteraka mezin dibíne. Ew diyar dike ku ev ne enjama biryara wí ye, jhi biryarén wezíren beré té. Dilshad Ebdurrehman her wiha ífsha dike ku nuha jhí nameyén nivísandí yén resmí jhi dezgehén resmí yén deveré  bi kurmanjí jhi wan re tén ú ew vé yeké wek xetereka mezin a percekirina yekítiya neteweyé kurd dibíne.

Wezír ídía dike ku wek neteweyekí (neteweyé kurd) péwistiya me bi zimanekí yekgirtí heye. Li gor wí divé lehjeyek wek zimané resmí yé yekgirtí bé qebúl kirin (béguman ev jhi bo wí  soraní ye) ú jhi lehjeyén din peyv bén xistin nav vé lehjeya ku buye zimané resmí.

Bi vé hevpeyivíné jareka din diyar bú ku késhmekéshí ú béprogramíyeka mezin di pirsa zimané yekgirtí ú perwerdeyé de li nav me heye, proseseka ilmí nehatiye destpékirin ku lékolín, légerín ú enjamén wan yén hilbijhartina siyaseta ziman ú perwerdeyé li ser esasekí ilmí bice, gelek minaqesheyén hissí, yén ne zanistí ku xwe dispérin ídelojhiyén kevn én wek jhakobenízmé, jhi wé deré jhí stalínízmé ú kemalízmé, yan baasízmé (nasyonalízma totalíter a níjhadperest a asímílasyoníst a ereb tirk ú farisan) tén kirin.

Jhi bo ku ez minaqesheya absurd a jhi rastí ú zanistiyé dúr a li ser zimané yekgirtí bidim, jhi bilí vé ídíaya Dilshad Ebdurrehman (a ku bikaranína kurmanjí é neteweyé kurd perce bike) ez é hedíseyeké biguhézim ku hatiye seré min.

Teqríben salek beré, min li gel dostekí xwe yé ronakbír é soran li ser pirsa pirrlehjeyí ú zimané yekgirtí sohbet dikir. Dosté min li min vegeriya, bi awayekí gelek jiddí ú bi cavén tijhí endíshe got:

– Kak Múrad emperyalízm ú síyonízm dixwaze kurdan perce bike. Di riya hin zimanzan ú kurdnasén yahúdí re (wí navén hin kurdnasén ewropí jhí dan ku hé dijhín, lé ez wan navan nadim) ew dixwazin alfabeya latíní ú lehjeya kurmanjí bikin bela li seré mileté kurd ú kurdan perce bikin.

Ez gelek matmayí mam ku wí dosté min ev yek got. Berí vé sohbeta me bi meheké jhí nasekí min jhi ronakbírén kurmanj én Kurdistana bakur ídíayeka tam eksé vé jhi min re kiribú. Ez li dosté xwe yé soran vegeriyam min got:

– Kaka, ez jhi te re behsa ídíyeka din bikim, ku berí meheké dostekí min é din jhi min re got. Li gor dosté min é kurmanj, berpirsén desthilata Kurdistana federe, di riya Ameríkayé re bi tirkan re li hev kirine ku ew alfabeya latíní ú lehjeya kurmanjí jhi perwerdeyé bi temamí derxin, tené alfabeya erebí ú lehjeya soraní bikarbínin da tesíra bashúr li ser kurdén Tirkiyeyé nebe, Tirkiye jhí li hemberí vé, amade ye desthilata Kurdistana federe nas bike.

Belé, minaqesheyén me yén li ser pirrlehjetí ú zimané yekgirtí, heta nuha, mixabin ku li ser van esasén ne jiddí ú ne zanistí dicin. Em her yek jhi alí xwe de gorra yé din dikolin, teví ku zanista di waré ziman, lehje ú perwerdeyé de, tejrubeyén welatén dunyayé ú rastiyén welaté me gelek zelal riyén careseriyan li ber me radixin. Ímkan jhi van lékolín ú pishkinínan re nayén vekirin, her ku dice em ber bi gerrekeka ciravín a béveger a xeter ve dicin.

Jareké, jhi rastiyé gelek dúr e, ku wek neteweyekí jhi me re yek zimanekí yekgirtí divé. Li ser ruyé erdé gelek netewe ú welat hene ku ne yekzimaní ne, li welaté xwe du an sé zimanan bikartínin ú yek netewe ne. Swísre, Kanada, Hindistan, Afrikaya Bashúr jhi van welata ne. Ew hem yeknetewetiya xwe diparézin, hem jhí welatén demokratík ú péshketí ne.

Herwiha li dinyayé welat hene ku xwedan du lehje ne, herdu lehjeyén xwe jhí kirine zaraveyén resmí yén nivískí yén perwerdeyé, statuya herdu lehjeyan qasí hev bilind e li dezgeyén resmí én dewleté, welatiyén wí welatí bi kéfa xwe ne ku di perwerdeyé de kíjhan lehjeyé hilbijhérin, an nameyén xwe yén resmí bi kíjhan lehjeyé binivísin. Norvejh welatekí wiha ye ku herdu lehjeyén xwe jhí kirine resmí ú ew li ba wan qasí hev biqímet in, welatí herdu lehjeyan jhí dizanin. Norvejh perce nebúye, yek netewe ye, kes bi cavé du netewetiyé lé nanére ú yek jhi wan welatén herí demokratík ú péshkeftí ye.

Jhi aliyé din, ne rast e ku hilbijhartina lehjeyeké wek zimané yekbúyí yé resmí meriv digihíne hev ú dike yek netewe. Ev nézí 70-80 salan e ku 20 welatén ereb lehjeya qureyshí kiriye zimané xwe yé yekbúyí é resmí, lé ew hé jhí 20 welaté juda ne, ew hé jhí nebúne yek netewe.

Di ser re  jhi ber ku ew edebiyat ú huneré xwe bi lehja qureyshí li welatiyén xwe ferz dikin, welatiyén ereb én ku ne qureyshí ne jhi wé edebiyat ú huneré fahm nakin, jhé hez nakin, mizaha wé, pékanínén wé fahm nakin, wé nakin a xwe, heta ídíayek heye ku di perwerdeyé de hé nézí jhi %70-yé ereban nexwendewar in ú yek jhi sedeman jhí ew e ku wan lehjeyek xeríbé welatiyén xwe hilbijhartine, ew rewsh, perwerdeyé dijhwartir dike.

Em dizanin ku nuha li nav ereban tevgereké destpékiriye ku dixwaze her dewleteka ereb erebiya li welaté xwe hilbijhére, bike resmí.

Ídíaya biserxistina zimanekí yekgirtí jhi rastiyén welat ú metodén zanisti yén perwerdeyé nayé, jhi ídelolojhiya kevn a nasyonalízma jhakoben té ku pisht re li welatén sosyalíst wek tezén stalíníst én li ser ziman ú netewetiyé ú li devera me jhí wek kemalízm, baasízm ú nesyonalízma ereb ú faris xwe daye der, ne ilmí ye ídeolojhík e.

Jhakobenízm berí zédetirí 200 salan rú da, wé dewré, rewsha jíhané ré dida ku dewlet di péshengiya kral an serokén ku dixwest bi daré zoré yekítiya milet pék bíne, lehjeya devera qiral an serokekí bike zimané resmí é dewleté ú hemú ziman ú lehjeyén ku di nav wé dewleté de hene asímíle bike, tené lehjeyeké biserxe. Nimúneya vé ya herí balkésh Fransa ye. Teví ku jhi 200 salan zédetir e ev siyaset li Fransayé meshiya ew jhi sedí sed biserneket, anuha hin lehje ú ziman hene jhi nuh ve derdikevin meydané ú statuya xwe di nav jivaké de distínin. Fransa rúbirúyé astengí ú pirsgirékan búye, mejbúr dibe reforman di sístema xwe de bike jhi dévla yekpékhateyiya uníter a totalíter a asímílasyoníst, ber bi pirpékhateyiya ademí merkeziyetí ya demokratík a entegrasyoníst dice.

Li welatén Sovyeta beré, ídeolojhiya stalínízmé a li ser yekzimaní ú neteweyiyé ya li pey yek neteweya komunist ú yek zimané rúsí, neteweyén nav vé dewleté ber bi felaketé de bir, pash de hisht, dijhminayetí di navbera gelan de kúr kir, pisht re jhí ték cú.

Li Tirkyeyé ú welatén ereb, sístemén yekzimaní ú yek neteweyí bingehén xwe jhi fashízm ú nazízmé, jhi níjhadperestiyé ú jhi totalíterízma stalínízmé girtin, wek kemalízm ú baasízm diyar bún. Bi navé yek zimaní, yek neteweyí, yek dewletí, yek alayí, yek cín ú tebeqeyí ú bi israra dewleta merkezí ya uníter ev 80-100 sal in ku pirsgirék ú birínén gelek mezin di jivaké de hatine peydakirin.

Gava meriv li minaqesheyén ronakbírén kurd én li ser tégeha netewebúné ú pirsgiréka pirr lehjetï ú zimané yekgirtí dinére, meriv dibíne ku eré, ronakbírén kurd li her car perceyén Kurdistané li dijhí nasyonalízma ereb, tirk ú faris; li dijhí kemalizm ú baasízmé tékoshín dan jhi bo rizgarkirina welaté xwe, lé pishtí rizgarkiriné ew her eyní modelé jhi bo perwerde ú zimané resmí hildibijhérin, wé netewetiyé diparézin ku deq bi deq qopyeya ya kemalízmé, baasízmé ú stalínízmé ye. Yaní ronakbírén kurd búne kopyeyén efendiyén xwe.

Ev, gava meriv bala xwe dide sístema perwerdebúna me, ew qas jhí ne tishtekí xeríb e. Ronakbírén me yén hunduré welat hem di dema perwerdebúna xwe ya formel de, hem jhí di ya gihashtina gishtí de, di bin sístema kemalízm ú baasízmé de perwerde bún, mejhiyén wan bi paradígmayén nasyonalizmén ereb, tirk ú faris dorpéckirí bún. Yén ku derketin derva jhí pirraniya wan li welatén sosyalít én beré xwend, zanebúna wan a jivakí, perwerdeyí, pedagojhí ú gelek warén din cavkaniya xwe jhi stalínízmé, jhi ídeolojhiya sosyalíst a wan welatén hilweshiyayí girt.

Ev her sé model jhí púc búne; hin di pirsgirékan de asé búne, hin jhí hilweshiyane, lé wek di argumentén wezíré perwerdeyé Dilshad Ebdurehman de xwesh tén dítin ronakbírén kurd ders jhi sedemén van tékcúnan dernexistine, nabínin ku dewrana wan ídeolojhiyan cú, nuha em di qonaxeka nuh ya golabalízmé de ne ku welatén Ewropayé jhí té de, xelk xwe diguherin, reforman di xwe de dikin, wan bermayiyén jhakobenízmé jhí jhi nav xwe radikin. Dunya hemú jhi wé dewrané derdikeve, xelas dibe, ronakbírén kurd hé nuh destpékirine Kurdistané dixin nav wé.

Ídíayén yekgirtina ziman li ser esasé lehjeyeké jhi metodén zanistí dúr in. Standardízekirina zimanekí an lehjeyeké tishtek e ú bi navé yekgirtina ziman, ferzkirina lehjeyeké li ser lehje ú zimanén weltiyén welatekí (ku jhi lehjeyén hevdu fahm nakin) bi daré zoré tishtekí din e. Beré, di dewra qiraliyetén mutlaqí, yan serokatiyén  navendí yén totalíter de, welatiyén minoríte yén lehje, ziman, an etnísiteyén din bi daré zoré heta derejeyeké hatin bédeng kirin, lé ew nehatin tunekirin. Di shúna wé de, welat pash de man, perwerde, xwendin ú zanist li wan welatan belav nebú, welatí jhi hev dúr ketin, bún dijhminén hev.

Íro di dema vé dinya global de ku demokrasí, tolerans ú viyana serbest peywendiyén esasí én walatítiyé ne, lehjeya devereké ya ku jhi bal deverén din nayé féhmkirin, bi daré zoré nikare li ser welatiyan bé ferzkirin, é neyé qebúl kirin. Bi eksé wé, eger  lehjeyek béyí dilé welatiyan, bi qanún an zordariyan li ser wan bé ferzkirin, ew bi maskeya slogana yekítiya neteweyí be jhí dikare netewe perce bike, welatiyan li hember hev resh bike, wan jhi hev dúr bixe.

Rastiya Kurdistané wiha ye ku hemú kurd bixwazin jhí, yek lehje nikare li seranseré Kurdistané, li her car perceyan bé serdestkirin. Kurdén Kurdistana Tirkiyeyé bixwazin jhí nikarin dev jhi kurmanjí ú zazakí ú alfabeya latíní berdin ú férí soraní ú alfabeya erebí bibin. Sístema dewleta Tirkiyeyé ré nade vé ú kurd bi xwe jhí ne bi destén xwe ne. Loma divé em rastiyeké qebúl bikin, bi kémasí é hin lehjeyén kurdí eger hemú Kurdistan xelas bibe jhí demeka diréjh hebúna xwe biparézin, yekbúna wan ber bi zimanekí ve yan é nebe yan é demeka diréjh bikéshe.

Jhi délva qedexekirina hemú lehjeyan jhi bilí lehjeyeké, ya herí zanistí, ya herí pedagojhík, ya herí demokratík, humaníst ú herí nézíkker, ew e ku her lehje wek lehjeya resmí a perwerdeyé bé qebúl kirin, her lehje li devera xwe bibe lehjeya yeké, lé mufredatek bé danín ku lehjeyén din jhí li her deveré bén xwendin, bi wí awayí ku her xwendevané líse xelas kir karibe herdu lehjeyan jhí binivíse, bixwíne ú biaxive. Di réya dezgeyén perwerde ú ziman yén din re, di riya medyayé re jhí metodén nézíkirina lehjeyan bibe stratejhí da jhi bo demeka diréjh ev lehje nézí hev bibin, belkí bibin yek, yan lehjeyek di riya xwezayí re li seranser bé qebúlkirin.

Qebúlkirina pirrlehjetiyé jhi ber esasén díní jhí zarúretek e. Wek té zanín kurmanjí ne tené lehjeyek e, ew zimané díní yé díné ézídí ye jhí. Kurdistana federe nuha ava dibe ku her gel ú netewe, welatiyén jhi her díní bi zimané xwe, li gor esasén díné xwe perwerde bibin ú díné xwe bijhín. Ma dibe ku kildaní, asúrí, ermení ú tirkmaní serbest be, di perwerdeyé bé bikaranín, lé kurmanjí jhi bo ézídíyan qedexe be, ew soraní fér bibin. Siyaset ú sístemeka wiha welat ber bi demokrasí ú azadiyé, ber bi dunya modern ve nabe, ber bi kemalízm, baasízm ú stalínízmé ve dibe.

Pishtre divé em xwe bi xwe hin tirsén bémane jhi xwe re peyda nekin ú nekevin nav shashítiyén mezin. Tu bingeh tuneye ku gava em lehjeyan serbest bikin ú ew bibin zaravayén perwerdé, neteweyé kurd é perce bibe. Ew neteweyé kurd ku bi sedan sal e, di ví halé welaté perjebúyí de, di bin níré dijhmin de, teví hemú zordariyan, xwe soran, kurmanj, hawramí, zaza, lur ú feylí dibíne, lé wek nasnameyeka serekí herkes jardin dibéjhe "ez kurd im", perce nabe, jhi hev nakeve, di nav tevegera rizgariya neteweyí de mil bi milé hev sher dike, ma cima íro, gava dewleta wí hebe, ew serwer be, bikaribe bi dilé xwe bi kíjhan lehjeyé bixwaze bixwíne, kíjhan baweriyé jhi xwe re hilbijhére serbest be, cima é di halekí wiha de perce bibe?

Bileks gava bibíne réz li hemú taybetmendiyén wí té girtin, jhi bo bawerí ú kultura wí ziman ú lehjeya wí ú gelek tishtén wí yén din dewleta wí her tishtí dike, é pirtir li gel birayén xwe yén jhi lehje, mezheb ú dínén din nézík bibe, di demeka nesleké-du neslan de gelek taybetiyén welatiyan én ziman ú kulturé bi awayekí tebíi é nézí hev bibin ú belkí yek zimanekí yekgirtí jhí ava bibe.

Lé eger bi eksé vé, jhi nuha de aliyek bibíne ku her cendï wan bi hev re li hemberí dijhmin xwína xwe rét ú dijhmin qewirand, li welaté xwe ew bún serwer, íjha aliyekí din réz li ziman ú taybetiyén wí yén din nagire, heta hin hebún ú mafén wí tén qedexekirin, é dilgír bibe, hérs bibe, jhi aliyé din dúr bikeve. Bi ví awayí esas dikare percebún tékeve nav neteweyé kurd.

Loma mesela pirlehjeyí, mesleyeka xwedan gelek alí ye, jhi íxtírasén ronakbírén soran wédetir hesasiyeteka wé heye ú dikare tesíreka wé ya mezin li pasherojha me bibe. Divé em bash lébikolin, cima em é yek lehjeyí, yan pirrlehjeyiyé hilbijhérin.

Beré em li ser esasén zanistí lékolín ú pishkinínan, jhi ali zimanevaní, pedagojhí, sosyolojhí ú siyasí bikin, pisht re em biryarén xwe yén siyasí li ser van esasén zanistí bidin, qanúnén xwe li ser van esasan derxin. Yan na, bi tesíra ídelolojhiyén riziyayí ú romantízmeka jhi zanistiyé dúr, em dikarin pasherojha neteweyé xwe tarí bikin, wé jhi dinya modern a péshkeftí dúr bixin bavéjhin nav tarítiya herdu qirnén beré. Pirs pirr hesas e, divé em hay jhi hesasiyeta wé hebin.