JEFEN: Roviyé fenek

JEFEN: Roviyé fenek

JEFEN: Roviyé fenek

Rojheké padishahé daristanan shér, nexwesh dikeve. Hemú ajhal dicin serdana shér lé roví nace. Gur jhí radibe jhi shér re giliyé roví dike ú dibéjhe:

    Padishahé min va tu nexwesh í lé roví nehat serdana te, jhi ber ku te tishtekí nahesibíne.

Ev gotina gur dikeve seré shér ú pirs hérs dikeve.

Jivat belav dibe, ajhalén din jhí dicin jhi roví re dibéjhin gur giliyé te kiriye ú shér jhí bi te pir hérs ketiye.

Roví jhí rojha din dice serdana shér. Shér jhí roví dibíne ú ú jhé re dibéjhe:

    Roví te xér e? Heta niha tu li ku búyí? Tu cima nehatí serdana min?

Rovíi jhí lé vedigerine:

    Padishahé min, ez pé hesiyam ku tu nexwesh í, ez jhí hema cúm li dú bijhíshk ú lokmanan da ku jhi nexweshiya te re careyeké bibínim, jhi te re dermaneké bínim.

Shér jhí li van gotinan bawer dike ú pir kéfa wí té ú dipirse:

    Ka wé demé bibéjhe dermané min ci ye?

Roví jhí:

    Dermané te caqa guran e.

Dibéjhe ú xatir jhi shér diwxaze ú dice.

Rojha din shér zwe amade dike ú dema gur té jem wí, xwe hema diréjhí wí dike ú caqa wí jhé dike. Guré ku jané wí pir diéshe direve ú dikulime dice.

Di ré de rastí roví té. Roví jhí dibéjhe.

    Biraké gur xwediyé caqa sor jhi te re oxir be!
jhi Rewshen