{"id":874,"date":"2010-04-24T10:04:43","date_gmt":"2010-04-24T10:04:43","guid":{"rendered":"http:\/\/localhost\/wp\/wordpress\/rewsa-perwerdehiya-kurdi-li-basur-rojavaye-kurdistane-u-li-suriyaye\/"},"modified":"2010-04-24T10:04:43","modified_gmt":"2010-04-24T10:04:43","slug":"rewsa-perwerdehiya-kurdi-li-basur-rojavaye-kurdistane-u-li-suriyaye","status":"publish","type":"page","link":"https:\/\/kurdishacademy.org\/?page_id=874","title":{"rendered":"Rew\u015fa perwerdehiya kurd\u00ee li ba\u015f\u00fbr-rojavay\u00ea Kurdistan\u00ea \u00fb li S\u00fbriyay\u00ea"},"content":{"rendered":"<p><img loading=\"lazy\" decoding=\"async\" class=\" alignright size-full wp-image-873\" hspace=\"0\" height=\"160\" border=\"1\" align=\"right\" width=\"120\" vspace=\"0\" alt=\"\" class=\"caption\" title=\"Can &Ecirc;z&icirc;dxelo\" src=\"http:\/\/localhost\/wp\/wordpress\/wp-content\/uploads\/2010\/04\/jankal.jpg\" \/>Can &Ecirc;z&icirc;dxelo, 18\/11\/2006<\/p>\n<p>Ziman bingeha b&ucirc;neweriya gelan e. Ji lewra j&icirc;, parastina zim&ecirc;n parastina gel e &ucirc; azadkirina w&icirc; j&icirc; gava her&icirc; mezin di r&ecirc;ya azadkirina wel&ecirc;t de ye. Ji ber ku ten&ecirc; ziman dikare nasnameya me ya netewey&icirc; bipar&ecirc;ze, ew ji ber&ecirc; de &ucirc; ta niha r&ucirc;bir&ucirc; bi &ccedil;ewsandin, qirkirin &ucirc; pi\u015faftin&ecirc; re maye. Dijmin &ucirc; dag&icirc;rker&ecirc;n kurd &ucirc; Kurdistan&ecirc;, bo ku kurdan ji c&icirc;war&ecirc; wan rah&ecirc;l&icirc;nin, p&ecirc;\u015f&icirc; dest bi w&ecirc;rankirina ziman&ecirc; wan kir &ucirc; wek serencamek&ecirc; ne ten&ecirc; bi xak &ucirc; welat&ecirc; xwe l&ecirc; bi ziman&ecirc; xwe j&icirc; hatin dabe\u015f kirin.<\/p>\n<p><!--more--><\/p>\n<p><img loading=\"lazy\" decoding=\"async\" class=\" alignright size-full wp-image-873\" hspace=\"0\" height=\"160\" border=\"1\" align=\"right\" width=\"120\" vspace=\"0\" alt=\"\" class=\"caption\" title=\"Can &Ecirc;z&icirc;dxelo\" src=\"http:\/\/localhost\/wp\/wordpress\/wp-content\/uploads\/2010\/04\/jankal.jpg\" \/>Can &Ecirc;z&icirc;dxelo, 18\/11\/2006<\/p>\n<p>Ziman bingeha b&ucirc;neweriya gelan e. Ji lewra j&icirc;, parastina zim&ecirc;n parastina gel e &ucirc; azadkirina w&icirc; j&icirc; gava her&icirc; mezin di r&ecirc;ya azadkirina wel&ecirc;t de ye. Ji ber ku ten&ecirc; ziman dikare nasnameya me ya netewey&icirc; bipar&ecirc;ze, ew ji ber&ecirc; de &ucirc; ta niha r&ucirc;bir&ucirc; bi &ccedil;ewsandin, qirkirin &ucirc; pi\u015faftin&ecirc; re maye. Dijmin &ucirc; dag&icirc;rker&ecirc;n kurd &ucirc; Kurdistan&ecirc;, bo ku kurdan ji c&icirc;war&ecirc; wan rah&ecirc;l&icirc;nin, p&ecirc;\u015f&icirc; dest bi w&ecirc;rankirina ziman&ecirc; wan kir &ucirc; wek serencamek&ecirc; ne ten&ecirc; bi xak &ucirc; welat&ecirc; xwe l&ecirc; bi ziman&ecirc; xwe j&icirc; hatin dabe\u015f kirin.<\/p>\n<p><!--break--><\/p>\n<p>W&ecirc;rankirina zim&ecirc;n t&ecirc;&nbsp; wateya h&ecirc;sankirina hilk&ecirc;\u015fana reh&ecirc;n netewetiy&ecirc;. Ji bil&icirc; w&ecirc;&nbsp; j&icirc;, qedexekirina zimanek&icirc; dibe sedema kavilkirina yek&icirc;tiya civak&icirc;&nbsp; &ucirc; ps&icirc;koloj&icirc;k ji w&icirc; gel&icirc; re. Ji bo ku em karibin astengek&ecirc; li p&ecirc;\u015fiya pirojey&ecirc;n erebkirin, fariskirin, tirkkirin &ucirc; jinetewxistin&ecirc; deynin, div&ecirc; gava me ya p&ecirc;\u015f&icirc;n parastin, f&ecirc;rkirin &ucirc; perwerdehiya bi ziman&ecirc; zikmak&icirc; be. Ten&ecirc; ew gav w&ecirc; bibe destp&ecirc;ka hilwe\u015fandina bingeh&ecirc;n &icirc;diyoloj&icirc;k &ucirc; di heman dem&ecirc; de w&ecirc; bibe l&ecirc;daneke mezin ji komeleya raman&icirc; ya tuxmperest&icirc;, ji dijmin &ucirc; dag&icirc;rker&ecirc;n kurdan re.<\/p>\n<p><strong>Rew\u015fa perwerdehiy&ecirc;&nbsp; ya gi\u015ft&icirc;:<\/strong><\/p>\n<p><strong>1- Rew\u015fa f&ecirc;rkirin &ucirc; f&ecirc;rb&ucirc;n&ecirc;:<\/strong><\/p>\n<p>Rew\u015fa f&ecirc;rkirin &ucirc;&nbsp; f&ecirc;rb&ucirc;n&ecirc; bi gi\u015ft&icirc; ne li ser hev e &ucirc; di rew\u015feke aloz de derbas dibe. Bi gotineke ten&ecirc; mirov dikare b&ecirc;je ku ziman&ecirc; kurd&icirc; li ba\u015f&ucirc;r-rojavay&ecirc; wel&ecirc;t negih&icirc;\u015ftiye asta ziman&ecirc; perwerdehiy&ecirc;, ne ten&ecirc; ji ber asteng&icirc; &ucirc; problem&ecirc;n ku ew di f&ecirc;rkirin&ecirc; de dib&icirc;ne, l&ecirc; ji ber ku h&icirc;n ew baweriya durust bi ziman&ecirc; d&ecirc; tune ye. Ji bil&icirc; ku ti saz&icirc; yan r&ecirc;xistin&ecirc;n taybet&icirc; &ucirc; lip&ecirc;\u015f n&icirc;n in ku bi v&icirc; bar&icirc; rabin, ne r&ecirc;baz&ecirc;n (metod&ecirc;n) t&ecirc;k&ucirc;z &ucirc; durust hene, ne j&icirc; zimanzan &ucirc; pispor&ecirc;n &ccedil;alak hene ku r&ecirc; li ber mamoste &ucirc; xwendevanan vekin. Problema mezintir ew e ku ti v&icirc;n &ucirc; daxwaziyeke gi\u015ft&icirc; &ucirc; li asteke bilind ne li cem milet &ucirc; ne j&icirc; li cem r&ecirc;xistin&ecirc;n siyas&icirc; &ccedil;&ecirc;b&ucirc;ye da ku bi xwe li f&ecirc;rkirin &ucirc; f&ecirc;rb&ucirc;n&ecirc; bigerin. Ew ti\u015ft, di n&ecirc;r&icirc;na min de, ji d&ucirc;rb&ucirc;na milet&icirc; ji &ccedil;and &ucirc; kultura xwe hatiye. Tev&icirc; ku ziman&ecirc; me qedexe ye &ucirc; f&ecirc;rkirin yan j&icirc; f&ecirc;rb&ucirc;na w&icirc; wek tawanek&ecirc; ji aliy&ecirc; rej&icirc;ma S&ucirc;riyay&ecirc; de t&ecirc; bi nav kirin j&icirc;, l&ecirc; ti kes j&icirc; n&icirc;n in ku bi rast&icirc; ti\u015ftek&icirc; di v&icirc; aliy&icirc; de &ccedil;&ecirc;kin. Ew j&icirc; ji ber ku ta niha bingeheke xurt nehatiye dan&icirc;n ku milet baweriya xwe p&ecirc; bi ziman&ecirc; xwe b&icirc;ne &ucirc; bizanibe ku ew bi r&ecirc;z &ucirc; r&ecirc;zik &ucirc; yek ji dewlemendtir&icirc;n &ucirc; kevintir&icirc;n zimanan e. Ew j&icirc; ten&ecirc; bi r&ecirc;ya hi\u015fyarb&ucirc;n &ucirc; xwenas&icirc;n&ecirc; p&ecirc;k t&ecirc;.<\/p>\n<p>Div&ecirc; em bizanibin ku ziman&ecirc; ereb&icirc; ziman&ecirc; her&icirc; bandoreke ney&icirc;n&icirc;&nbsp; li ser ziman&ecirc; me l&icirc;stiye ye. Ew ziman e ku li piraniya dever&ecirc;n Kurdistan&ecirc; roj&ecirc; p&ecirc;nc caran bang p&ecirc; dibe &ucirc; di nav civaka me de roj&ecirc; p&ecirc;nc caran di m&ecirc;j&icirc; de t&ecirc; gerandin &ucirc; her&icirc; k&ecirc;m du caran t&ecirc; xwendin. Lewra ew ne ten&ecirc; ziman&ecirc; serdest e l&ecirc; ziman&ecirc; ol &ucirc; ay&icirc;n&ecirc; ye j&icirc;; anku, mirova\/&ecirc; kurd b&ecirc; hi\u015fyar&icirc; (&icirc;ngliz&icirc;: unconsciously) peyv&ecirc;n ereb&icirc; bi kar t&icirc;ne &ucirc; durusttir, watedartir &ucirc; cihgirt&icirc;tir dib&icirc;ne. Ziman&ecirc; ereb&icirc; h&ecirc;d&icirc;-h&ecirc;d&icirc; &ucirc; pi\u015ft&icirc; p&ecirc;\u015fketina tekn&icirc;k&icirc; xwe dixe nav jiyana rojane &ucirc; xwe digih&icirc;ne her malek&ecirc;. Encam&ecirc;n v&icirc; ti\u015ft&icirc; &ccedil;i di aliy&ecirc; mej&icirc;-hi\u015fiyar&icirc; de &ucirc; &ccedil;i di aliy&ecirc; ps&icirc;koloj&icirc;k&icirc; de diyar &ucirc; ber&ccedil;av in.<\/p>\n<p>Ne zimanzan &ucirc; saziy&ecirc;n ku kes&ecirc;n pispor t&ecirc; de cih bigirin ne j&icirc; pirt&ucirc;k &ucirc;&nbsp; r&ecirc;baz&ecirc;n ziman&ecirc; kurd&icirc; li ba\u015f&ucirc;r&ecirc;-rojava peyda dibin. Lewra div&ecirc; pir hewldan hebin da ku em di prosesa f&ecirc;rkirin&ecirc; de bingeh, d&icirc;rok, fireh&icirc; &ucirc; xwe\u015fb&ucirc;na zim&ecirc;n bi \u015fagirtan bidin nas kirin. Ev ti\u015ft j&icirc; w&ecirc; bibe sedema hezkirin &ucirc; r&ecirc;zgirtina \u015fagirtan\/kesan ji ziman&ecirc; xwe re.<\/p>\n<p>Di derbar&ecirc; f&ecirc;rkirin&ecirc; de, ti saz&icirc; yan j&icirc; part&icirc; v&icirc; kar&icirc; bi awayek&icirc; berfireh nakin. L&ecirc; di van dem&ecirc;n dawiy&ecirc; de hinek hewildan hene. Di v&ecirc; pirs&ecirc; de, bi taybet&icirc; partiy&ecirc;n siyas&icirc;, ger bixwazin w&ecirc; v&icirc; kar&icirc; hinek&icirc; p&ecirc;\u015f bixin ji ber ku p&ecirc;\u015f&icirc; p&ecirc;diviya milet&icirc; bi naskirineke gi\u015ft&icirc; ji zim&ecirc;n re heye. Bi her away&icirc; div&ecirc; rew\u015fa f&ecirc;rkirin&ecirc; di v&ecirc; par&ccedil;ey&ecirc; de b&ecirc; guhertin. P&ecirc;w&icirc;st e &ccedil;i kes, r&ecirc;xistin, saz&icirc;, komele &ucirc; partiy&ecirc;n li ba\u015f&ucirc;r-rojava hene d&icirc;war &ucirc; s&icirc;nor&ecirc;n tirs&ecirc; derbas kin &ucirc; dest bi xebateke rast&icirc; &ucirc; berfireh bo f&ecirc;rkirina ziman&ecirc; kurd&icirc; bikin. Eger her kes xwe bide aliy&icirc; j&icirc;, ji xwe rew\u015f ji v&ecirc; ba\u015ftir nabe. Ji ber w&ecirc; j&icirc;, div&ecirc; b&ecirc;t&ecirc;kiliya di nav kes &ucirc; dezgeh&ecirc;n ku xebata f&ecirc;rkirin&ecirc; dikin de bi t&ecirc;kiliy&ecirc;n xurt b&ecirc;ne guhertin &ucirc; part&icirc; j&icirc; bi awayek&icirc; &ccedil;alak be\u015fdar&icirc; v&ecirc; xebat&ecirc; bibin.<\/p>\n<p>Pi\u015ft&icirc; bidaw&icirc;an&icirc;na her kursek&ecirc; f&ecirc;rb&ucirc;n&ecirc;, hinek ji kes, kom, komele &ucirc; partiyan bawernameyek&ecirc; didin \u015fagirtan, l&ecirc; hin&ecirc; din j&icirc; w&icirc; ti\u015ft&icirc; p&ecirc;w&icirc;st nab&icirc;nin. Herdu aliyan j&icirc; n&ecirc;r&icirc;n&ecirc;n xwe y&ecirc;n cuda hene. Kes&ecirc;n v&ecirc; bawernamey&ecirc; didin dib&ecirc;jin ew wek h&ecirc;zek&ecirc; dide \u015fagirtan &ucirc; ziman&ecirc; d&ecirc; bi wan \u015f&ecirc;r&icirc;ntir dike; l&ecirc; y&ecirc;n nadin li ser w&ecirc; baweriy&ecirc; ne ku ev ti\u015ft w&ecirc; bibe kelemek li p&ecirc;\u015fiya f&ecirc;rb&ucirc;na ziman&ecirc; d&ecirc; &ucirc; gava \u015fagirt f&ecirc;r&icirc; t&icirc;p&ecirc;n ziman&ecirc; xwe b&ucirc; bila hestek p&ecirc; re &ccedil;&ecirc; nebe ku w&ecirc;\/&icirc; ti\u015ftek&icirc; b&ecirc;hempa bi c&icirc; aniye, bi taybet&icirc; j&icirc; kes&ecirc;n v&ecirc; bawernamey&ecirc; didin ne kesine akadem&icirc; ne. Di n&ecirc;r&icirc;na min de j&icirc;, n&ecirc;r&icirc;na duyem&icirc;n akad&icirc;m&icirc;tir &ucirc; zanist&icirc;tir e. Eger kesek ne akdem&icirc; be, &ccedil;awa dikare bawernameyek&ecirc; bide? Gelo ji maf&ecirc; w&ecirc;\/&icirc; ye? Ew kesa\/&ecirc; ku bawernamey&ecirc; dist&icirc;ne, li ser k&icirc;jan r&ecirc;baz&ecirc; (metod&ecirc;) f&ecirc;r&icirc; zim&ecirc;n b&ucirc;ye &ucirc; \u015fa\u015f&icirc;t&icirc; di w&ecirc; r&ecirc;baz&ecirc; de hene yan na? Eger du kes li gor du r&ecirc;baz&ecirc;n cih&ecirc; f&ecirc;r bibin, w&ecirc; &ccedil;awa di r&ecirc;zim&ecirc;n de bi gi\u015ft&icirc; &ucirc; di zarawey&ecirc;n ziman&icirc; de bi taybet&icirc; bigihin hev? Ev pirs hem&icirc; b&ecirc; bersiv dim&icirc;nin.<\/p>\n<p><strong>2- Astengiy&ecirc;n r&ecirc;ve&ccedil;&ucirc;na (piroseya) f&ecirc;rkirin&ecirc;:<\/strong><\/p>\n<p>Astengiy&ecirc;n sereke y&ecirc;n ku li p&ecirc;\u015fiya bir&ecirc;ve&ccedil;&ucirc;na f&ecirc;rkirin&ecirc; radiwestin ber&ccedil;av in &ucirc; her kesek ku di v&icirc; war&icirc; de kar dike dizane. Ji wan, yek k&ecirc;mb&ucirc;na t&ecirc;kiliyan, du dilsariya r&ecirc;xistin&ecirc;n siyas&icirc; ye. Ji bil&icirc; w&ecirc; j&icirc;, her kes, r&ecirc;xistin &ucirc; part&icirc;, &ccedil;i qas kar&ecirc; wan k&ecirc;m be j&icirc;, li gor&icirc; xwe r&ecirc;bazeke f&ecirc;rkirin&ecirc; dat&icirc;ne yan j&icirc; her yek ji wan pirt&ucirc;ka kesek&icirc; nas bi kar t&icirc;ne. Ev ti\u015ft dibe sedema cudahiya f&ecirc;rkirin&ecirc;. Tevl&icirc; ku \u015fa\u015f&icirc;t&icirc; bi me gi\u015fan re derbas dibin, l&ecirc; div&ecirc; r&ecirc;bazeke hevbe\u015f were hilbijartin &ucirc; her kes li gor&icirc; w&ecirc; bime\u015fe; eger na j&icirc;, pirsgir&ecirc;k w&ecirc; bi dem&ecirc; re k&ucirc;rtir &ucirc; aloztir bibe. Derbar&ecirc; v&ecirc; mesel&ecirc;, p&ecirc;\u015finyaza min ew e ku desteyek li seranser&icirc; ba\u015f&ucirc;r&ecirc;-rojava saz bibe. Ji xwe div&ecirc; her aliyek ciy&ecirc; xwe t&ecirc; de bigire &ucirc; ew deste w&ecirc; karibe r&ecirc;bazek&ecirc;\/hin r&ecirc;bazan yan amade bike yan j&icirc; yek&ecirc;\/hinekan ji y&ecirc;n hey&icirc; sererast bike &ucirc; wek r&ecirc;baza\/r&ecirc;baz&ecirc;n f&ecirc;rkirin&ecirc; bipejir&icirc;ne.<\/p>\n<p>F&ecirc;rkirina ziman&ecirc;&nbsp; kurd&icirc; li ba\u015f&ucirc;r-rojavay&ecirc; wel&ecirc;t &ucirc; li bajar&ecirc;n d&icirc; y&ecirc;n S&ucirc;riyay&ecirc; wek Heleb &ucirc; \u015eam&ecirc; di rew\u015feke giran re derbas dibe; anku, kurs li malan t&ecirc;n day&icirc;n &ucirc; hem mamoste hem \u015fagirt &ucirc; hem j&icirc; xwediy&ecirc;n mal&ecirc; di bin \u015fert &ucirc; merc&ecirc;n tirs&ecirc; de waneyan didin. Ji xwe bandora v&ecirc; yek&ecirc; j&icirc; li ser ps&icirc;koloj&icirc;ka f&ecirc;rker &ucirc; \u015fagirtan xuya ye. Di v&ecirc; dawiy&ecirc; de, anku pi\u015ft&icirc; 2005&prime;an, hin kes&ecirc;n ku di bin ban&ecirc; K.M.&Ccedil;-&ecirc; de dixebitin, boy&icirc; astengiy&ecirc;n li hember f&ecirc;rb&ucirc;na ziman&ecirc; kurd&icirc; k&ecirc;mtir bikin, kar bi rengek&icirc; n&ucirc; bi r&ecirc; ve birin, ew j&icirc; f&ecirc;rkirina xwendekaran di hundir&ecirc; zan&icirc;ngehan de &ucirc; amadekirin &ucirc; belavkirina pel&ecirc;n f&ecirc;rkirina\/f&ecirc;rb&ucirc;na ziman&ecirc; kurd&icirc; di nav xwendekaran de &ucirc; kurdan bi gi\u015ft&icirc;. Her kes&icirc; nas kir ku bandora v&ecirc; yek&ecirc; pir er&ecirc;n&icirc; b&ucirc;\/ye. Ji bil&icirc; w&ecirc; j&icirc;, ev \u015f&ecirc;weya n&ucirc; gelek pirsgir&ecirc;k &ccedil;areser kirine, l&ecirc; d&icirc;sa nikar&icirc;b&ucirc;n pirsgir&ecirc;k bi gi\u015ft&icirc; &ccedil;areser bikirana.<\/p>\n<p>Ji bo ku em astengiyan derbas bikin, p&ecirc;w&icirc;st e f&ecirc;rkirin bi r&ecirc; &ucirc; r&ecirc;bazine n&ucirc;&nbsp; b&ecirc;te kirin; anku, div&ecirc; em hem&icirc; r&ecirc;baz&ecirc;n ji ber&ecirc;&nbsp; de &ucirc; ta niha di f&ecirc;rkirin&ecirc; de hatine bi kar an&icirc;n di ber &ccedil;avan re derbas bikin &ucirc; r&ecirc;bazek&ecirc; li gor&icirc; rew\u015fa ziman&ecirc; kurd&icirc; j&ecirc; der&icirc;nin. Ew j&icirc; ji ber ku piraniya r&ecirc;baz&ecirc;n hatine dan&icirc;n yan ji boy&icirc; f&ecirc;rkirina ziman&ecirc;n mir&icirc; (wek lat&icirc;n&icirc;) hatine &ccedil;&ecirc; kirin yan j&icirc; ji f&ecirc;rkirina ziman&ecirc; duyem Z2 (L2 \/Second Language) re hatine dan&icirc;n. L&ecirc; bi gi\u015ft&icirc;, wek ku bi pirakt&icirc;k&icirc; derbas dibe, t&ecirc; xuya kirin ku p&ecirc;diviya \u015fagirt an j&icirc; xwendekaran bi ti\u015ftine bingeh&icirc;n heye, wek danzan&icirc;na d&icirc;rok &ucirc; kevnahiya ziman&ecirc; kurd&icirc;, xwe\u015fikah&icirc; &ucirc; nermb&ucirc;na w&icirc;, pirkirin &ucirc; dagirtina genc&icirc;neya peyvan, dannaskirina sedem&ecirc;n cudah&icirc; &ucirc; nav&ecirc;n zarav &ucirc; \u015f&ecirc;wezaran &ucirc; dannaskirin bi zarawey&ecirc;n (t&ecirc;rm&ecirc;n) n&ucirc;. Ev ti\u015ft hem&ucirc; w&ecirc; al&icirc;kariyeke mezin bi p&ecirc;\u015fxistin, belavkirin, f&ecirc;rkirin &ucirc; parastina ziman&ecirc; kurd&icirc; re bike.<\/p>\n<p>Em dikarin bib&ecirc;jin ku pirsgir&ecirc;ka sereke ji nasnekirina taybetmendiy&ecirc;n ziman&ecirc; kurd&icirc; f&ecirc;rkirina razber (abstrakt) e. Ziman&ecirc; d&ecirc; beriya ku b&ecirc; xwendin di pir qonaxan re derbas dibe, yek j&ecirc;, &ucirc; ya her&icirc; p&ecirc;\u015f&icirc; bih&icirc;stin e; pi\u015ftre hewldana bil&ecirc;vkirina dengan, bil&ecirc;vkirina du dengan, hewldana derxistina k&icirc;tek&ecirc;, du k&icirc;tan &ucirc; ta digihe hevok &ucirc; komekan. Eger em v&ecirc; r&ecirc;ve&ccedil;&ucirc;na p&ecirc;\u015fketina ziman&ecirc; d&ecirc; di ber &ccedil;avan re derbas nekin, em &ecirc; nikaribin astengiyan ji p&ecirc;\u015fiya ziman&ecirc; xwe rakin. Ev j&icirc; ba\u015f dide xuya kirin ku ziman&ecirc; zikmak&icirc; ji aliy&ecirc; xudiy&ecirc;n w&icirc; ve bi awayek&icirc; abstrakt nay&ecirc; pejirandin, l&ecirc; eger t&ecirc;kil&icirc; bi zimanek&icirc; biyan&icirc; re be ev pirsgir&ecirc;k dernakeve. <\/p>\n<p><strong>3- Perwerdeh&icirc;&nbsp; l&ecirc; f&ecirc;rkirina t&icirc;pan:<\/strong><\/p>\n<p>P&ecirc;\u015f&icirc;, perwerdehiya bi zimanek&icirc; t&ecirc; wateya xwendina be\u015f&ecirc;n curbicur bi w&icirc;&nbsp; ziman&icirc;; anku, gava em b&ecirc;jin perwerdehiya bi ziman&ecirc; kurd&icirc;, div&ecirc;&nbsp; em deynin p&ecirc;\u015f &ccedil;av&ecirc;n xwe ku ev perwerdeh&icirc; be\u015f&ecirc;n &ccedil;and, d&icirc;rok, kelep&ucirc;r, folklor, w&ecirc;je, ciyograf&icirc;, ziman &ucirc; r&ecirc;ziman &ucirc; gelek ti\u015ft&ecirc;n din y&ecirc;n gir&ecirc;day&icirc; w&icirc; gel&icirc; t&ecirc; de hene. Ev ti\u015ft j&icirc;, bi taybet&icirc; li ba\u015f&ucirc;r&ecirc;-rojava, ne bi v&icirc; reng&icirc; ye. Li wir bi gi\u015ft&icirc; ten&ecirc; f&ecirc;rb&ucirc;na t&icirc;pan heye, ta ziman j&icirc; bi gi\u015ft&icirc; nay&ecirc; f&ecirc;rkirin, anku f&ecirc;rkirina r&ecirc;zim&ecirc;n gelek hindik e.<\/p>\n<p>Lewra f&ecirc;rb&ucirc;n &ucirc;&nbsp; f&ecirc;rkirina ziman&ecirc; kurd&icirc; li ba\u015f&ucirc;r-rojavay&ecirc; Kurdistan&ecirc;,&nbsp; &ucirc; li S&ucirc;riyay&ecirc; bi gi\u015ft&icirc;, h&icirc;n ji f&ecirc;rkirina t&icirc;pan derbas neb&ucirc;ye; anku, mirov nikare &ccedil;&ecirc;ra perwerdehiy&ecirc; bibe. Eger em dixwazin ziman&ecirc; xwe bipar&ecirc;zin div&ecirc; em f&ecirc;rkirina w&icirc; hildin asta f&ecirc;rb&ucirc;na zim&ecirc;n &ucirc; r&ecirc;zim&ecirc;n &ucirc; pi\u015ftre asta perwerdehiy&ecirc;. Eger ti proje &ucirc; kar&ecirc;n me y&ecirc;n rasteq&icirc;n di v&icirc; war&icirc; de nebin, em &ecirc; nikaribin li ser perwerdeh&icirc; &ucirc; parastina ziman&ecirc; xwe biaxivin. Ew j&icirc; ne ji re\u015fb&icirc;niyek&ecirc; t&ecirc;, l&ecirc; div&ecirc; em rew\u015fa ziman&ecirc; xwe wek heye l&ecirc; bin&ecirc;rin. Perwerdehiya bi ziman&ecirc; kurd&icirc; ta niha dibe dengvedanek ji bang &ucirc; konferans&ecirc;n curecur re. Eger rew\u015f bi v&icirc; reng&icirc; bidome, gelek h&ecirc;viy&ecirc;n ge\u015f w&ecirc; t&ecirc;k bi&ccedil;in, ji ber ku gelek kes &ucirc; komik&ecirc;n bi&ccedil;&ucirc;k y&ecirc;n ku bo f&ecirc;rb&ucirc;na zim&ecirc;n saz dibin, di bin bandorine cuda-cuda de t&ecirc;n vemirandin.<\/p>\n<p>Eger konferans, saz&icirc;&nbsp; yan j&icirc; dezgeh kom&icirc;teyeke taybet bi amadekirina r&ecirc;bazeke t&ecirc;k&ucirc;z&nbsp; &ucirc; akadem&icirc;k saz bike, gelek kes w&ecirc; destek&ecirc; bidin &ucirc;, li gor baweriya min, w&ecirc; li piraniya dever&ecirc;n wel&ecirc;t were bi kar an&icirc;n. Ji xwe ev yek ji bar&ecirc;n bingeh&icirc;n y&ecirc;n konferans&ecirc; ne. Di v&icirc; war&icirc; de div&ecirc; em hinek&icirc; li ser gel&ecirc;n ku ziman&ecirc; xwe, pi\u015ft&icirc; li ber t&ecirc;k&ccedil;&ucirc;n&ecirc; b&ucirc;n, vejandiye rawestin &ucirc; h&ucirc;rnih&ecirc;rtineke k&ucirc;r j&ecirc; re &ccedil;&ecirc;kin, ji wan zimanan: ibran&icirc;, katalon&icirc;, &hellip;hwd. <\/p>\n<p><strong>4- Pi\u015faftin &ucirc; xwepi\u015faftin (as&icirc;milasiyon &ucirc; otoas&icirc;milasiyon li ba\u015f&ucirc;r&ecirc;-rojava:<\/strong><\/p>\n<p>Pi\u015faftin an j&icirc;&nbsp; as&icirc;milekirin di wateya xwe ya ferheng&icirc; de t&ecirc; wateya &ldquo;piroseya ku ti\u015ftek&icirc;, komek&ecirc; yan j&icirc; gelek&icirc; di hundir ti\u015ftek&icirc;, komek&ecirc; yan j&icirc; gelek&icirc; de dipi\u015f&ecirc;ve&rdquo;. Ev pirose ne ten&ecirc; li &ccedil;ar par&ccedil;ey&ecirc;n wel&ecirc;t t&ecirc; bi kar an&icirc;n, l&ecirc; li par&ccedil;ey&ecirc;n bi&ccedil;&ucirc;k &ucirc; dever&ecirc;n li Ermenistan &ucirc; Gurcistan&ecirc; j&icirc;, &ucirc; ji bil&icirc; w&ecirc; j&icirc; li Kazaxistan, Azerbeycan, Turkmenistan &ucirc; kurd&ecirc;n ku ber&ecirc; li devera Kurdistana Sor dijiyan j&icirc;. Li her cihek&icirc; ku kurd l&ecirc; dij&icirc;n, strateciya pi\u015faftin&ecirc; li ser wan dime\u015fe, bi taybet&icirc; li welat&ecirc;n dag&icirc;rker ku kurd t&ecirc; de d&ucirc;r&icirc; ciyografiya Kurdistan&ecirc; dij&icirc;n wek kurd&ecirc;n Anatoliya Nav&icirc;n &ucirc; gelek dever&ecirc;n din li Tirkiyey&ecirc;, kurd&ecirc;n feyl&icirc; li Bexda &ucirc; dever&ecirc;n din &ecirc;n komb&ucirc;n&ecirc;n bi&ccedil;&ucirc;k l&ecirc; peyda dibin, kurd&ecirc;n Xurasan&ecirc; li &Icirc;ran&ecirc;, kurd&ecirc;n &Ecirc;r&icirc;van &ucirc; derdora gola S&icirc;van&ecirc; &ucirc; li S&ucirc;riyay&ecirc; j&icirc; kurd&ecirc;n \u015eam&ecirc;, Horan, &ccedil;iyay&ecirc; Kurdan a &ccedil;iyay&ecirc;n bilind li Latqiy&ecirc;, Idlib&ecirc;, Hemay&ecirc;, kurd&ecirc;n Cisr&ecirc;, Heleb&ecirc; &ucirc; Bab&ecirc; &ucirc; gelek dever&ecirc;n din. Pi\u015faftin an j&icirc; as&icirc;milasiyon siyaseta her&icirc; qir&ecirc;j e ya ku li ser gel&ecirc; kurd dime\u015fe. Ev pirose j&icirc; ta ku bigihe armanc&ecirc;n xwe di gelek qonaxan re derbas dibe. Qonaxa her&icirc; daw&icirc; j&icirc; ew e ku ew gel xwe ji xwe ya kevin dipar&ecirc;ze &ucirc; li dij&icirc; xwe radiweste; anku, her ti\u015ft&icirc; ku taybetmendiy&ecirc;n w&ecirc;\/&icirc; ya ber&ecirc; t&icirc;ne p&ecirc; li dij radibe. Di vir de dest bi qonaxeke n&ucirc; dibe ew j&icirc; nav l&ecirc; b&ucirc; oto-as&icirc;milasiyon an j&icirc; xwepi\u015faftin.<\/p>\n<p>Derbar&ecirc; rew\u015fa ba\u015f&ucirc;r&ecirc;-rojava &ucirc; dever&ecirc;n dervey&icirc; w&ecirc; ku kurd t&ecirc;&nbsp; de dij&icirc;n, herdu rew\u015f j&icirc; hene. Li ba\u015f&ucirc;r&ecirc;-rojava pi\u015faftin bi r&ecirc;yine pir n&ucirc;jen dime\u015fe; anku, dezgeh &ucirc; saziy&ecirc;n rej&icirc;m&ecirc; bi \u015f&ecirc;weyine n&ucirc; pi\u015faftin&ecirc; bi r&ecirc; ve dibin, ji dibistanan dest p&ecirc; dike &ucirc; ta bi erebkirina bajar &ucirc; bajarokan &ucirc; bi awayek&icirc; fireh (her&icirc; dawiy&ecirc; li &ccedil;iyay&ecirc; Kurm&ecirc;nc). L&ecirc; gava em hinek&icirc; t&ecirc; de k&ucirc;r bibin, em &ecirc; bizanin ku t&ecirc;kiliy&ecirc;n kurdan bi s&ecirc; bajaran ve t&ecirc;n gir&ecirc;dan, anku t&ecirc;kiliy&ecirc;n Ciz&icirc;r, Koban &ucirc; Efr&icirc;n&ecirc; bi \u015eam, Reqa &ucirc; Heleb&ecirc; ve gir&ecirc;day&icirc; ne. Ev j&icirc; t&ecirc; w&ecirc; watey&ecirc; ku hukar &ucirc; bandoreke rojane ya ereb&icirc; li ser ziman&ecirc; kurd&icirc; heye. Ev j&icirc; r&ecirc; li p&ecirc;\u015fiya pi\u015faftin&ecirc; vedike, anku serdestiya ziman&ecirc; serdest xurttir dike. L&ecirc; gava em bala xwe bidin dever&ecirc;n din y&ecirc;n dervey&icirc; Kurdistan&ecirc;, yan j&icirc; y&ecirc;n ku ji dever&ecirc;n kurd&icirc; hatine bir&icirc;n, xwepi\u015faftin an j&icirc; oto-as&icirc;milasiyon gelek&icirc; xuya ye, bo nim&ucirc;ne kurd&ecirc;n ku nema ziman&ecirc; xwe dizanin kurd&ecirc;n Osmano li gund&ecirc;n SELMA li Latiqiy&ecirc; n&ecirc;z&icirc;k&icirc; 26 gundan e, j&ecirc; Eqreb, Henc&ucirc;r, Es&icirc;l&ecirc;, &hellip; ( E.W. Zekeriya, E\u015fa&rsquo;ir al-\u015fam, Dar al-fikir, &ccedil;ap.2 cild.2, pel.659, sal 1983) li Hemay&ecirc; gelek gund&ecirc;n kurdan hene, wek KIYAN&Icirc; ew j&icirc; &ccedil;ar gund in li bajar&ecirc; Hemay&ecirc; bi xwe j&icirc; gelek &ecirc;l&ecirc;n kurdan hene, her s&ecirc; &ecirc;l&ecirc;n mezin: BERAZ&Icirc;, MIL&Icirc; &Ucirc; MURAD in &ucirc; y&ecirc;n din j&icirc; wek Zeh&icirc;m, Kocan, \u015e&ecirc;xo, Dolan&icirc;, Re\u015fo, Sof&icirc;, Kurd&icirc;, Bozan, Orfel&icirc;, \u015eemd&icirc;nan, His&ecirc;no Qaso, Beko, \u015e&ecirc;xan&icirc;, &hellip; ev hem&ucirc; j&icirc; ji maldar&ecirc;n Hemay&ecirc; ne. Li derdora Cisr&ecirc;, li devera QESATIL n&ecirc;z&icirc;k&icirc; 25 gundan hene, ew bi xwe &ccedil;ar &ecirc;l&ecirc;n mezin l&ecirc; hene j&ecirc; CINAWIRO, li Hims&ecirc; kurd&ecirc;n derdora Dir&ecirc;k&icirc;\u015f &ucirc; kela Husn&ecirc; (ew ber&ecirc; bi &ldquo;kela Kurdan&rdquo; dihate bi nav kirin). Li Idlib&ecirc; gelek gund &ucirc; &ecirc;l&ecirc;n kurdan hene &ucirc; hem&ucirc; ji xudiy&ecirc;n w&icirc; bajar&icirc; b&ucirc;n, wek &ecirc;l&ecirc;n Bermeda, Henano, \u015eehban axa &ucirc; gelek &ecirc;l&ecirc;n din. Li bajar&ecirc;n mezin li \u015eam&ecirc; li Taxa Kurdan &#8211; a ku s&icirc;nora w&ecirc; ji rojhelat ji navbera de\u015ft&ecirc;n Berz&ecirc; &ucirc; Qab&ucirc;n, ji rojava Eb&icirc; Ceri\u015f, ji bakur Qasiyon &ucirc; ji ba\u015f&ucirc;r &ccedil;ema Yez&icirc;d, (Izid&icirc;n Mela, Hey Al-Ekrad f&icirc; med&icirc;nit D&icirc;me\u015fq, Aso. Ji A.V. Kremer) &#8211; r&ucirc;dinin, Ew hem&icirc; ji sedsalan de li wan deveran e &ucirc; bi awayek&icirc; gi\u015ft&icirc; hatine pi\u015faftin, l&ecirc; ti\u015ft&ecirc; balk&ecirc;\u015f ew e ku ti guhdan ji aliy&ecirc; r&ecirc;xistinan ve ji wan deveran re n&icirc;ne, anku ne kurs&ecirc;n zim&ecirc;n li wir &ccedil;&ecirc;dibin ne j&icirc; ti &ccedil;alakiy&ecirc;n dannaskirina ziman &ucirc; &ccedil;anda kurd&icirc; li wir saz dibin. Bi gi\u015ft&icirc; mirov dikare b&ecirc;je ku ev li dervey&icirc; hesab&ecirc;n kurdan e.<\/p>\n<p>Ev nim&ucirc;ney&ecirc;n li jor hatine diyarkirin hem&icirc; di qonaxa pi\u015faftin &ucirc; xwepi\u015faftin&ecirc;&nbsp; re derbas b&ucirc;ne. L&ecirc; kurd&ecirc;n ku n&ucirc; ko&ccedil;&icirc; \u015eam&ecirc;&nbsp; kiriye, taxine n&ucirc; ji xwe re ava dikin, bo nim&ucirc;ne taxa ZORAVA, ew hem&icirc; j&icirc; bi kurdiyeke pak diaxivin. Gelo ta keng&icirc; ew &ecirc; bi kurd&icirc; biaxivin? Li bajar&ecirc;n din wek Heleb&ecirc; ku niha wek navenda her&icirc; &ccedil;alak ji kar &ucirc; xebat&ecirc;n kurd&icirc; re t&ecirc; d&icirc;tin, hinek j&ecirc; di qonaxa yek&ecirc; re, hin&ecirc; din j&icirc; di qonaxa duyem&icirc;n re derbas dibin. Dever&ecirc;n wek Siryan, E\u015frefiy&ecirc;, \u015e&ecirc;xmeqs&ucirc;d, Bistan ba\u015fa, Bih&ecirc;d&icirc;n &ucirc; dever&ecirc;n din r&ucirc;bir&ucirc; bi pi\u015faftin &ucirc; xwepi\u015faftin&ecirc; re mane. Di v&icirc; war&icirc; de p&ecirc;diviy&icirc; bi karek&icirc; fireh bo parastina ziman&ecirc; kurd&icirc; heye, ew j&icirc; div&ecirc; bi hi\u015fiyarkirina gel &ucirc; f&ecirc;rkirina zrokan destp&ecirc; bike.<\/p>\n<p>Li ser rew\u015fa v&ecirc; dawiy&ecirc;, hin ti\u015ft&ecirc;n balk&ecirc;\u015f &ucirc; dil&ecirc;\u015f j&icirc; hene. Yek ji wan, hin hewildan ji aliy&ecirc; lurd&ecirc;n ku bi awayek&icirc; r&ecirc;xistin&icirc; n&ecirc;z&icirc;k&icirc; ol &ucirc; baweriya &icirc;slam&icirc; dibin ve derdikevin hol&ecirc;. Ew hewldan j&icirc; li ser bingeha ku t&icirc;p&ecirc;n aram&icirc; (ereb&icirc;) t&icirc;p&ecirc;n pirt&ucirc;ka &icirc;slam&icirc; ya p&icirc;roz e, ji lewra div&ecirc; ew t&icirc;p b&ecirc;ne bi kar an&icirc;n. Ji milek&icirc; din ve &ucirc; ti\u015ft&ecirc; her&icirc; balk&ecirc;\u015f ew e ku, xuyaye Tevgera Islah &ucirc; Teqedum a ku li ba\u015f&ucirc;r&ecirc; Kurdistan&ecirc;, dixwaze n&ecirc;r&icirc;n&ecirc;n xwe h&ecirc;d&icirc;-h&ecirc;d&icirc; derbas&icirc; nav kurd&ecirc;n ba\u015f&ucirc;r&ecirc;-rojava bike. Ev tevger pi\u015ftevaniya xwe ji dijmin&ecirc;n kurdiy&ecirc; digire &ucirc; daxwaza w&ecirc; jikurd&icirc;xistina &ecirc;z&icirc;diyan e &ucirc; her&icirc; daw&icirc; daxwaza wan a belavkirina t&icirc;pine taybet heye, j&ecirc; re dib&ecirc;jin &ldquo;T&icirc;p&ecirc;n Ziman&ecirc; &Ecirc;z&icirc;d&icirc;&rdquo;. Ew t&icirc;p j&icirc; bi xwe n&ecirc;z&icirc;k&icirc; av&ecirc;stay&icirc; ne. Tevl&icirc; ku van herdu n&ecirc;r&icirc;nan ciy&ecirc; xwe negirtiye, l&ecirc; eger em ten&ecirc; bi axiftin &ucirc; daxuyaniyan n&ecirc;z&icirc;k&icirc; van herdu ti\u015ftan bibin, rew\u015f w&ecirc; gelek&icirc; xerabtir bibe. <\/p>\n<p><strong>WEK ENCAMEK&Ecirc;:<\/strong><\/p>\n<p>Rew\u015fa ziman&ecirc; kurd&icirc;&nbsp; li ba\u015f&ucirc;r&ecirc;-rojava ji par&ccedil;ey&ecirc;n din ne ba\u015ftir e &ucirc; p&ecirc;div&icirc;&nbsp; bi kar &ucirc; xebat&ecirc;n n&ucirc; heye, ew j&icirc; bi xebat&ecirc;n cih&ecirc;-cih&ecirc;&nbsp; p&ecirc;k nay&ecirc;. Lewra:<\/p>\n<p>Div&ecirc; bang li hem&ucirc;&nbsp; kes, kom&icirc;te, komele, saz&icirc; &ucirc; partiy&ecirc;n kurdan y&ecirc;n li ba\u015f&ucirc;r&ecirc;-rojava b&ecirc; kirin ku ew dest bi karine hevbe\u015f bikin &ucirc; di heman dem&ecirc; de div&ecirc; ji hem&ucirc;yan b&ecirc; xwestin ku di civ&icirc;n &ucirc; daxuyaniy&ecirc;n xwe de ten&ecirc; ziman&ecirc; kurd&icirc; bikar b&icirc;nin. Pi\u015ftre, eger p&ecirc;w&icirc;st be, ji bo ziman&ecirc; ereb&icirc; wergera w&ecirc; b&ecirc; kirin.<\/p>\n<p>Div&ecirc; em pi\u015faftin &ucirc; xwepi\u015faftin&ecirc; wek metirsiya her&icirc; mezin li ser ziman&ecirc;&nbsp; xwe bib&icirc;nin, ji ber ku ziman&ecirc; me h&icirc;n ji qonaxa metirsiy&ecirc;&nbsp; derneketiye.<\/p>\n<p>Em karibin kom&icirc;teyeke taybet bi \u015fopandina pirsgir&ecirc;k &ucirc; away&ecirc; bir&ecirc;ve&ccedil;&ucirc;na siyaseta pi\u015faftin&ecirc; saz bikin, bo nim&ucirc;ne kes&ecirc;n van herdu n&ecirc;r&icirc;nan bi r&ecirc; ve dibin. Ew kom&icirc;te w&ecirc; bikaribe eger &ucirc; sedem&ecirc;n cuda y&ecirc;n ku gel berve pi\u015faftin&ecirc; dibin j&icirc; nas bike.<\/p>\n<p>Guft&ucirc;goyeke dir&ecirc;j&nbsp; &ucirc; akadem&icirc;k li ser rew\u015fa f&ecirc;rkirin &ucirc; f&ecirc;rb&ucirc;na ziman&ecirc;&nbsp; kurd&icirc; &ucirc; astengiy&ecirc;n li p&ecirc;\u015fiya p&ecirc;\u015fketina v&ecirc; pirosey&ecirc; li ba\u015f&ucirc;r-rojava b&ecirc; kirin.<\/p>\n<p>P&ecirc;w&icirc;st e em bi hev re astengek&ecirc; li p&ecirc;\u015fiya pi\u015faftin &ucirc; xwepi\u015faftina kurd&ecirc;n bajar&ecirc;n mezin (kurd&ecirc;n Heleb&ecirc; &ucirc; \u015eam&ecirc;), her weha kurd&ecirc;n ku li dever&ecirc;n din li S&ucirc;riyay&ecirc; dij&icirc;n deynin.<\/p>\n<p>P&ecirc;w&icirc;st e xebateke mezin b&ecirc; kirin da akademiyeke ziman&ecirc; kurd&icirc; b&ecirc; ava kirin. Ji bar&ecirc;n v&ecirc; akademiy&ecirc;: amadekirina l&ecirc;kol&icirc;n&ecirc;n li ser ziman&ecirc; kurd&icirc; &ucirc; \u015f&ecirc;wezar&ecirc;n w&icirc; (bi hem&ucirc; \u015f&ecirc;wezaran), amadekirina kurs&ecirc;n zim&ecirc;n ji her \u015f&ecirc;wezarek&ecirc; re &ucirc; ya her&icirc; giring j&icirc;, \u015f&ecirc;wezaran berve yekkirina t&icirc;p, r&ecirc;ziman &ucirc; zaraweyan (t&ecirc;rman) ve bibe. Ev l&ecirc;kol&icirc;n &ucirc; vekol&icirc;n div&ecirc; her&icirc; k&ecirc;m bi ziman&ecirc;n kurd&icirc;, &icirc;ngil&icirc;z&icirc;, frans&icirc; &ucirc; alman&icirc; bin.<\/p>\n<p>T&ecirc; xwestin ku em bi hev re &ucirc; bi al&icirc;kariya pispor&ecirc;n zim&ecirc;n, &ccedil;i kurd bin &ccedil;i j&icirc;&nbsp; kes&ecirc;n biyan&icirc; bin, ziman&ecirc; xwe berve ziman&ecirc; perwerdehiy&ecirc;&nbsp; ve bibin.<\/p>\n<p>Ti\u015ft&ecirc; d&icirc;&nbsp; j&icirc; p&ecirc;diviya me bi serjimareke gi\u015ft&icirc; ji rew\u015fa ziman&ecirc; kurd&icirc; re heye, bi taybet&icirc; ji wan kesan re ku li dervey&icirc; ciyografiya wel&ecirc;t dij&icirc;n &ucirc; d&ucirc;r&icirc; ziman&ecirc; xwe ketine.<\/p>\n<p>&mdash;&mdash;&mdash;&mdash;&mdash;&mdash;&mdash;&mdash;&mdash; <br \/>\nT&ecirc;b&icirc;n&icirc;: Bo agah&icirc; &ucirc; t&ecirc;b&icirc;niy&ecirc;n kes&ecirc;n ku rawestan nekirine kar&ecirc; xwe, SPAS.<\/p>\n<p>Min ev niv&icirc;s bo &ldquo;Konferansa Ziman&ecirc;&nbsp; Kurd&icirc;&rdquo; ya ku di 2006-an de li Amed&ecirc; bi r&ecirc; ve &ccedil;&ucirc;ye, amade kir &ucirc; li wir xwend. L&ecirc; pi\u015ftre bo belavkirin&ecirc;, min hin ti\u015ft sererast kirin, hin agah&icirc; j&icirc; fireh kirin. <\/p>\n<p>&nbsp;<\/p>\n","protected":false},"excerpt":{"rendered":"<p>Can &Ecirc;z&icirc;dxelo, 18\/11\/2006 Ziman bingeha b&ucirc;neweriya gelan e. Ji lewra j&icirc;, parastina zim&ecirc;n parastina gel e &ucirc; azadkirina w&icirc; j&icirc; gava her&icirc; mezin di r&ecirc;ya azadkirina<span class=\"excerpt-hellip\"> [\u2026]<\/span><\/p>\n","protected":false},"author":1,"featured_media":873,"parent":0,"menu_order":0,"comment_status":"closed","ping_status":"closed","template":"","meta":{"footnotes":""},"categories":[],"tags":[],"class_list":["post-874","page","type-page","status-publish","has-post-thumbnail","hentry"],"_links":{"self":[{"href":"https:\/\/kurdishacademy.org\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/pages\/874","targetHints":{"allow":["GET"]}}],"collection":[{"href":"https:\/\/kurdishacademy.org\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/pages"}],"about":[{"href":"https:\/\/kurdishacademy.org\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/types\/page"}],"author":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/kurdishacademy.org\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/users\/1"}],"replies":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/kurdishacademy.org\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fcomments&post=874"}],"version-history":[{"count":0,"href":"https:\/\/kurdishacademy.org\/index.php?rest_route=\/wp\/v2\/pages\/874\/revisions"}],"wp:featuredmedia":[{"embeddable":true,"href":"https:\/\/kurdishacademy.org\/index.php?rest_route=\/"}],"wp:attachment":[{"href":"https:\/\/kurdishacademy.org\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fmedia&parent=874"}],"wp:term":[{"taxonomy":"category","embeddable":true,"href":"https:\/\/kurdishacademy.org\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Fcategories&post=874"},{"taxonomy":"post_tag","embeddable":true,"href":"https:\/\/kurdishacademy.org\/index.php?rest_route=%2Fwp%2Fv2%2Ftags&post=874"}],"curies":[{"name":"wp","href":"https:\/\/api.w.org\/{rel}","templated":true}]}}