Soraní axévén akademiyé jhí li gel Soraní kirina kurdiyé ne

Spêdeya 16/11 2008-ê civata Akademiya Kurdistanê ya bingeha wê li Hewlêrê (akademiya resmî ya girêdayê serokwezîriyê li başûrê Kurdistanê) civînek li gel çend nivîskarên kurmancîaxêv li bajarê Dihokê çê kir. Di vê civînê de gêngaşe li ser zimanê kurdî yê perwerdeyê û yê resmî hat kirin. Nivîskarên Dihokê û rêveberê perwerdeya parêzgeha (wîlayeta) Dihokê ku ew jî di civînê de amade bû, rijd bûn li ser hindê ku divêt kurmancî jî mil bi milê soraniyê zimanê xwendin û fêrkirin û karûbarên fermî be.

Wan diyar kir ku nizimbûna astê serketinê di xwendingehên Dihokê de ji hemî xelkê Dihokê re bûye ciyê dilgiraniyeka mezin. Rêjeya serketina xwendinkarên amadeyî (lîseyê) %14 bû û egera vê encama gelek xerab jî ew e ku ne mamoste soraniyê dizanin û ne jî dayûbab û weha dayûbab jî nikarin ji zarokên xwe re arîkar bin. Berdewambûna vê rewşê dê bibe egera encamên gelek xerab di paşeroja xelkê vê deverê de. Ev civîn jî wek gelek civînên din bê encam bû û endamên soranîaxêv ji Akademiyê her qewaneya berê lê da ku divêt soranî zimanê bi tenê be li Kurdistanê.

Her ji ber encama xerab ya vê civînê di eynî rojê de li Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê çend nivîskar amadebûn û civînek kir û yên amade ev bûn:

1. Reşîd Findî, cihgirê Akademiya Kurdistanê.
2. Mueyed Teyib, Endamê kara yê Akademiya Kurdistanê û berpirsiyarê dezgeha Spîrêzê ya çap û weşanê.
3. Dr. Kamîran Berwarî (Benavî), mamosteyê zanîngeha Dihokê.
4. Segvan Cemîl, mamosteyê zankoyê.
5. Warkês Mosês Serkîsyan, rêveberê giştî yê perwerdeya Dihokê.
6. Hesen Silêvaneyî, serokê Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê.
7. Dr. Fazil Omer, serokê civata parêzgeha Dihokê.
8. Ehmed Ebdilla Zero, serokê berê yê Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê.
9. Museddeq Tovî, nivîskar.
10. Mihemed Ebdilla, cihgirê serokê Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê.
11. Îsmaîl Taha Cengîr, serokê tayê Dihokê yê Sandîkaya Rojnamevanên Kurdistanê.
12. Behroz Şucaî, mamosteyê zanîngeha Dihokê.

Beşdarên civînê biryar da ku ew şandekê pêk bînin û ew şande biçe cem wezîrê perwerdeyê û careka din vê arêşeyê pê re minaqeşe bike. Herweha biryar hat dan xebat û dûçûn berdewam bin heta kurmancî li deverên kurmancîaxêvan bibe fermî di hemî karûbaran de.

Berî du mehan Civata Parêzgeha Dihokê »Komîteya parastina ziman û çandeya kurdî li parêzgehên Mûsil û Dihokê« damaezrand û ew pêk têt ji:

1. Mueyed Teyib, Endamê kara yê Akademiya Kurdistanê û berpirsiyarê dezgeha Spîrêzê ya çap û weşanê.,
2. Mihemed Ebdilla, cihgirê serokê Êketiya Nivîserên Kurd li Dihokê.
3. Dr. Fazil Omer, serokê civata parêzgeha Dihokê.
4. Behroz Şucaî, mamosteyê zanîngeha Dihokê.
5. Warkês Mosês Serkîsyan, rêveberê giştî yê perwerdeya Dihokê.

Yek ji karên vê komîteyê jî ew e ew li pey xebat û karên bikaranîna kurmanciyê di perwerde û xwendingehan de li deverên girêdayî wîlayetên Dihok û Mûsilê biçe û kar ji bo bike.

Serkaní: Kulturname

Comments are closed.

Copyright © Kurdish Academy of Language all rights reserved