you can login to your account or register with kal

Akademiya Kurdí di konferansa zimaní de ci kir ser berké

Dirbas Mistefa, Rojhnameya Evro, 29/12/2009

Konferansa zimané kurdí bo demé sé rojhan li Hewléré hate géran. Jhi bo zanína enjaman me ev dídar kirin. Dr. Íbrahím Ehmed Simoyí li ser cúna shandé Dihoké bo konferansa zimané kurdí li Hewléré got:

Ez her jhi destpéka cúna me bo konferansé reshbín búm ku bigehine wé armanjé ya ku wan di bineret de di raporta xwe de bo me hinartí ku daxwaza wan ew e ku di wé konferansé de diyalekta Soraní bibe zimané fermí yé heréma Kurdistané. Lé jhi enjamén wé béhinfirehiya me heyí jhi bo careserkirina késhén kurdí ci siyasí bin yan girédayí kultur ú edebiyaté bin cún cétir e jhi necúné, danústandin cétir e jhi dabiríné.

Her jhi rojha yeké jhi serúsímayén hevalén pishikdar di konferansé de diyar bú; yan divét weku wan be yan konferans nagehe ci enjamén xwe yén bash. Hinér di wé ré re búye ku wan fishar diéxiste ser me hemiyan, belku em béjhine wan; eve me dest jhi konferansé berda. Lé bi yekgirtina van hevalan, me hemiyan shiya xwe ú bimínin heta dúmahiya konferansé.

Reng e 23 demjhimér di danústandiné de sebaret babetekí hosa gelek bin, lé di enjamé de ú jhi bo xizmetkirina zimané kurdí ne 23 demjhimér, belku 23 sal jhí jhi bo miroví di danústandiné de jihé serbilindiyé ye ku bigehine enjameké.

Jhi rojha yeké xuya bú ku ew cawa dinérine Kurmanjiyé, bi tiné dinérne hindé ku weku xéreké bi me dikin ú bi tiné heta réza siyé seretayí Kurmanjí be. Hemí namenivísín ú navén tax ú jade ú kolan ú hemí nivísarén dam ú dezgehén mírí bi standardé Soraní bin ú Soraní bibe zimané fermí yé herémé. Vé bi rastí em jiniqandin! Me ew bocún nebún, yén me gelek jhi yén wan berfirehtir bún, cunku heke em vé késhé berúvajhí bikin, eré ew da cawa shén pesenda hindé bikin ku zimané fermí bi Kurmanjí be.

- Weku diyar bú wan péshwext berheviya xwe kiribú ku devoka Soraní bibe zimané fermí li herémé ú hún weku mévan daxwaz kiribún, anku xwarineka lénayí bú ú hemí da pék ve xwin. Lé wan ew hizre nekir ku dé ev berevaní jhi aliyé shandé Behdínané ve li Kurmanjiyé béte kirin? Dr. Íbrahímí got:

Bi dítina min ew héshta li ser hizra destpéka damezrandina Korí Zanyarí Kurd ya li salén heftéyan de dicún. Di wí caxí de kawdanén devera me weku yén Silémaniyé nebúne. Renge cend kesek jhi devera me cúbine di nav Koré Kurdí de yan jhí di nav késhe ú nivísína kurdí de tilén destan búbne, lé nuke di caxé azadí ú péshkeftina zimanan de rewsh hatiye guhartin.

Ez berpirsiyarane dibéjhim her jhi cún ú nerína me bo hola konferansé ev béhne té de hebúye ku dé komek jhi devera Behdínan hén ú em dé car ristén bi rékúpékén zimané kurdí béjhine wan ú em dé milé ví ú yé dí girin ú dé zaré Soraní bibe zimané fermí. Heker em xaleké jhí li biní binvísin ku jhi bo zarokí pédiví ye heker heta qonaxa siyé seretayí nebe, heta qonaxa nehé bineretí bila bi Kurmanjí be.

Jhi bo standardkirina zimané kurdí te pédiví bi raya heftsed ú pénjih hezaran heta milyon kesan e li devera Behdínané, ew birayaré didin, ne em didin. Em daxwazkirí bún bo vé danústandiné, lé wan hizra biryardané li ser ví babetí kiribú, lewma me li wé ré pirsiyar kir ké hún spardine ku biryar li ser ví babetí béte dan? Ci referandum cébúne ku zimané Soraní bibe zimané fermí yé heréma Kurdistané ú kí dibéjhe dé qebúl kin? Sereray me bawerí heye ew dé razí bin cunku zimané zikmakí yé wan e. Hevalén me shiyan bi réya peydakirina dokumentén méjhúyí sebaret diyalekta Kurmanjiya me (jhorí) ú dokumentén zimaní li ser wan welatén yek netewe ú bi cendín zimanan diaxivin ú dokumentén edebí li ser méjhúya nivísína edebiyaté (shíir ú pexshan) li Kurdistané, dokumentén perwerdeyí jhi aliyé hindé ve ú ew amarén me danan ber síngé wan yén peydabúna radyo ú televízyon ú rojhname ú kovaran, bi rastí ew keftine di halé jiniqíné de; ku ev ci búne me daxwazkirín bo ví babetí!

Geheshte wé radeyé yan eve yan em li ser ci razí nín in. Helbet me pé xwesh nebú, hercende li babeté (tewafiqé) me nermatiyek níshan da jhi bo ku seda sed ne weku me ú ne weku wan ú em béxine ber referandumeké ú xelk biryaré bide. Ewa em gehishtibané jhí biryar ya me nebú, cunku em cend kesek bún hatibúne daxwaz kirin bo danústandiné ú pashí bínin ú di nav xelké xwe de baleva bikin.

Min divét amajheké bidim nivísína Dr. Helkewt (xelké Hewramané ye) ku jhi Fransayé hatibú. 80% jhi viyana me di raporta wí de hebú, me daxwaz kir ku ew bibe bernameyé Akademiyé, lé diyar bú ku ew jhi wé jhí razí nebún, yan weku wan ya konferansé ser negirt.

Me di enjamé de sernegirtina konferansé qebúl kir. Cunku di shiyané de níne sepandina diyalekteké li ser yeka dí, lewa em negehshtine ci enjaman ú wan jhí ci asoyén hindé nísha me nedan ku jareka dí berhev in jhi bo ví babetí konferansan yan danústandiné bikin. Herwesa ev bo jara yeké ye di jhiyana xwe de ez xweshiyeké di konferanseké yan danústandinén edebí de dibínim ku xwe bi berpirsyarí bibínim jhi her hilingiftineké da ku sube méjhú me bi reshí li qelem nede. Lewra jhí dibéjhim ne sekeftin bú ku em péhatin, lé ne daxwazeka di jihé xwe de búye ku Akademiya Kurdí jhi bo meremeka destpékí ya destníshankirí vé bike. Lé Konferansén hosa béne bestin jhi bo danústandin ú dítina delíveyan jhi bo xurtkirina dítinén careseriyan bo bi hézkirina zimané kurdí em di gel de ne. Lewra bi tiné dishém béjhim serkeftinek van hevalén cúne wé deré bi dest xwe ve ína ku shiyan nameya xelké deveré bigehínin ú ésh ú azarén zarok ú qutabxane ú réveberiyén xwe bigehínine wé deré.

Li dúmahiyé ewén em jhi vé ré cún gehishtine wé cendé ku daxwaza dustandardiyé dikin bo evroya Kurdistané ú zarén dí jhí mafé xwe hebe.

- Mueyed Teyib weku kesaneké rewshenbír ú shareza di warén juda juda de ú yek jhi xemxwerén zaravé Kurmanjiyé, ne pishikdaríkirina wí di konferansa zimané kurdí de jihé pirsiyaré bú! Lé Muyedí jhi bo vé yeké got:

Ya ku berheviya vé konferansé kirí Akademiya Kurdí bú. Akademiya Kurdí jhí ev konferans géra jhi ber ku me pitir jhi du salan li ser vé pirsé danústandin kirin ú em negehishtine ci enjaman. Édí jivata bilind ya Akademiyé biryar da ku em wek endamén kara yén Akademiyé negehishtine ci enjaman ú bashtir ew e em daxwaza hindek kesanén dí bikin ku guhdariya wan bikin ka ew ci dibéjhin. Her endameké kara sé nav péshniyar kirin bo ku di wé de berhev bibin. Di biryara bestina konferansé jhí de ew bú ku híc endameké kara yé Akademiyé di konferansé de amade nebe ú pishikdariyé di danústandinén wé de neke, jhi ber hindé ez necúm.

Hercende Akademiyé pégirí pé nekir ú li wé ré cend endamekén kara yén Akademiyé (weku hevalan behis kirí) amade bún ú pishikdarí jhí di danústandinan de kir. Lé biryar ew bú híc endameké kara yé Akademiyé di vé konferansé de pishikdar nebe. Ez jhí weku endameké kara yé Akademiyé pégir búme bi vé biryaré ku amade nebúme. Lé ew hevalén ku cúne wé deré erké xwe gelek bash bi jih aní, bi rastí jhí gotin ú dítin ú bocúnén wan li ser vé pirsé gelek zanistí ú héjha bún ú jihé rézgirtina hemú aliyekí búye. Ez destxweshiyeka mezin li wan hemí hevalan dikim yén li wé ré tagirén zanisté ú yekítiya neteweya kurd búne ú li dijhí demargíriyé búne.

- Li gor dítina te madem hún li Akademiyé negehishtine ci enjaman ma bashtir nebú Akademí weku aliyeké bélayen (nealígir) di vé konferansé de rawestiyaba, li jiyé wí helwísté péshwext yé wergirtí? Mueyed Teyibí got:

Ez hemí gavan di danústandinén jivata bilind ya Akademiyé de tagiré wé cendé búme ku em, bi taybetí jhí Kurmanjí ú Soraniyé nézíkí yekúdu bikin. Em kar bikin jhi bo ku termonolojhiya me yek be, jhi bo ku navén welatan béne cespandin bi yek shéweyí, ka ew peyvén em jhi zimanén biyaní werdigirin em wan cawa binivísin ú cawa bi lév bikin. Gelek tisht hebún me dishiya di wé ré de bikin, lé mixabin aliyé dí jhi destpéké ú heta dúmahiyé jhí rijhd bún Kurmanjiya jhérí bét sepandin ú Kurmanjiya jhorí di híc wareké fermí ú xwendiné de nebe. Tenanet hindekan dítina wan ew bú ku di nav dezgehén ragihandiné de jhí ew bi kar nehét ú jhi bo wé em negehishtine ci enjaman.

Ev konferans jhí negehishte wé jhi ber ku dísa du dítin hebún;

Ék: Dítinek li ser sepandina zarekí, ew dítin demargírí ye ú dixwaze rola hemí zaravén dí yén kurdí berze bike.
Du: Dítina dí dítineka demokrat ú zanistí ye ku dibéjhe ev zarén kurdí hemí zimané kurdí ne ú bi yek pile ú paye divét li hemí warén jhiyané bi kar bén.

Du dítinén gelek jhék dúr bún. Min jhi ber hindé di gotineka xwe de bo rojhnameya War, berí konferans béte kirin got: Ez péshwext dizanim ku ev konferans nagehte ci enjaman ú deh konferansén bi ví rengí jhí béne géran dísa nagehine ci enjaman. Cunku ew dítin gelek jhék dúr bún; dítinek ínkar e ú dítina dí berevaniyé jhi hebúna xwe dike. Danústandin di navbera du aliyan de nahéte kirin wexté aliyek ínkara hebúna yé dí bike.

- Bi dítina te care bo vé pirsé ci ye?  diyar kir ku:

Bashtirín nexsheré jhi bo careserkirina pirsa zimaní li heréma Kurdistana Íraqé ú seranserí Kurdistané, jhi ber ku ziman bi herémeké ve girédayí níne, ziman yé neteweya kurd e, wexté em li heréma Kurdistané jhí behsé zimané kurdí dikin, divét em hemí parceyén Kurdistané ú hebúna hemí kurdan jhí li bercav bigirin, lewma bashtirín nexsheré jhi bo careserkirina wé dítin ú bocúnén Emír Hesenpúrí ne ku wí di nameyeka xwe de bo Akademiyé hinartibún. Ew name jhí hatiye belav kirin ú li her dereké heye. Dítin ú bocúnén Emír Hesenpúrí, jhi ber ku ew sosyolingvistíkeké mezin ú navdar yé jíhané ye ú dítin ú bocúnén wí di waré zimanzaniya jivakí de ne tené di nav kurdan lé li hemí jihekí li bercav tén girtin. Ew mamoste ú profesor e li zankoyé li Kanadayé, kurdé parceyeka dí ye ú xelké Mehabadé ye. Li ser pirsa heréma Kurdistané ú késheya zimaní bashtirín nexsheré nameya wí ye, em wé li bercav bigirin ú pé kar bikin. Heker em wé bikin em dé yekítiya neteweya kurd jhí biparézin ú em dé pirs ú késheya zimaní bi awayeké demokratí ú zanistí careser bikin.

- Tu cend di berjhewendiyé de dibíní ku em nuke daxwaza jotstandardiyé dikin? Dr. Ebdul Wehabí Xalidí got:

Jhi bo evroya Kurdistané bash e hizir li zimaneké standard béte kirin. Lé péwsít e ew bírkirin ya húr ú jhírmendane ú dúr be jhi hizrén berteng ú serpéyí. Cunku her cawa be bírkirina her aliyekí bírkirineka kurdan ye ú bi hesteka kurdperwerane axiftinkerén her diyalekteké yan devokeka zimané kurdí xwe bi kurd dzanin ú zimané xwe jhí bi zimané kurdí dizanin. Kewate her demé me bivét jhi bo geshkirin ú xurtkirina zimané kurdí gaveké bo pésh bavéjhin, pédiví ye ev binemayé (xwe bi kurd zníné) bikin zemíne jhi bo nézíkkirina hizr ú bíran li dor pasherojha zimané kurdí.

Demé em vedigerine ser méjhúyé ú beré xwe didin díroka behreya pitir ya miletén bindest, em dé bínin ku ew di qonaxa azadbúné de keftine ber vé késheya zimaní ya di vé qonaxé de me kurd jhí li heréma Kurdistané keftiné. Kewate ev diyardeye ne diyardeyeka ékane ye ú taybetmend e bi kurdan ve weku hindek bír lé dikin ku ci rék naciné ú tenha careseriya wé xwe bi tiné dítine. Ku enjamén (xwe bi tiné dítiné) jhí jhi bilí peydakirina seqayeké duberekí ú azirandina xelké Kurdistané bi hizra ci tishteké mifadar ú stratejhí bo pesherojha xelké Kurdistané li dúv xwe nahéle. Lewra bi hizra min di vé qonaxé de giringí bi hemí diyalekt ú devokén zimané kurdí béte dan, dé kareké bi mifa be bo pasherojha zimané kurdí ú dewlemedniya wí ú man ú hebúna wí weku zimaneké zindí ú serdeman e.

- Hercend e me ev pirsiyar jhi Dr. Íbrahímí jhí kir, lé tu ci dibéjhí bo cúna konferansé ku té de berheví bo biryardana péshwext hatibú kirin? Dr. Ebdul Wehabí got:

Berhevkirina projheyén péshwext ú pakítkirí ú di jhorén berteng de, li giyané jhiyana tevayé ú hizrén demokratík nagunj e. Bi hizra min ew projheyé jhi layé Akademiya Kurdí ve hatiye berhevkirin béhna sepandina diyalekteka bi tiné ya zimané kurdí jhé dihat, ku ew jhí diyalekta (Kurmanjiya jhérí) ye. Helbet ev cende jhí dizivire ve bo wé cendé ku hisabeka bash bo diyalektén dítir yé zimané kurdí nahéte kirin ku evro li heréma Kurdistané diyalekta Kurmanjí jhí weku bishkujheké ye ya gesh e ú weraré dike ú geshbúna wé jhí di xizmeta zimané kurdí de ye.

Jhi layeké dí ve, diyar e birayén me li Akademiya Kurdí diviya (sheríyeteké) bidine diyalekta Kurmanjiya jhérí ú me amadebúyiuén konferansé bikin dídevan li ser projheyé xwe. Belgeyé me jhí li ser wé cendé ew e ku evro diyalekta Kurmanjiya jhérí mil bi milé Kurmanjiya jhorí li heréma Kurdistané dihéte peyrew kirin ú ci metirsí (xeter) li ser níne. Lé diyar e Akademiya Kurdí diviya bo pasherojhé jhi bo diyalekta Kurmanjiya jhérí ceperekí durist bikin, ew jhí bi yasayíkirina wé bú jhi layé perlemané Kurdistané ve.

- Dr. Fazil Omerí weku rewshenbír ú edíb ú zimanvan bo nepishikdaríkirina xwe di konferansa zimaní de got:

Dergehé vekirí nebú, ev birader bi nav hatibúne bang kirin. Véja ci zimanzan li derve ú ci li nav de ci jhí tékelí di gel zimaní hebe yan ne. Kesé negotibúye min, we diyar e ez ci jhi metní nizanim!

- Li dor dítinén xwe li ser vé konferansé Dr. Fazilí got:

Kirina konferansan bi shéweyeké berdewamí tishteké bash e, hindí birader bishén yekúdu bibínin ú diyalog ú hevdítin ú danústandinén ku enjamek hebe, tishtén bash in ú kes neshét béjhe xirab in. Lé bi dítina min ewén pé rabún hindek plan di serén wan de bún ku diviya ew plan jhí bi hindek biraderén dí béne kirin. Akademiya Kurdí divya bíst biraderan bíne ku ev núnerén mileté kurd in ú dé biryareké bi wan bide kirin. We diyar e birader jhi hindé sharezatir ú bi aqiltir bún, lewma ci biryar nehatine dan cunku bíst mirov núneratiya mileté kurd nakin da zimaneké yekgirtí bo dabinin, bi rastí xeletí di wé ré de bú.

Bi dítina min jhí ev rengén armanjén renge béhin jhé bihét li pasherojhé jhí ser nagirin. Pédiví ye em kurd di nav xwe de hindí me zulm ú zorí ú buhujhín dítine, pédiví ye em kurd li yekúdu bi ví rengí hizir nekin ú pílanan li ber yekúdu negérin.

Ez jhí du salan li Akademiyé búm ú projheyé me ew bú ku bi kématí em ferhengeké bo kurdan dabinin, em rézimaneka beramberí (muqarin) bo herdu diyalektén serekí dabinin. Ci akademiyan li jíhané zimanén fermí cé nekirine véja heta ya me! Ka bila ew ferhengeka yekgirtí cé bike ú pashí ew pirsiyara zimaneké yekgirtí bike.

- Dr. Fazil Omerí li dor jotstandardiyé got:

Ev rastiyeka mileté kurd e. Di méjhúyé de cénebúne ku em béjhin zimané bajhérekí yan yé shah yan sultané wan bibe zimané fermí yé wé dewleté ú pashí xelik hemí cav lé bikin. Me mírgeh hebún ú her mírgeheké zimané xwe hebúye ú li demé xwe li Hewremané zareké kurdí zimaneké edebí yé dí búye. Ci jara méjhúya kurdan yekgirtí nebúye, jhi ber hindé jhí bingehén sharistaniyé yén juda cébúne, eve jhí ne shermezarí ú kémasí ye! Eve jhí rastiya méjhúya me ye ú divét em rézé lé bigirin heta ku wextekí em shiyan ku li pasherojhé zimaneké fermí yé yekgirtí, yan zimaneké yekgirtí yé durist cé kin, weku íngilíziya végaví yan erebiya (fesíh) qureyshiyan cé kin, eve babeteké dí ye. Lé nuke ne jotstandard, pitir heke me hebin ez bi rewa dibínim, heker devera Hewreman ú Zaza jhí bi zaré xwe bixwínin, tishteké gelek sirushtí ye. Giring ew e ku pézanín bo wí xelkí bi zimanekí bicin ku xelk ú zaroyén wan zú fér bibin ú tébigehin.

- Li dor sepandina zarekí bi ser yé dí de Dr. Ferhad Pírbal weha axiví:

Soraní ne ziman e lehje ye ú Kurmanjí jhí ne ziman e lehje ye. Jhi ber hindé jhí ez wesa tédigehim pédiví ye ku Akademiya Kurdistané, dezgeheké zanistí yé Kurdistané biryaré bide, wí demí ew dezgeh akademí dibin wek perlemané akademí ú her biryareka ew bidin ez bi xwe dé bi jih bínim. Lé ez qebúl nakim ú li nik min dursit jhí níne Soraní li ser hemí devera Behdínan béte sepandin, ew jhí rast níne ku zaré behdíní li ser hemí devera Soran yan Hewreman béte sepandin. Ev aríshe pédiví vekolíné ye ú xelké shareza ú bispor lé bikolin ú bigehine biryareké.

- Ew Akademiya tu jhé dibéjhí diviya zaré Soraní li ser zaré behdíní ú hemí zarén kurdí bisepíne? Dr. Ferhadí got:

Ev xelet e. Zor zor xelet e Soraní li ser gundekí li devera Behdínan béte feriz kirin. Cunku zaroyí ci ye, dé bo wí zehmet be, bi heman shéweyí bo zaroyé Soraní jhí xehmet e ku li qonaxa seretayí behdíní bixwíne, cunku kadir níne ú li vé ré jhí mamosta níne ku Soraniyé bo zaroyén Behdínan shirov bike. Demé tu biryareka hosa derbiéxí divét te kadir ú plan hebin. Heker te eve nebin ew biryare (hemaqet e), jhi bre ku te ci mamoste nínin ku Soraniyé férí qutabiyan bikin li qutabxaneyén seretayí li Zaxoyé, ew weku wé ye ku tu wan férí zimané (cíní) bikí!

- Jhi bo careserkirina vé arísheyé Dr. Ferhadí got:

Care ew e kombún ú danústandin cé bibin, vekolín ú dírase béne kirin, evja bigehine hindek biryaran ku di shiyané de bin béne bi jih anín, ev dé nehéte bi jih anín.

Tébíní: Ev hevpeyivín jhi malpera rojhnameya Evro yé bi nivísína Kurdí-Erebí hatiye wergirtin. Malpera Kulturname.com ew aniye ser alfabeya Kurdí-Latînî. Li viré KAL ew gotaré végerraní ser nivísína Yekgirtíya Kurdí-Latíní.

No votes yet