you can login to your account or register with kal

TZP-Kurdî: Ji bo ziman dakevin qadan

TZP-KurdîAktuelbûn: 31/8/2008

Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-Kurdî) bi şîara 'Êdî bes e em bi zimanê xwe perwerdehê dixwazin' 2'emîn Konferansa xwe pêk anî. Di konferansê de bang li dewletê hat kirin ku 'Divê Tirkiye êdî nasname û zimanê kurdî nas bike'. Di konferansê de hat gotin ku dê ji bo ziman mîtîngan pêk bînin û bila kurd ji bo ziman dakevin qadan TZP-Kurdî 2 sal berê ji bo pêşîgirtina asîmîlasyona li ser zimanê kurdî, xebat û pêşvebirina wî hat avakirin. TZP-Kurdî 27-28'ê tebaxê bi beşdariya 60 delegeyan li Amedê 2'yemîn konferansa xwe pêk anî.

Di konferansa 2-yê de bang li dewletê hat kirin ku 'Divê Tirkiye êdî nasname û zimanê kurdî nas bike'.

Di konferansê de der barê nasname û zimanê kurdî de biryarên girîng hatin girtin û her wiha xebatên TZP-Kurdî yên 2 salan, asîmîlasyon û otoasîmîlasyona li ser zimanê kurdî hatin nîqaşkirin.

KOKA KURDÎ KÛR E

Di konferansê de delegeyan destnîşan kir ku hezar sal in gelê kurd li ser axa Mezopotamyayê dijî û zimanê kurdî jî xwedî bingeheke qaîîm e. Delegeyan diyar kir ku ji Baba Tahirê Hemedanî heta Ehmedê Xanî, ji Evdila Goran heta Cegerxwîn bi sedan wêjevanan bi vî zimanî berhemên xwe pêşkêş kirine û li hemberî zordariyan salê bi dehan berhemên xweşik tên pêşkêşkirin.

Delegeyan di axaftinên xwe de anîn ziman ku wêjeya kurdî ya devkî (dengbêjî) li hemû cîhanê hatiye nasîn û wiha got:

"Zimanê kurdî ji çîrokan heta gotinên pêşiyan, destanan xwedî dewlemendiyeke çandî ya kûr û berfireh e. Heta niha destanên wek Kela Dimdim, Xecê û Siyabend, Mem û Zîn, Cembeliyê Kurê Mîrê Hekaryan û Binevşa Narîn, Zembîlfiroş û bi dehan destanên din bi xweşikiya zimanê kurdî ve gihîştine îro."

Di konferansê de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê ji 20 mîlyonan zêdetir kes zimanê kurdî bi kar tînin. Her çiqas ji aliyê girseyeke evqas mezin bê bikaranîn jî ji ber ku her tim rastî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê tê ji hemû mafên ziman û çandî mehrûm maye. Li hemberî hemû kirinan gelê kurd zimanê xwe parastiye, ber xwe daye û bi derfetên xwe ve ziman heta îro aniye."

Di berdewama axaftinê de wiha hat gotin: "Dewleta tirk hê jî li gorî sersala 20'emîn netew-dewletê tevdigere. Dem êdî dema yek ziman, yek çandî nîn e, dema pirzimanî û pirçandiyê ye. Pirzimanî êdî wek dewlemendiyekê tê qebûlkirin. Di qanûnên navneteweyî de asîmîlasyon wek sûcê mirovahiyê tê qebûlkirin. Ligel van hemûyan rayedarên Tirkiyeyê li gorî zîhniyeta sedsala 20'emîn tevdigerin. Êdî gelê kurd jî hatiye asta ku van polîtîkayan qebûl neke. Divê Tirkiye dev ji van polîtîkayên kevn berde û ziman û nasnameya kurdan nas bike." AMED

Di konferansa TZP-Kurdî de ev biryar hatin girtin

Di delegasyona konferansa TZP-Kurdî de hat gotin ku bila kurd ji bo bi zimanê xwe perwerde bibin dakevin kuçeyan û vê daxwaza xwe bi riyên demokratîk pêk bînin. Li gorî daxwazên TZP-Kurdî hin biryarên çalakiyê girtin. Di konferasan TZP-Kurdî de ev biryar hatin girtin:

1- Ji bo çareseriya zimanê kurdî divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Ji bo wê çareseriya herî baş Xweseriya Demokratîk e. Delegasyona konferansê bang li dewletê dike ku mafê Xweseriya Demokratîk a gelê kurd bê nasîn.

2- Delegesyona Konferansê bang dike ku dewlet zimanê kurdî bi awayekî fermî nas bike û bila bikeve bin mîsogeriya makeqanûnê.

3- Divê zimanê kurdî ji kreşan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehê. Hemû astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bên rakirin. Ji ber vê yekê divê perwerde ji desthilatdariya dewletê derkeve bikeve destê gel. Delegasyon ji bo wê dixwaze ku gav bêne avêtin ji bo vê gava yekem divê li zanîngehan beşa Kurdolojî û Enstîtuyên Perwerdehê bên vekirin. Her wiha ji bo perwerdehiya bi ziman û wêjeya kurdî ji bo mamosteyên kurd kurs bên vekirin. 

4- Delegasyonê bang li dewletê kir ku asîmîlasyonên li ser ziman bên rakirin, ji bo kurdî cudahiya pozîtîf pêk bê.

5- Delegasyon balê dikişîne navên herêm û cihên kurdan ên hatine guhertin û delegasyon dixwaze ku navên kurdî yên orîjînal bi awayekî fermî bêne nasîn û bêne bikaranîn.

6- Delegasyon, pêşîgirtina îbadeta kurdî ya dewlet pêk tîne wek înkara Xwedê û Quranê bi nav dike û bang li dewletê dike ku bila astengiyên li pêşiya îbadeta kurdî bên rakirin.

7- Delegasyon dê bi slogana 'Êdî bes e em bi zimanê xwe perwerdehê dixwazin' bi tevî sazî û dergehan hin çalakiyên demokratîk pêk bîne. Ji bo vê jî dê di 10'ê îlonê de li Êlihê bi beşdariyeke berfireh mîtîngek bê lidarxistin.

8- Delegasyona TZP-Kurdî ji bo çalakî pêk bên bangî hemû saziyên kurdan dike. Her wiha bangî kurdan dike ku bi rihê seferberiyê beşdarî di serî de li mîtînga Êlihê û yên din bibin.

9- Delegasyona konferansê bal kişand ser helwesta Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê fermîkirina zaravayê soranî. Hate gotin ku ev yek tu faydeyê nade gelê kurd û yekitiya wî. Berevajî vê yekê, ev yek zirareke mezin dide yekitiya gelê kurd û di xizmeta dijminên gelê kurd de ye. Lewre bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dest ji vê biryara xwe berde û digel zaravayê soranî zaravayê kurmancî jî di hemû qadên fermî de bi kar bîne.

--~--~--~--~--~--~--~--~--~--~--~
Cavkaní: Azadiya Welat

No votes yet

In focus articles