you can login to your account or register with kal

Konferansa Çand-Huner û Wêje ya Kurd, 11-12 of Dec 2010

  ‘ Ji Bo Pêşxistina Çanda Netewî ya Demokratik, Yekîtiya Netewî’ 

Di 11-12’ê Berfanbara 2010’an li Amedê dê 1. Konferansa Çand-Huner û Wêjeyê were lidarxistin. Di dîroka gelê me de cara yekem dê hunermend, nivîskar, rewşenbîr û mirovên çandê di asta netewî de li ser çavkaniyên dirokî yên çandê bisekinin û li ser rojevbûn û perspektîfa pêşeroja wê dê nîqaşên berfireh bimeşînin. 1. Konferansa Çand-Huner û Wêjeyê ya Kurdan mîna ku ji bo netewe kurdan dê bibe gaveke dîrokî, di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn û bi giştî ji bo mirovahiyê jî dê bibe berpirsiyariyeke wîcdanî, exlaqî û polîtîk. Bêguman dê lidarxistana konferanseke bi vî awayî ji bo têkoşîna gelê me ya gihîştina nirxên mirovahî û azadiyê bibe tevkariyeke mezin. 

Armanca bingehîn a vê konferansê parastin û pêşxistina nirxên madî û manewî yên ku gelê me di nava dîrokê de bi kedeke mezin afirandine. Nirxên çandî ji bo her mirov û gelî nirxên azadî, jiyan û hebûnê îfade dikin. Gelê me bi hezar salan e ku li ser axa Kurdistanê xwe spartiye nirxên xwe yên dewlemend ên çandî û xwe parastiye, hebûna xwe parastiye û di têkoşîna azadiyê de heter kiriye û tu carî koletiyê nepejirandiye. Kurd ji wan gelan yek e ku şoreşa neolîtîkê ya çandî û gundîtiyê pêş xistiye, ji bo çanda demokrasî û azadiyê ku ji bo mirovahiyê nirxên pîroz in tevkariyeke mezin kirine. Li ser axa Mezopotamyaya ku wek dergûşa mirovahiyê tê binavkirin, nirxên civakbûnê yên binyad afirandine.  Şoreşa ziman ku ji bo civakbûnê hêmana bingehîn e li vir pêş ketiye û di dîrokê de  ji zimanên herî qedîm yek jî zimanê kurdî ye. Kurdan gundên ku ji bo jiyana civakî qadên yekem in înşa kirine û bi geşkirina çanda çandiniyê re çandeke bi hilberînê re jiyandinê afirandine, ku hilberîn ji bo jiyanê hêmana herî bingehîn e. Van taybetiyan hemû nasname û awayekî xurt ê jiyanê pêk aniye. Gelê kurd; bi ziman, nasname, awayê jiyanê, pergala baweriyê, dîrok û erdnîgariya xwe bûye hilgirê çanda komunal a demokratîk û di roja me de jî ji bo şaristaniya demokratîk hêzeke dînamîk e.

Di domahiya dîrokê de, hêzên serdest ên ku tevkariyên civaka kurdan ên ji bo şaritaniyê ji nedîtine ve hatine her gav li hember nirxên çandî yên kurdan di nava êrîşê de bûne. Kurdistan, wek qadeke bingehîn a jiyan û şaristaniyê her demê ji şeran re şahidiyê kiriye. Kurd li hember vê her gav ketine nava lêgerîna berxwedanî û parastina hebûna xwe. Di asta ku hatiye de gelê kurd bi du xetereyên mezin re rû bi rû ne. Ya yekem ji hêla hêzên desthilatdar ên serwerî cîhana global ve sepandina qirkirina çandî ya ku li hember civakên nîjadî û cihî tê meşandin, ya duyemîn jî polîtîkayên tunekirin û înkarê yên ku ji hêla pergalên dewletên netewî ve têne meşandin e. Çanda kurdan ji her du êrîşan jî bi zêdeyî bandor bûye û di roja me de jî bandor dibe.

Li hember van êrîşan hemû, 1. Konferansa Çand, Huner û Wêjeyê ya Kurdan dê yekîtiya netewî ya kurdan xurt bike, bi nîqaşkirina çanda netewî dê hevparkirin û piştgiriyê xurt bike. Rastiya Kurd û Kurdistanê ya ku xwe dispêre  mîrateya dîrokî encax bi yekîtiya fikrî, ruhî û çandî ve dikare were lidarxistin. Divê kurd yekîtiya ruh û netewî bi cî bînin. Ji bo kurdan êdî mercên vê hene û pêşketinên dîrokê û civakî jî vê yekê pêwist dike. Gelek hunermend, nivîskar û rewşenbîrên kurd di nava sînorên çar dewletan de û li gelek deverên cîhanê mîna mişextiyan in, hewceye ku bi hest û giyana zanyariya netewebûna demokratîk bêne gel hev. Ev yek dê moral û coşeke mezin bide gelê me û li gel vê ji bo yekîtiya netewebûnê dê bibe ked û hewleke mezin.

Li gel nîqaşên çand, dîrok û civakê pêdivî bi nîqaş û nirxandinên di derbarê huner û wêjeya kurdan de jî heye.  Çavkaniyên hilberînê yên huner û wêjeya me çi ye, di roja me de di vê qadê de kîjan pirsgirêk têne jiyandin, ligel ku xwediyê gelek çavkaniyên çandî û  dîrokî ne asta me ya hilberînê ya hunerî û wêjeyî çi îfade dike, dê ji bo pêdiviyên civakî karibe bibe bersiv, divê bi van pirsanan hemû nîqaşek were meşandin. 

Wek encam; em şopger û mîradgerên li pê hunermend, nivîskar û wêjevanên mîna Ehmedê  Xanî, Feqiyê Teyran, Baba Tahirê Ûryan, Melayê Cizîrî, Hêmin, Fatma Îsa, Cegerxwîn, Apê Mûsa, Osman Sebrî, Eyşe Şan, Îbrahîm Ehmed, Hêjar, Qanatê Kurdo ne, ku her yekî/ê ji bo dîroka çand, huner û wêjeya kurdan rehên nifşî ne û ji bo hebûna me ya civakî nirxên mezin in. Peywira me ya herî mezin jî ew e ku hewceye em li bîranînên van şexsên mezin û pîroz derkevin û nirxên ku afirandine biparêzên û geş bikin. Em bawer dikin ku ev konferansa ku em li dar dixin dê di dîroka gelê me de ciheke gelek girîng û payeberz bigire.  

Dê amadekarî û mazûvaniya konferansa me li ser navê Kongreya Civaka Demokratîk birêz Ahmet Turk û Aysel Tugluk û li ser navê Navendên Çanda Mezopotamyayê jî hunermend birêz Genim Îldan û Rojda Şenses bê kirin. Konferansa me ji hêla hevserokên BDP’ê birêz Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak û ji hêla Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê birêz Osman Baydemîr ve tê destekkirin. 

Ji bo konferansa me serketî be û rola xwe ya dîrokî bilîze hewcedarî bi beşdarbûneke xurt a hunermend, nivîskar û rewşenbîran heye. Her gotina ku dê bê gotin, her nirxandina ku dê were kirin dê di dîroka gelê me de ciheke gelek girîng bigire.ji ber vê armancê  em hemû hunermend  û rewşenbirên kurd vedixwînin  komcivîna çand, huner û wêjeya  neteweyî ya ku wê dı roja 11-12 berfanbarê li Amedê pêk were.

Komîteya Amadekar:
Ahmet Türk
Aysel Tuğluk 
Genim ildan
Rojda Şenses
Gülten Kışanak
Selahattin Demirtaş
Osman Baydemir
Celile celil
Yüksel Yavuz
Özkan Küçük
Kakşar Oremar
Muhsin Osman  
Ehmed Huseyni
Sami Tan
Xelil Xemgin                   
Tara Caff    
Mikail aslan
Fewzi Bilge
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk
Muzîkjen (Navendên Çanda Mezopotamya)
Muzîkjen (Navendên Çanda Mezopotamya)
Hevseroka Partiya Aşitî û Demokrasi
Hevserokê Partiya Aşitî û Demokrasi
Serokê Şaradariya Bajarê Mezin Ya Amedê
Kurdolog
Derhiner
Muzîkjen
Şanoger
Derhiner
Lêkolîner - Nivîskar
Helbesvan
Lêkolîner –Zimanzan (Serokê Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê)
Muzîkjen
Muzîkjen
Wênesaz


Peywendí
Tel:        0507 785 45 16
Fax:       0412 251 93 91
E-mail:   canduhuner@hotmail.com

 

-------------------------------------

Mijarên Nîqaşê:

A. Dîroka Çanda Kurdan, Rastiya Civakiya wê û Çavkaniyên wê

  • * Wek xwezaya duyemîn çandîbûn û resenatiya erdnîgariya Kurdistanê. 
  • * Di dîroka mirovahiyê de serdema Neolîtîkê (Rista jinê); Şoreşa ziman û çandê de cihê etnîsîte ya kurd
  • * Nirxên çandî yên madî û manewî yên ku nasnameya Kurdan pêk tînin

B. Rewşa Rojane ya Çand, Ziman û Wêjeya Kurdan/Pirsgirêkên Tên Jiyîn/ Perspektîfa Çareseriyê

  • * Pîşesazbûna çandê/Nirxên çandî yên ku bûne malên bazirganiyê
  • * Polîtîkayên qirkirina çandî yên dewletên netew ên serdest/Pişaftin û biyanîbûn
  • * Netewbûna Kurdan a Demokratîk û giringiya zimanê kurdî
  • * Wêjeya Kurdan a Hemdem/Pirsgirêkên ku têne jiyandin û binyata çareseriyan

C.Rewşa Hunera Kurdan a Heyî/ Pêşketina Hunera Civakî û Ronakbûna Civakî

  • *Di pêşvebirina nirxên netewiyê çandî de pîvanên şaxê hünere û estetîkê
  • *Têkiliyên çand,huner û Medyayê

D. Berpirsiyariya Rewşenbîr û Hunermendan a Ehlaqî, Polîtîk û Entelektuelî

  • *Girîngiya yekîtiya netewî; Misyona Rewşenbîr û Hunermendên Kurd
  • *Encamname

 

                                                                                

 

Your rating: None Average: 5 (1 vote)