you can login to your account or register with kal

Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî û Huner le Silêmanî

Lijney  balay dîdarî MEWLEWÎ

Agahdarî; Bo rêzlênana li bîrewerî û berhemên zana, daner û helbestvanê mezin yê gelê me Hezretê Mewlewî Tawegozî, rêveberiya giştî ya roşenbîrî û hunerî li Silêmaniyê di berdewambûna kar û çalakiyan de, rojên 9-10/10/2010an dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ saz dike.
Em bang li hemû Mewlewînas, wêjevan, nivîskar û lêkolîneran dikin, bi taybetî ew birêzên ku karîna wan ya nivîsê di biwarê Mewlewînasînê de heye, dikarin ta 15/9an li ser van babetan binivîsin:
  1. Mewlewî û îrfan û sofîgerî.
  2. Mewlewî û wêjeya danberhevê.
  3. Mewlewî û zimanê helbestê.
  4. Mewlewî û “kelam û mentiq”
  5. Mewlewî û eqîde.
  6. Felesefe di helbestên Mewlewî da.
  7. Xwendinên akademî ji nameyên Mewlewî re.
Têbînî:
  1. Pêwîste lêkolîn li ser C.D. amadekirî be.
  2. Ji hezar peyvî zêdetir nebe.
  3. Hemû lêkolîn di pirtûkekê de çap dibin û di roja yekemîn de tên belavkirin.
  4. Ew lêkolînên ku ji aliyê lijneya nirxandinê de bên pesendkirin, di rojên dîdarê de tên pêşkêşkirin.
Bo zanyariyên zêdetir, hun dikarin di rêya van navnîşanan re pewendiyê bi me re bikin:
Silêmanî, Girdî Endazyaran, Lijneya bala ya dîdara Mewlewî li “Berêweberêtî Giştî Roşinbîrî û Hunerî Silêmanî”
jimareya telefonê: 00964 53 318729
jimareya mobaylê: 00964 770 157 29 58
 
Desteya bilind ya dîdarê

 

No votes yet