you can login to your account or register with kal

Koka zimanê kurdî

D.N. MacKenzieNivîkar: D. N. MacKenzie , 1961
Wergêr: Newzad Hirorî, Stockholm, 06/02/2006

Profesor V. Minorskyî1 di nivîsareka xwe de ya ko wî di sala 1938-ê de li Brukselê pêşkêşî kongreya cîhanî ya 20-ê ya rojhilatnasan kiribû hemî belgeyên dîrokî, û hinek yên zimannasî, yên berdest li dor koka gelê kurd berçav kiribûn. Wî babetî pêwendiyeka rastûrast bi vê lêkolînê ve heye, çunkî heger koka kurdan misoger bihata zanîn, vekolîna dîroka zimanê wan dê hêsantir bûya.

Di destpêkê de, pêngava herî baş ew e ko mirov hinek ji wan teoriyên ko di vî warî de ji rastiyê dûr in ji holê rake. Hinek ji wan, tevî belavbûna nivîsara profesor Minorskyî, hêj dijîn. Rehmetî Basile Nikitineyî hejmarek ji wan di beşê yekê yê lêkolîna xwe ya berfireh li ser kurdan de rêz kiribûn2. Kardoxoy (Kardoûcoi bi yûnanî) ya Xenophonî hemî wextan ji bo kesên ko li babûkalên kurdan digerin3 bijartina herî rehet bûye. Lê em dibînin ko hinek kesan hewil daye kurdan bi xaldiya urartuyan, sagartiyan, yan zikirtuyan, û herweha gutiyan ve girê bidin li ser bingehê ko wan peyvan wekheviyeka dengî, çi zêde çi kêm, li gel navê îro yê vî gelî heye. Xaldî, xweşbextane, ji meydanê hatiye derxistin çunkî ew, wek têt zanîn, navê xudêyekî ne yê miletekî ye4. Hemî girêdanên dî ji aliyê naveroka xwe ve ne mimkin in.

    Diyar e ko derbasbûna navên Kmrtioi (kurtyoy) yan Cyrtii 5 (kurtî) di nivîsên Polybios, Livius û Strabonî de bi rastî amajeya eşkere ya yekane ye bo kurdan di berhemên nivîskarên kevin yên berî me de. Herdu nivîskarên yekê behsa wan wek qolên rimhavêj di leşkerên Med û Asyaya Biçûkê de dikin. Lê Strabon wan eşkere bi çiyayiyên kûvî yên ko li Med û Ermenistanê, lê herweha li Parsê, dijîn, bi nav dike. Ji bilî vê îdîaya daawiyê, hemî belgeyên pozitîv nîşan didin ko kurd gelekê medî ye. Profesor Minorsky vê dîtinê bi germî hembêz dike.

    Heger em bihên serdema ereban, em dê bibînin ko navê kurd ramaneka nû ya heqaretbûnê wergirtiye û di pratîkê de bûye hevmaneya "koçer"-ê. Bo nimûne, profesor Minorsky gotinên erdnasê sedsala nehê Ibn Rustayî vediguhêze dema ew wesfa lombardan dike û dibêje ko ew "wek kurdan, li deştê di kûnan de dijîn" 6. Ev nav îro bi geşbûna hesta neteweyî ya kurdî ji bo hema bigire hemî gel û eşîrên ko di navbera tirk û ereban li rojavayî û farisên xwerû li rojhilatî de hene têt bi kar anîn. Ev, di nav gelên îranî de, ji bo lur û eşîrên goranî yên cida jî derbaz dibe. Dîtina kurdên vê serdemê jî li ser dîrokê ji xwe sade ye. Çunkî ew hest dikin ko pêwîstiya wan bi babûkalên lehengî heye û dibînin, wek bibêjî, kes li mediyên desthilatdar xwedî derneketiye, vêca bê dudilî xwe bi wan ve girê didin. Bi cidî, niho li nik wan bûye adet ko hejmara 612-ê, sala ko mediyan Nînewa dagîr kirî, li ser tarîxa me zêde bikin û bi navê tarîxa medî bi kar bînin.

    Di vê tevlîhevbûna faktayên kêm û texmînên pir, belgeyên zimannasî rolekê giring dilîzin. Lê, ev war jî qet ne zelal e, çunkî profesorê navdar N. J. Marrî carekê ji caran hêvî dikir şopepeyvên "kurdiyeka kevnar" di kurdiya nûjen de bibîne da bibe beşek ji grûpa kertî yan gorcî ya tayê zimanên yafitî.7 Gotina pêdvî di heqê teoriyên weha de ew e ko ew ji bo piştgiriya xwe hêj li benda wan faktayan in yên ko dê bi borîna wextî eşkere bibûna. Halê hazir, em dikarin bi rehetî bibêjin ko kurdî zimanekê îranî yê normal e. Erkê min yê pêşîn ew e ko divêt ez kurdiyê bi rêya destnîşankirina sîmayên ko wê ji devokên dî yên îranî cida dike bidim nas kirin. Mixabin! Divêt ez her ji destpêkê li xwe mukir bihêm ko encamên min bi giştî negatîv in, çunkî hema bibêje her sîmayeka kurdiyê hembereka xwe di devokekê yan pirtir yên îranî de heye. 

+++++++++++++++++++++++++++

Koka zimanê kurdî
wergêr: Newzad Hirorî
Stockholm, 06/02/2006

Serkanî: D. N. MacKenzie, The Origins of Kurdish,Transactions of the Philological Society pp. 68-86, 1961

Tikaye dirêjey em wutare le hawpêcî xuwarewe bixiwênin

Your rating: None Average: 4 (1 vote)